Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

"Şêrzadên" DAIŞê aniha û di pêşerojê de gefekê çêdikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

"Dewleta Îslamî" mejîyê (şêrzadan) şûşt û ew tecnîd kirin daku ajendayên xwe cîbicî bike ji çaxa destpêka wê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

"Dewleta Îslamî" mejîyê (şêrzadan) şûşt û ew tecnîd kirin daku ajendayên xwe cîbicî bike ji çaxa destpêka wê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Tevî ew li Îraqê hat têkbirin û ji piranîya Sûrîyayê hat derkirin, "Dewleta Îslamî" hîn gefeke di dema niha û di pêşerojê de ji ber rêbazê wê yê tecnîdkirina zarokan, pispor ji Diyaruna re dibêjin.

Ji destpêka rêxistinê ve, wê zarok û xortên nûhatî bi zor û zextê tecnîd kirin, ew wan hînî îdyolojîya xwe ya ji rê derketî dike ûwan di cîbicîkirina êrîşan de bi kar tîne.

Newala Çemê Feratê [ya navîn] aniha penageha dawî ye ji endamên DAIŞê re, çalakvanê medyayê li Dêre Zorê Cemîl Ebid ji Diyaruna re got.

Wî got ku zarok û ciwanên ku li kampên bêwarîyê yên li vê deverê niştecî dibin bi awayekî taybet dibe ku rastî tecnîdkirinê werin, ji ber bermahîyên DAIŞê hewl didin ku hinek ji bandora xwe vegerîne û ew hewcedarîya van malbatan a dararyî bi kar tînin.

Zarokin weke çekdar li kampinan li Sûrîyayê hatin tecnîdkirin û rahînankirin ji alîyê "Dewleta Îslamî" ve. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Zarokin weke çekdar li kampinan li Sûrîyayê hatin tecnîdkirin û rahînankirin ji alîyê "Dewleta Îslamî" ve. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Wî got ku DAIŞ rastî kêmbûna çekdarên normal tê û dest pê kiriye zarokên li kampên bêwarîyê yên li devera Badîyayê (biyaban) li Dêra Zorê tecnîd dike.

"Kesên tecnîdê dikin hewcedarîya zarokan bo xwarin û cilan û tiştên din ên li kampan berdest in bi kar tînin," wî got, û not kir ku piranîya niştecîyên kampê di feqîrtîyeke belengaz de dijîn.

Wî got ku di çarçoveya xebatên derkirina DAIŞê ji deverê, Hêzên Sûrîya Demokratîk û hevpeymanîya navdewletî databêsek derbarê endamên DAIŞê yên naskirî ber hev kirin.

Çi hewldana ji alîyê van endaman ve bo ku birevin yan biçin welatekî din yan heta biçin devereke din li Sûrîyayê dê zehmet be," wî got, ji ber vê yekê DAIŞê di tecnîdkirina xwe de giranî daye zarokan.

Ev zarok tên amadekirin "daku êrîşên kujêner ên li hundir û derveyî Sûrîyayê cîbicî bikin," wî got, yan jî ew tên şandin bo mîsyonên koleçanê daku agahîyan bidin hev.

Hînkirin di rêya nepenîkirinê re

Dema ku DAIŞêbi awayekî çalak zarok û xortên nûhatî tecnîd kirin di lûtkeya hêzdarîya xwe de, wê ew di kampên ku bi awayekî taybet hatine dîzaynkirin hîn dikirin û ew bi şîretên şer zêde dikirin, raport destnîşan dikin ku ev çalakîbi heta asteke mezin rawestiyane.

"Piştî operasyona rakirina DAIŞê li Sûrîya û Îraqê dest pê kir, rêxistinê rahênana mucenedên zarok li kampên taybet rawestand," zabitê QSDê Ferhad Xocê got.

Tecnîdkirin û rahînana zarokan aniha bi dizî li kampên biçûk û yên belawela tên cîbicîkirin, ji ber tirsa êrîşên asmanî, wî ji Diyaruna re got.

Ligel hînkirina îdyolojî ya tê bikaranîn bo amadekirina zarokan û dêûbavê wan han didin ku dev ji wan berdin, "pere û xwarin alavên herî arezûkirî ne bo tecnîdkirina zarokên li kampan û zarokên malbatên xizan", wî got.

Dibe ku rakirina têgîn û tecnîdkirina "şêrzadên DAIŞê" xebateke girîng û pêwîsrtir be ji rakirina rêxistinê bi xwe, analîstê serbazî, liwa Ebdul Kerîm Ehmed, ê ku ji hêzên ewlekarîyê yên Mesrî istîfa bûye, got.

Ev yek ji ber ku dibe zarok û xortên nûhatî bi awayekî taybet rastî hewldanên mejîşûştinê werin, wî ji Diyaruna re got, û not kir ku gefa ew li ser civakê dikin "gelek xeternak e", çi li Sûrîyayê û çi li Îraqê.

Wî hişyarî da ku eger ev zarok neyên naskirin û guhdana guncan wenegirin, dibe ku Sûrîya rastî pêleke din a tundîyê were çaxê ku ew mezin bibin.

"Ev zarok dê mezin bibin û serên wan dagirtî ramanên tund in û ew şanên razayî yên girîmanekî ne ku dibe di her demê de bikevin rewşa çalakîyê," wî got.

Wî da zanîn ku girtina wan têrê nake bo rakirina xeterîya wan, û divê "ew rastî guhdana derûnî ya cedî werin" daku rewşa wan were rastkirin.

Wî anî ser ziman ku dibe ku hin ji wan demeke dirêj ji guhdanê ji wan re gerek be daku ew ji îdyolojîya tund a ew li ser hatin perwerdekirin xilas bibin.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Giring e ku werin çavdêrîkirin, bi taybetî li Mûsilê. Ew li vir in aniha. Divê ew werin muhasebekirin an çavdêrkirin, û navên malbatên wan werin qeydkirin. Bo xeberlêdana li dijî wan, 53512.

BERSIV BIDE