Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Şerê medyayî di navbera endamên DAIŞê de derdikeve

Xalid Taî

Alîgirên DAIŞê gotareke dirêj li ser Telegram li jêr serenavê "Selîlat Usama, marê jehrîn" weşandin, gotara ku ew tê de "Selîlat Usama" tawanbar dikin, ku ew jineke Siûdî bi awayekî baş di nav DAIŞê tê naskirin ku berê wê piştgirîya rêxistinê dikir, wê gunehkar dikin ku ew sîxur bû û ew nûçeyên sexte derbarê DAIŞê belav dike weke hewldaneke çêkirina tevlihevîyê û fitnê di nav endamên wê de.

Alîgirên DAIŞê gotareke dirêj li ser Telegram li jêr serenavê "Selîlat Usama, marê jehrîn" weşandin, gotara ku ew tê de "Selîlat Usama" tawanbar dikin, ku ew jineke Siûdî bi awayekî baş di nav DAIŞê tê naskirin ku berê wê piştgirîya rêxistinê dikir, wê gunehkar dikin ku ew sîxur bû û ew nûçeyên sexte derbarê DAIŞê belav dike weke hewldaneke çêkirina tevlihevîyê û fitnê di nav endamên wê de.

Delîlên parçebûnên tund di nav refên "Dewleta Îslamî de" li ser Înternetê zêde dibin, cihê ku endam û dilsozên rêxistinê gazinên xwe yên navxweyî tê de diweşînin.

Ev tawanbarkirin cihêreng in di navbera xiyanet heta tê angaştin ku hinek tekekesên destnîşankirî sîxurî ji bû ajansên istixbaratên biyanî dikirin û ev her du bûn sedema atmosferekî dijminayetî û bêbawerîyê.

Ev zexmîya tawanbarkirinê gihiştiye asteke bilind piştî weşanên li ser Înternetê, di nav wan de kovara heftane Nebaa, gelek caran hatibû hakerkirin di dawîya meha Hezîranê de ji alîyê komeke hakeran ve bi navê "Daişgram".

Daişgram dest bi operasyona xwe ya li ser Înternetê li dijî DAIŞê kir di Mijdara sala par de.

Hêzên Îraqî kompîter û pêdivîyên ragihandinê nîşan didin, pêdivîyên ku li veşartgeheke "Dewleta Îslamî" li Mûsilê hat dîtin. [Wêne ji Ajansa Ewlekarîya Niştimanî hatiye wergitin]

Hêzên Îraqî kompîter û pêdivîyên ragihandinê nîşan didin, pêdivîyên ku li veşartgeheke "Dewleta Îslamî" li Mûsilê hat dîtin. [Wêne ji Ajansa Ewlekarîya Niştimanî hatiye wergitin]

Di êrîşa herî dawî de, hakeran hisabekî sexte yên erkdar bi belavkirina Kovara Neba çêkirin, û wiha tevlîhevî û gêre di nav rêzên rêxistinê de û alîgirên wê li ser internêtê çêkirin.

Bikarhînerên ku derbasî hisabê sexte bûn rastî wêneyeke berg ya fotoşopkirî ji serkirdeyê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî re hatin, wêneya ku ew tê de bi jinên nîv laşqot dorpêçkirî bû.

Serenavê ku li jor wêne tê xwendin, "xelîfe serkeftina tîma futbolê ya DAIŞê bo gihaştina gera 16mîn pîroz dike", ew çê li Cam Cîhanî dike.

Wêneyeke din a Bexdadî hat sernûçekirin, "Siwarê Şevê derdikeve".

Tevî ku Daişgram êrîş angaşt kir, alîgirên DAIŞê gotareke dirêj li ser telegramê weşand, wan "Salîlat Usama", jineke Siûdî ye gelekî di nav DAIŞê tê naskirin ku berê ew piştgira rêxistinê bû, ew berpirsa hakerinê ye.

