Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Rêkeftineke Îran û Sûrîyayê hebûna Pasdaran li Sûrîyayê diçesipîne

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Wezîrên berevanîyê yên Îranî û Sûrîyê di konferanseke rojnamevanî de beşdarîyê dikin paş wajûkirina rêkeftineke serbazî ya nû. [Wêne ji malperên Sûrî û Îranî hatiye wergirtin, û di medya civakî de belav bûye]

Wezîrên berevanîyê yên Îranî û Sûrîyê di konferanseke rojnamevanî de beşdarîyê dikin paş wajûkirina rêkeftineke serbazî ya nû. [Wêne ji malperên Sûrî û Îranî hatiye wergirtin, û di medya civakî de belav bûye]

Rêkeftinên serbazî yên vê dawîyê hatin wajûkirin di navbera Şam û Tehranê de rewayî dan hebûna Îranî li Sûrîyayê, bi taybetî hebûna Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranî (Pasdaran), şahrezayekî warê serbazî wiha şirove kir.

Rêkeftina ku Duşemê (27ê Tebaxê) hatiye wajûkirin, xapeke eşkere ya Pasdaran e bo li Sûrîyayê bimîne û xwevedize ji daxwazên navdewletî derbarê rawestandina destêwerdanê di welatên herêmê de, nexasim Sûrîyayê, wî ji Diyaruna re ragihand.

Ajansên nûçeyan ên Îranî ragihandin ku wezîrê berevanîyê yê Sûrî Elî Ebdulah Eyûb û hevberê xwe yê Îranî Emîr Hatemî rêkeftineke hevahengîya serbazî û berevanî di navbera herdu welatan de wajû kirin.

Li gorî ajansa Tesnîmê, Hatemî ragihand ku rêkeftin armanc dike ku "jêrxaneya berevanî ya Sûrîyayê bihêz bike, ku ew jî garantorê serekî yên berdewamî û parastina aştîyê ye".

Hatemî got ku dê rêkeftina hevahengîya serbazî û berevanî rê bide berdewambûyîna "hebûn û destêwerdana" Îranî li Sûrîyayê.

Paşxaneya serbazî ya Îranê bo Şamê Sêşemê ragihand ku şêwirmendên serbazî yên dewleta wê dê li Sûrîyayê bimînin li gorî rêkeftina berevanî, AFP ragihand.

"Piştgirîkirina yekparçeyîya xaka Sûrîyayê û serwerîya Sûrî di rêkeftinê de hat teqezkirin," emîd Abulcasim Elînejad ragihand.

"Bi temamî zelal e"

"Rêkeftinên serbazî xwedan gelek rûyan in, lê belê têkildarî rewşa Sûrîyayê ev tevger bi temamî zelal e," şahrezayî serbazî û ewlehî, şirovekar Ebdul Kerîm Ehmed, yê ku ji artêşa Mesrî istîfa kiriye, got.

"Bê guman, ev armanc dikin ku hebûna Pasdaran li Sûrîyayê bi hêz bibe" wî ji Diyaruna re got.

Wezîrê berevanîyê yên Îranê zelal kir ku rêkeftin rê didin "hebûn û destêwerdanê", ev yek jî tê wateya ku wan sîwaneke yasayî bo wê hebûna peyda kir bo xwevedizîn ji daxwazên navdewletî têkildarî rawestandina Pasdaran ji destêwerdana herêmî, Ehmed daxuyand.

Wî got ku hevahengîya serbazî nîşandera hebûneke mayinde ya Îranî li Sûrîyayê ye.

Got ku zêdetirî wiha, axiftina li ser "berevanîyê" bê guman platformên avêjtina mûşekên kurt û dirêj meda û herwiha firokeyên serbazî li xwe digire -- alavên tirsandinê yên ku Îran wan li herêmê bikar tîne.

"Tevî ku rêkefitnên serbazî yasayî ne û bi destûra hikûmetên herdu welatan in, gengaz e ku fişar li ser hikûmeta Sûrîyayê werin kirin ji bo ji wan bi yekalî bi paş vegere ji ber ew pirseke girêdayî ewlehîya wê ye," wî got.

"Lê ev yek hewcedar e ku fişarên navdewletî li herdu alîyan bên kirin, bo bidawîkirina hebûna Îranî li Sûrîyayê," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500