Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Îraq piştgirîya tîma lêkolînkirina tawanên DAIŞê dike

Ala Husên li Bexdayê

Jinine Êzîdî li navendeke tendirustî ya Altun Koprî tê dîtin, li bajarokê dikeve navbera Hewlêr û Kerkûkê, piştî ew tev dora 200 kesên Êzîdî hatin azadkirin li nêzî Kerkûkê roja 17ê Kanûna Duyema 2017an, piştî ew zêdetirî pênc meha di destê DAIŞê de dîl man. [Sefîn Hemîd/AFP] 

Jinine Êzîdî li navendeke tendirustî ya Altun Koprî tê dîtin, li bajarokê dikeve navbera Hewlêr û Kerkûkê, piştî ew tev dora 200 kesên Êzîdî hatin azadkirin li nêzî Kerkûkê roja 17ê Kanûna Duyema 2017an, piştî ew zêdetirî pênc meha di destê DAIŞê de dîl man. [Sefîn Hemîd/AFP] 

Hikûmeta Îraqî pêbendîya xwe bi dabînkirina piştgirîya tam bo tîmeke navdewletî erkar bi tawanên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û hêsankirina karê wê îlan kir.

Divê lêkolîn heta radeyekê rasterast be, li gorî rayedarên mafên mirov ên Îraqî, ji ber ku delîlên tawanbar pir in ên ku bi awayekî zelal û bêguman penceyên tohmetê bi rêxistinê ve dikin.

Tîmeke lêkolînan a navdewletî hat damezrandin, li gorî Zagona Encumena Ewlekarîyê ya NY ya 2379 ya sala 2017, bo piştgirîkirina xebatên Îraqê bo hîsabxwstina ji DAIŞê têkildarî tawanên wê.

Tîm, ku bi serokatîya parêzvanê mafên mirov ê Brîtanî Kerîm Esed Ehmed Xan e, bi komkirina, parastin û hilandina delîlan li dor kirinên li Îraqê hatiye erkdarkirin, kirarên ku dibe bigihin asta tawanên cengê, tawanên li dijî mirovahîyê û cînosaydên ku DAIŞê kirine.

Endamine hêzên ewlekarîya Îraqî ku cilên parêzî li xwe dikin goreke komî seh dikin ku paşmahîyên laşên qurbanîyên "Dewleta Îslamî" dihewîne li Kampa Spaykerê li bajarê Tikrîtê, roja 12ê Nîsana 2015an. [Ehmed Rubeyî/AFP] 

Endamine hêzên ewlekarîya Îraqî ku cilên parêzî li xwe dikin goreke komî seh dikin ku paşmahîyên laşên qurbanîyên "Dewleta Îslamî" dihewîne li Kampa Spaykerê li bajarê Tikrîtê, roja 12ê Nîsana 2015an. [Ehmed Rubeyî/AFP] 

Sekreterê Giştî yên NY, Antonyo Guteres Encumena Ewlekarîyê agahdar kir di nameyekê de ku 17ê Tebaxê hatibû şandin, ku dê lêkolînvan roja 20ê Tebaxê dest bi kar bikin, AFP ragihand.

Guteres encumen agahdar kir ku Xan, yê ku roja Înê hatibû destnîşankirin, yekemîn misyona xwe bo Îraqê pêk anî ji 6 heta bi 14ê Tebaxê.

"Îraq piştgirîya misyona tîma navdewletî dike, tîma ku dê belgeyan pêşkêşî dadgehên niştîmanî bike bo sûcdar li gorî yasayên Îraqî werin dadgehkirin," peyvdarê Wezareta Derve Ehmed Mehcûb di daxuyanîyekê de eşkere kir.

Wî got ku hikûmatê Îraqî soz daye ku misyona tîma navdewletî hêsan bike û alîkarîya wê bike di qedandina karê wê de, û da zanîn ku dadgehên Îraqî xwedan desthilatdarîyên dozsaz in bo dozkirina tawanên rêxistinê.

"Belgeyên mezin"

"Tawanên ku DAIŞê pêk anîne belgeyên mezin li pey xwe hiştine," endama Komîsyona Bilind a Îraqî bo Mafên Mirov, Fatin Hilfî, ragihad.

Wê ji Diyaruna re eşkere kir ku ne zehmet e ku ew bigihin wan delîlan û wan destnîşan bikin.