Gotar li jêr serenava "Salîlat Usama, mara jehrîn", Usama bi sîxurî û belavkirina nûçeyên nerînî li ser DAIŞê tohmetbar di çarçoveya hejandina rêxistinê û çandina tovên fitneyê.

Usamnê vegerand bi postekê li jêr serenava "xwe ji zulmê re radest neke", wî alîgirên DAIŞê han dan ku tawanbarkirinên mîna van red bikin û bang li kesên wê tawanbar dikin kir ku tobe bikin û lêborina xwe bixwazin.

Eşkerekirina parçebûnên navxweyî

Ev bûyer û hineke din mîna wî parçebûna dijwar di nav endamên DAIŞê û dilsozên wê de dîyar kirin, Haşim Hesan emîdê Fakulteya Rojnamegerîyê li Zanîngeha Bexdayê got.

"Hemû tawanbarkirinên xiyanetê û dawirandina agahîyên razî çêbûn heta dema terorîstan gelek rûberên berfereh ji erdê Sûrîya û Îrqê kontrol dikir," wî ji Diyarunare got.

Vê yekê bi aayekî tund rolek li ser Înternetê lîst, wî anî ziman, ji ber ku bawerîya DAIŞê bi endamên wî nayê, heta ew endamên ku dilsozîya xwe di dema berê de di rêya hisab û parvekirinên xwe li ser Înternetê eşkere kirin.

Alîgir bi awayekî rêzikî bi sextekarîyê tên tawanbarkirin û gelek caran ew weke sîxurê ku ji bo du alîyan kar dikin û ku alîkarîyê bi dijmin re dikin tên tawanbarkirin, Hesan got.

Weke beşekî ji stratîjîyeke tevgir bo dijberîya terorîzmê, dê pêwîst be "ku em van perçebûnan kûr bikin ji ber ku hîn rêxistin gefekê çêdike tevî ku gelek çek ji dest wê çûne", wî got.

Wî balkişand ku xebatên niştimanî û navdewletî bo şerkirina propegandaya DAIŞê berdewam in, ew bi ser ketin di girtina bi deh hezarên hesab, rûpel û malperên rêxistinê berz dikin.

"Bûyera hakerkirinê ya dawî li dijî malperên DAIŞê serkeftî û bandorbar bû" wî got. "Em bawer dikin eger ev yek berdewam bike [DaiŞgram] dê xurttir bibe û bibe hêzeke çalak ku gurzekê ji hundir ve li rêxistinê bixe û bêtir dijminatîyê û parçebûnê di nav endamên wê de çêke."

Armanckirina hisabên DAIŞê

Civaka istixbaratên Îraqî karîbû bala hakeran bikişîne, hakerên ku ji alîyê teknoljî ve pispor in di hakerkirina hisabên alîgirên DAIŞê analîstê ewlekarî Fadil Ebû Rexîf got.

Ev haker bi dizî derbasî gelek hisaban bûn û datayên ku planên rêxistinê lawaz kirin wergirtin û torên wê yên nepenî ji hev xistin, wî ji Diyaruan re got.

Vê yekê hişt ku parçebûnên di nav endamên DAIŞê de zêde bibin û astengîyê ji hewldanên tecnîdkirinê ji rêxistinê re çêke, wî anî ziman.

Rojnamegerê Îraqî Brahîm Sirajî, yê ku komeleya berevanîya Mafên Rojnamevan bi rê ve dibe, got ku artêşeke DAIŞê ya pêşketê li ser internetê heye.

Rêxistin û alîgirên wê komeke hisabên sexte li ser mineseyên medyaya civakî mîna Facebook, Twîter û Telegram heye, wî ji Diyaruna re got, wî not kir ku ev îdîolojîya tund han didin û bo êrîşên teror yên cîhanî bang dikin.

Wî got ku gelek ji van hisaban hatin girtin,gelek hisabên din jî hîn mane.

Wî got ku tevî vê yekê, "hakerkirina malperên DAIŞê û destkarîya naveroka wan dikin... bi kûrahî ziyan gihande bingeha rêxistinê, herwekî ku nema bawerîya endamên wê bi he hev tê".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500