Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Milîsên ser bi Pasdaran ve kar li ser çespandina armancên Îranê li Sûrîyayê dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Çekdarên Hizbulah radihêjin termê rêhevalekî xwe ku di şerên li Sûrîyayê de hatiye kuştin. [Wêne ji Mihemed Ebdulah hatiye wergirtin]

Çekdarên Hizbulah radihêjin termê rêhevalekî xwe ku di şerên li Sûrîyayê de hatiye kuştin. [Wêne ji Mihemed Ebdulah hatiye wergirtin]

Bi rêya belavkirina milîsên alîgirên xwe li seranserê Sûrîyayê, Artêşa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) dixwaze ku rewşeke neseqamgîr a mayinde biafirîne bo karîbe berjewendîyên xwee li Sûrîyayê biçesipîne, şahrezayan got.

Wan got ku rewşa neseqamgîrîyê li Sûrîyayê kûr dikie bi rêya gurkirina çanda tayîfgerîyê, ya ku rewşa parçebûn di nav gelê Sûrîyê de kûr dike.

"Buyerên li Sûrîyayê delîveke zêrîn bo pasdaran çêkir bo berdewamkirina kontrol û berfeherxwazîya xwe," mîdyavanê ji Helebê Fêsel Ehmed ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku Pasdaran cenga li Sûrîyayê bo bercewendîya xwe bi kar anî bi rêya şandina milîsên alîgir ji Îraq, Lubnan û Afxanistanê, û paşê bi rêya milîsên Sûrî yên ku li jêr kontrola tam a fermandarîya Pasdaran tev digerin.

Endamên çekdar ên Tevgera Nuceba a ser bi Pasdaran ve li kolanekê rawestiyaye li Sûrîyayê. [Wêne ji Mihemed Ebdulah hatiye wergirtin]

Endamên çekdar ên Tevgera Nuceba a ser bi Pasdaran ve li kolanekê rawestiyaye li Sûrîyayê. [Wêne ji Mihemed Ebdulah hatiye wergirtin]

Wî got ku gelek armancên mezin heye li pişt destêwerdana Komara Îslamî di Sûrîyayê de, di nav de awatên wê yên parastina rêyeke bejahî ku Tehran û Bêrût bi hev ve girê bide.

"Nexşeya hebûna Pasdaran li ser zemînê gelek cihên girîng ku neft, fosfat û hesinên nirxdar ên din dihewînin li xwe digire," wî da zanîn, û balkişand ser sûdên aborî yên tê payîn ku Îran ji destêwerdana di vê qeyranê de qezenc bike.

Ehmed got ku zêdebûna milîsên ser bi Pasdaran ve bazareke mezin bo tiştên Îranê li van beşên Sûrîyayê vekirin, bi rêya wan Pasdaran hewl dide rewşa xerab aborîya Îranî sivik bike.

Milîsên alîgirên Îranê

Milîsên ser bi Pasdaran ve li Sûrîyayê jilîwayên Îmam Elî yên Îraqî, Hizbulah, Lîwayên Nuceba, Ketîbeyên Şuheda, Tevgeha Ebdal, Lîwayê Ebû Fedil el-Ebas û Lîwayê Zulfeqar pêk tên, Ehmed da zanîn.

Wî got ku milîsên Libnanî yên Îran Piştgirîya wan dike ji Hizbulah û Seraya el-Tewhîd pêk tên, ligel Lîwayê Fatimiyûn ê Afxanî û Lîwayê Zênebiyûn ên Bakistanî.

Miîlsên Sûrî yên alîgir ev in: Lîwayê Seyide Ruqeya, Hêza 313, Xalîbûn, Seraya el-Muqawema el-Îslamîya fî Sûrîya û Ketîbeya Zehra.

Pasdaran aramac dike ku "poletîka parçekirinê" li Sûrîya, û Lubnan û welatên din ên ku ew dixwaze badarodarîya wê li wan hebe bike rêbaz ji xwe re, lêkolînvan di Navenda Şerq bo Lêkolînên Stratîjî û Herêmê, Fethî Seyid, ku pisporê karûbarên Îranî ye, wiha got.

Heta vê dawîyê, wê giranî dida damezrandina şanên serbazî bo pêkanîna planên xwe bi rêya çandina tovên fitneya tayîfgerî, wî wiha ji Diyaruna re daxuyand.

"Piştî ew di çêkirina tevlîhevîyê de bi ser ket, qonaxa duyemîn dest pê kir, ew jî bi veguhertina van şanan bo komên çekdar û milîsan," wî got.

Di rewşa Sûrîyayê de, ev milîs bi eşkere derketin holê û li piranîya deverên ku şer di navbera hêzên rejîmê û komên opozîsyonê de li wan derket belav bûn.

Wî got ku Pasdaran çalakîyên milîsên alîgir li Sûrîyayê bi hêz kirin bi rêya endamên biyanî ji ber çekdarên Sûrî kêm bûn.

"Lê heft salên cengê hiştin ku rewş were guhertin," wî got, û da zanîn ku aniha milîsên Sûrî yên ser bi Pasdaran ve xwedan hebûneke çalak in li ser zemînê.

Rewş kambaxtir dibe

Milîsên çekdar ên ku li derveyî kontrola hikûmetê dixebitin dikarin ku neseqamgîrîyê li her welatekî durist bikin, ev yek jî di rewşa milîsên ser bi Pasdaran ve li Sûrîyayê rast e, rojnamegerê Sûrî Mihemed Ebdula ji Diyaruna re got.

"Neseqamgîrî û alozîya berdewam û rewşa parçebûnê rê dide Pasdaran ku kontrola samanên dewleta Sûrî bikin," wî got.

Wî got ku Pasdaran ragihandiye ku eger ew hêzên xwe ji Sûrîyayê vekişîne, ew dê hebûneke xwe li wir bihêle bi rêya van milîsan.

Ebdula bal kişand ku rewşa neseqamgîrî ya ji ber hebûn û zêdebûna van milîsan dê di dema werê de kambaxtir bibe.

Wî got ku hêzên rejîma Sûrî rêkeftinên lihevkirinê bi komên opozîsyonê re pêk tîne, û li gorî wan rêkeftinan wan bêçek dike, lê "milîsên ser bi Pasdaran ve çekên xwe teslîm nakin, heta li deverên ku bi temamî şer li wan rawestiyaye".

Ev yek dê bandorîyeke xerab li ser civaka Sûrî bike, û bal kişand ku dê milîsên ser bi Pasdaran ve karî bin ku kontrola xwe li ser Sûrîyan bi hêza çek bisepînin.

Serkirde û çekdarên ku van milîsan pêk tînin "di warên tevgerê û çalakîyan de xwedan desthelatdarîyeke temam in û bi dilê xwe kar dikin, û tu desthilata artêşa û dewleta Sûrî li ser wan tune ye", wî anî ser ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500