Xefsa -- ku çaleke kûr e li başûrê Mûsilê li parêzgeha Nînewayê ku DAIŞê ew weke goreke komî bi kar anî -- yek ji gorên komî yên herî mezin e ku heta aniha hatine dîtin.

Ev cih bi tena xwe "dora termên 10,000 qurbanîyên DAIŞê dikundirîne", Hilfî got, û ev belgeyeke li ser hovîtîya rêxistinê.

Di raporteke Çavdêrîya Mafên Mirov de di Adara 2017an, dîdvanên ji deverê vegotinên bizdêner anî ziman têkildarî kuştina qurbanîyan û avêjtina bo nav çalê.

Wan got ku wan çendîn kuştinên komî dîtin, hinek caran her hefteyê, ji destpêka Hezîrana 2014an û heta bi Gulan an jî Hezîrana 2015an.

Hilfî bang li lêkolînvanan kir ku lêkolînê di tawanên nebihîstî de bikin ligel buyerên naskirî, yên ku desthilatdarî ji wan agahdar in.

"Gelo divê em li benda bi hezaran qurbanîyan bin ku ew faylên gilîyan pêşkêş bikin berîya ku em tawanên di derheqê wan de hatine kirin lêkolîn bikin?" wê pirsyar kir, dema wê bal kişand ser qurbanîyên Xefsayê yên ne binavkirî û gorên komî ên din.

"Ev tawanên cînosaydê ne ku ne hewcedarê şehadeta dîdvanan in, belê bêhtir em bi hewce ne ku wan nîşan bidin û bibêvirînin ji tevahîya cîhanê re bo ew ji tawanê xeberdar bin," wê got.

"Komîsyona Bilind a Mafên Mirov dê, li hember, hemû gilîyên ku çi ji çalakîyên çavdêrîkirinê yan xelkê kom kirine pêşkêşî alîyên dadwerî yên têkildar bikin" wê got, û ew dê li tenîşt qurbanîyan be heta wê çaxa ku dadwerî pêk were.

Tundîya li dijî Êzîdîyan

Parlemantara Îraqî ya berê, Viyan Dexîl, ku nûnertîya civaka Êzîdî dikir di parlemanê de, bang li tîma navdewletî kir ku tawanên "hovane û tundbar" ên DAIŞê li dijî Êzîdîyan pişkinîn bikin.

Ev yek "binpêkirinên cesedî û derûnî, dîlkirina jinan weke koleyên sêks, û serjêkirina mêran", wê ji Diyaruna re ragihand.

"Ji tîma navdewletî tê xwestin ku belgeyên cuda seh bike, yên ku rêxistinê tawanbar dike bo tawanên ku wê kirine dema destê xwe danî ser bajarê Şingalê," wê got.

"Vîdyon û şehadetên jinên Êzîdî yên saxmayî heneyên ku rastî felaketên ku nayên pesnandin hatine li destên endamên rêxistinê," wê got.

"Ji tîma navdewletî tê xwestin ku di çarçoveya xwe ya navdewletî de kar bike û xebatên lêkolînkirinê û lêgerîna li sûcdaran û li endamên rêxistinê li Îraqê ranewestîne," şirovekarê warê ewlehî, Casim Hanûn ji Diyaruna re ragihand.

Divê herwiha "piştevan û temwîlkerên DAIŞê û yên ku piştgirîya lojistî ji wan re ji derveyî welat dabîn kirine werin cezakirin", wî got.

"Îroj terorîzm belayeke cîhanî ye ku li tu sînoran nasekine," wî got. "Lewre, her lêkolînên navdewletî bo tawanan divê ew ên ji wan re tên gotin komelên xêrxwaz ku rêxistinên terorîst bi awayekî raz fînans dikin bihundirînin."

Divê herwiha lêpirsîn "wan alîyên ku kampên terorîstan li ser xaka xwe ava dikin û wan rahînan dikin, û her kesê ku piştgirîyê, bi çi awayê be, ji van rêxistinan re dabîn dikin bihundirîne", wî got.

Lêkolînkirina van tawan ji alîyê tîmeke navdewletî ve "dê alîkarêya Îraqê bike di bêvirandina van tawanên hovane de bo cîhanê", wî anî ser ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500