Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Berpirsên Îraqî dibêjin ku revandinên ji alîyê DAIŞê ve kêm bûne

Xalid Ta´î

Dêûbav û her du kurên xwe li hev gihane hev di vê wêneyê de, wêneya ku di 3yê Hezîranê de li ser Înternetê hatiye weşandin, piştî ku hêzên Îraqî xortên ciwan azad kirin, ên ku ji alîyê DAIŞê ve li Şirqatê li bakurê Selahedînê hatibûn revandin. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Dêûbav û her du kurên xwe li hev gihane hev di vê wêneyê de, wêneya ku di 3yê Hezîranê de li ser Înternetê hatiye weşandin, piştî ku hêzên Îraqî xortên ciwan azad kirin, ên ku ji alîyê DAIŞê ve li Şirqatê li bakurê Selahedînê hatibûn revandin. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Êrîşên parêzî li ser komên bermahîyên "Dewleta Îslamî" li deverên dûr û paşguhkirî li Îraqê, hebûna serbazî ya gelek û istixbaratên xwecihî yên xurt alîkarî kirin di astengkirina hewldanên revandinê de, berpirsên Îraqî gotin.

Piştî ew li Îraqê têk çû û jêderên wê yên qezenckirina pereyan kêm bûn, DAIŞ bi awayekî zêde xwe sparte operasyonên revandinê daku pereyên fidyeyê bistîne û gencîneyên xwe dagire pere.

Lê ji ber tedbîrên ewlekarî qayim bûne, rêjeya çêbûna van operasyonên revandinê bo fidyeyê gelekî kêm bûye, berpirsên ewlekarî ji Diyaruna re got.

Li parêzgeha Enbarê ya li rojavayê welat, weke mînak, tenê "yek yan du" haletên revandinê ji alîyê DAIŞê ve di van her çend mehên borî de çêbûne, endamê encumena parêzgeha Enbarê Kerîm Kerbûlî got.

Endamine hêzên Îraqî dîlek ji kesên ku ew revandibûn li Bexdayê azad kirin di vê wêneya dosyayê de, wêneya ku di 21ê Cotmeha sala 2015an de li ser Înternetê hat weşandin.

Endamine hêzên Îraqî dîlek ji kesên ku ew revandibûn li Bexdayê azad kirin di vê wêneya dosyayê de, wêneya ku di 21ê Cotmeha sala 2015an de li ser Înternetê hat weşandin.

Wî got ku tevî ku ev pirsgirêk nema jêdera metirsîyeke mezin e ji me re, "em hişyar in ji her çalakîya terorî re, bêyî ku qîmet bidin cure û hecimê wê".

"Doza revandinê ku weke çalakîyên terorîst tê dabeşkirin her û her ji ajindayên hêzên ewlekarîyê û perpirsên xwecihî ye," wî teqez kir.

Bi pereyan tên handan

Tiştê serke yê wan han dide ku vê tawanê bikin pere ne, Kerbûlî got, û destnîşan kir ku heta mêjerên pereyan ên kêm jî dibe ku şîyanê li cem rêxistinê çêkin ku rewşa ewlekarîyê lawaz bikin û gefê li aştîyê bikin.

"Hêzên ewlekarî hemû hêza xwe ya serbazî bi kar tînên da ku rêyên derve biparêzin û misoger bikin," wî got, wî not kir ku ew rê di cuxrafîya tund û biyabanê re derbas dibin.

"Ev fişara ewlekarî li ser çekdaran li kûrahîya biyabanê derfetê nade wan ku êrîşên xwe bikin bi taybet operasyonên revandinê," wî got.

Di dawîya sala 2017an de, pêleke halatên revandina sivîlan li ser destên DAIŞê hebû, yên piranîya wan li cihên biyabanî yên dûr çêbûn.

Hin ji wan hatin berdan piştî malbatên wan bi deh hezarên dolaran dane kesên ew revandibûn, di rêya rêbazên nepenî û gehastina pereyan ya nerêtî di rêya benkê re.

Herwekî ew nahêle cureyên mîna vê tawanê çêbibin, Benka Navendî ya Îraqî di Tebaxa bûrî de îlan kir ku wê bi alîkarîya ajansên hikûmetê komîteyeke taybet ava kir da ku şer temwîlkirina terorîzmê bike.

"Zingilên xeterê lê nadin"

DAIŞ operesyonên revandinê çêdike bi rejeyekê kêmtir ji dema berê, endamê komîteya ewlekarî ya encmena parêzgeha Nînewayê Binyan Cerba got.

"Bûyerên mîna vê gelekî kêm û di şarçoveyeke teng de diqewimin, ên ku hîna zingilê xeterîyê lê nedane," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku mêjera pereyên ku DAIŞ dikare ji xwestina fidyeyê bide hev "kêm" e, û not kir ku piştgirîya gelemperî ji hêzên ewlekarî re û agahîyên istixbaratî yên ku niştecîyên xwecihî dabîn dikin faktorên sereke ne di kêmkirina opersyonên revandinê de.

Faktorekî din ew e hejmara êrîşên parêzî yên "çekdaran li hemû deveran armanc dikin, li biyaban, cîya, newal û heta li şanên razayî yên xwe di nav sivîlan de vedişêrin", wî anî ziman.

Wî got kuêzên ewlekarîyê îro pîşedar in û rahênana astbilind wergirtine ya alkîarî bi wan re kir ku ku cihên tekekesên revandî destnîşana bikin da ku karibin wan ji kesên ew revandine rizgar bikin.

Cerba not kir ku dibe ewlekarî were qayimkirin di rêya qayimkirina refên hêza polîsê xwecihî li parêzgeha Nînewayê.

Armanckirina tawankarîya organîzkirî

Pisporê stratîjî Ehmed Şerîfî ji Diyaruna re got dibe ku operesyonên revandinê "li jêr navê tawana organîzkirî were dabeşkirin".

"Tevî ku ev bûyer vê dawîyê gelekî kêm bûn, lê hebûna wan destnîşan dike ku terorîst li rîsorsin alternatîv digerin da ku wan bixin çûna rîsorsên ku ji dst wan çûn," wî got.

Wî got ku samanên temwîlkirinê yên DAIŞê yên berê qezenckirinên astronomîk dan, qezenckirinên ku ji talankirin û firoştina neftê û rîsorsên niştimanî bi qaçaxî herwiha destdanêna ser derbasgehên sînorî û kontrolkirina bazirganîyê hatin.

Armanceke din ji operesyonên revandinê ew e ku "xelkê bitirsînin û hêzên ewlekarîyê şermdar derxe û moralên wan kêm bike" Şerîfî got.

"Xilasbûna ji tawana organîzkirî ne tenê di rêya hêza serbazî re tê pêkanîn," wî got, lê herwiha di rêya xebatên ewlekarî yên astbilind yên xwe dispêrin agahîyên istixbaratî, operesyonên çavdêrîyê û teknolîjya pêşketî da ku jêdera gefê destnîşan bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500