Nûçeyên Iraqê
Perwerde

Fêrgehên Nînewayê hewl didin ku bandorên DAIŞê rakin

Xalid Taî

Şagirtên Îraqî di korsekî nûtahîlkirinê de beşdar dibin, korsê armanc dike ku rûbirûyî îdyolojîya "Dewleta Îslamî" bibe di fêrgehekê de li Mûsilê di vê wêneyê de. [Wêne ji Wezareta Perwerdeyê hatiye wergirtin]

Şagirtên Îraqî di korsekî nûtahîlkirinê de beşdar dibin, korsê armanc dike ku rûbirûyî îdyolojîya "Dewleta Îslamî" bibe di fêrgehekê de li Mûsilê di vê wêneyê de. [Wêne ji Wezareta Perwerdeyê hatiye wergirtin]

Mamostayên Îraqî kar dikin daku şerê îdyolojîya tund ya "Dewleta Îslamî" bikin ya hewl da ku wê di serê ciwanan de biçîne li deverên ku li jêr kontrola wê.

Xebatên bo rakirina îdyolojîya tund "berêtîyeke mezin e" bo Wezareta Perwerdeyê ya Îraqî Birêveberîya Perwerdeyê ya Nînewayê, birêveberê perwerdeya Nînewayê Wehîd Ferîd Ebdul Qadir got.

"Dê bêwate be ku em dest bi pêngavekê bikin, piştî rizgarkirina bajaran, bêyî ku em paqijkirina mêjîyê ciwanên me ji terorîzmê ne nîgeranîya me ya sereke," wî ji Diyaruna re got.

"Piştî rizgarkirinê yekser em daketin kar û pêşî me hemû minhacên fêrgehan ên ji alîyê terorîstan ve hatin guhertin mebi minhacên bi awayekî fermî hatine pejirandin veguhertin," wî got.

Wêneyeke di 20ê Sibatê de li ser înternetê hatiye belav bûye ku fêrgehe Mûsilê ya sazkirî ya amade bo pêşwazîkirina zarokan piştî bi dawîkirina karê sazkirinê diyar dike. [Wêne ji Wezareta Perwerdeyê hatiye wergirtin]

Wêneyeke di 20ê Sibatê de li ser înternetê hatiye belav bûye ku fêrgehe Mûsilê ya sazkirî ya amade bo pêşwazîkirina zarokan piştî bi dawîkirina karê sazkirinê diyar dike. [Wêne ji Wezareta Perwerdeyê hatiye wergirtin]

Bi sedan mamostayên fêrgehên seretayî û navîn di korsan de hatin qeydkirin daku fêr bibin çawa bergirîya bandorên reftarî û îdîolojî yên DAIŞê bikin.

Şagirt li Nînewayê jî tevlî korsan bûne da ku hestê xwe bi erkê civîl qayim bikin û nirxên erênî biçînin nirxên mîna pejirandina kesên cuda, hestê sincî yê xurt û olê navînî, wî got.

Destnîşankirina asta bandorê

Piştî meha yekê ji rizgarkirina Nînewayê, karmendên perwerdeyê vekolîn çêkirin daku asta bandora DAIŞê bipîvin, vekolîna ku nimûneyeke nûner ya şagirdan dihewîne, di nav wan de çagirdên li kampên bêwarîyê, Ebdul Qadir got.

Wî got ku van vekolînan "rêjeyeke biçûk" ji bandorên neyînî diyar kir, û xortên nûhatî û şagirtên fêrgehên seretayî bandora herî mezin li wan hatiye.

Piştî salekê ji rizgarkirina Nînewayê, Birêveberîya Rahînanê û Amadekirina Perwerdeyî li wezaretê komeke din a vekolînan çêkir, vekolînên ku bi sedan şagirt ji hemû refan hewand, wî got.

Piranîya zarokên ku hatin vekolînkirin ti bandor li wan nebûbû, wî got, wî not kir ku ev yek bandora kêm ya hewldanên hînkirina DAIŞê.

Hewldanên rêxistinê da ku nifşekî çêke, nifşekî ku bawerîya wî bi îdîolojîya wê were bi bin ket, Ebdul Qadir got, wî not kir ku xebatên di vî warî de dê berdewam bin.

Di dawîya meha Tîrmehê de, wî not kir ku 320 mamostayan li Mûsil û Hewlêrê korsa ku du hefteyan dirêj dide qedand, korsê bo mamostayan bê çawa şerê îdîolojîya tund di fêrgehê de bikin.

Bandora DAIŞê demkî bû

DAIŞê "tektîkên lewitî bi kar anîn da ku nasnameya çandî û ya niştimanî noqî bike", Raid Cibûrî, serokê yekîtîya mamostayên Îraqî li parêzgeha Nînewayê, got.

Dema wê kontrol dikir, DAIŞê "guhertineke mezin" di minhacê fêrgehan de çêkir, komeke tekstên perwerdeya Îslamî û waneyên dîrokê guhertin bi pertûkên ku nav di xelkê didin bo tundî bikin û da ku mîrata Îslamî xirab bikin, wî ji Diyaruna re got.

Wî daxuyand ku mijarên zanistî ji êrîşa DAIŞê nefilitîn, bi rêya pirtûkên ku bîrdozî û wêneyên tundbar nîşan didan û rêxistinê waneyên bayolojî û fîzîk rakirin bi bihaneya ku ew ne li gorî olê ne.

DAIŞê "herwiha waneya werzîşê jî guher bo ku şagirdan derbarê şer û bikaranîna çekan rahênan bike", Cibûrî got.

Tevî ku wan gelek gef ji alîyê rêxistinê wergert, gelek niştecîyên xwecihî nepejirandin ku bihêlin zarokên wan fêrgehên DAIŞê hazir bibin, endamê komîteya ewlekarîyê li encumena parêzgeha Nînewayê Hesan Şebîb, got.

"Terorîstan zor li niştecîyên xwecihî kir kuzarokên xwe bişînin fêrgehan, lê dêûbav xwe jêr destî fişara wan nekir, ji ber ev fêrgeh zanistê dabîn nakin, û ti nirxên bilind negirtine xwe," wî ji Diyaruna got.

Ew kampên rahênana serbazî bûn yên armanc dikirin ku nifşekî tundrew û xwekujan bi xwedî bike, wî got.

"Xelkê mebesta DAIŞê ya rast zû nas kir û planên wan têk birin," wî got. "Ji ber vê yekê hûn nabînin ku bandora îdîolojîya wan di mejîyên şagirdan de heye."

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ji kerema xwe hûn dikarin kopîyeke rapirsîna ku bandora li ser xwendekaran pîvand bişînin?

BERSIV BIDE