Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Rewangeh: Zarok tên kuştin di êrîşên asmanî yên Rûsî de li Idliba Sûrîyayê

AFP

Ev wêneya ku roja 4ê Îlona 2018an hatiye kişandin, dîyar dike ku duman ji avahîyan bilind dive piştî ew rastî êrîşên asmanî yên Rûsî hatin li bajarokê Muhembel ê ku li jêr kontrola opozîsyonê ye, dora 30 kîlometran li başûr rojavayê bajarê Idlibê. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Ev wêneya ku roja 4ê Îlona 2018an hatiye kişandin, dîyar dike ku duman ji avahîyan bilind dive piştî ew rastî êrîşên asmanî yên Rûsî hatin li bajarokê Muhembel ê ku li jêr kontrola opozîsyonê ye, dora 30 kîlometran li başûr rojavayê bajarê Idlibê. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Balefirên şer ên Rûsî Idlib, asêgeha opozîsyona Sûrîyayê Sêşemê (4ê Îlonê) bo ykem car di sê heftîyan de kirin armanc, hevdem ligel texmînên li dor êrîşeke berfireh a hikûmetê li parêzgeha ku dikeve berkur rojavayê welat, AFP ragihand.

Neh sivîl di êrîşên asmanî de hatin kuştin ku hinek ji wan zarok bûn, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Hevalbenda rejîmê Mosko û piştevana opozîsyonê Enqera çendîn gerên danûstandinan gerandin bo xwedûrkirin ji êrîşê, lê belê hêzên ejîmê bi girseyî li nêzî herêma opozîsyonê cih girtine.

"Balefirên şer ên Rûsî bombebarankirina parêzgeha Idlibê domand piştî navbereke 22-rojî," serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got.

Wî got ku herî kêm neh sivîl hatin kuştin, ku pênc ji wan zarokên heman malbatê ne, û 10 kesine din birîndar bûne.

Êrîşên asmanî 24 dever kirin armanc piştî rojekê ji lêdana yekîneyên opozîsyonê li Idlibê "li dijî çeperên rejîmê li parêzgeha Laziqîyayê, ku di wan de sê çekdarên alîgirê rejîmê hatin kuştin", Ebdul Rehman got.

Bordumana Sêşemê çendîn deverên li jêr kontrola hevbendîya tundrew Tehrîr el-Şam kir armanc, di nav de bajarê Cisir Şixûr, û herwiha deverên li jêr kontrola çekdarên opozîsyonê yên Turkîya piştevanîya wan dike.

Li bajarokê Muhembelê, li başûr-rojavayê bajarê Idlibê, navenda parêzgehê, tîmên agirvemrandinê agirê ku êrîşeke asmanî bi benzîxaneyekê xist vemirandin.

Nûçegehanekî AFP daxuyand ku balefirên şer vê nîvroyê di asmanê deverê re difirîn.

Hişyarîya ji "felaketeke mirovî"

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Duşemê hişyarî da Sûrîyayê derbarê destpêkirina êrîşeke berfireh li Idlibê bi alîkarîya Rûsya û Îranê, û got ku dibe ku êrîşeke bib sedema "trajîdîyeke mirovî".

Şanderê Amerîka bo Sûrîyayê li Enqerayê bû roja Sêşemê bo nîqaşkirina dawîn pêşketinên li welatê ku cengê ew ji hev xistiye ligel rayedarên Turk.

Wezîrê Berevanîyê yê Turk Hulûsî Akar cenga Sûrî ligel James Jefrey, şanderê taybet ê Amerîkayê bo Sûrîyayê nîqaş kir, wezareta berevanîyê ya Turk di daxuyanîyekê de ragihand, lê belê tu hûragahî li dor naveroka civînê per ve nekirin.

Wezîrê Derve yê Turk Mevlût Cavuşoglû roja Dueşmê ragihandibû ku ew dê rewşa Idlibê nîqaş bikin.

Cavuşoglû meha borî Rûsya hişyar kir ku dê çareserkirina rewşa Idlibê bi rêyên serbazî "felaketekê" bîne meydanê û dê pêleke nû ya peneberan berê xwe bide Turkîyayê.

Hevdem, şanderê aştîyê yê NY bo Sûrîyayê Sêşemê bang li serokên Rûsî û Turkî kir ku bi lezûbez bikevin gotbêjan de bo xwedûrkirin ji "çokeke xwînê" li Idlibê.

Stîfan de Mistûra bang li "Serok Putin û serok Erdogan kir, ... ku bi pêwendîyeke telefonî bi hev re biaxivin", heta berî civîna wan bi hemberê wan ê Îranî re li Tehranê jî roja Înê.

Dê serokên Turkîya, Rûsya û Îranê roja Înê li Tehranê bicivin di lûtkeyeke sêalî de ku tê payîn ku dê giranîyê bide rewşa Idlibê.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Silav. Tiştekî destnîşankirî tune ye ku ez bibêjim. Tiştê ez dizanim ku tu Misilman bî ev cihê şerm û fedîyê yî. Di rêya şûrên xwe re, wan bav û kalên min ên birûmet û binirx neçar kirin ku bibin Misilman. Ji wilo bêhtir jî, ku Erebên hov serên hejmareke mezin jê kirin, serên welatîyên me yên paqij, pak, sitemdar, û yên ku ji Xwedê ditirsin!

BERSIV BIDE