Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Hêzên êlan û Îraqî ewlehîyê li Beaca Nînewayê misoger dikin

Xalid Ta'î

Hêzên êlan û ewlekarîyê li Beacê awayên parastina navçeyê ji paşmahîyên DAIŞê nîqaş dikin di vê wêneyê de ku roja 18ê Tebaxê hatiye belavkriin. [Wêne ji Rêveberîya Polîsê Beacê hatiye wergirtin]

Hêzên êlan û ewlekarîyê li Beacê awayên parastina navçeyê ji paşmahîyên DAIŞê nîqaş dikin di vê wêneyê de ku roja 18ê Tebaxê hatiye belavkriin. [Wêne ji Rêveberîya Polîsê Beacê hatiye wergirtin]

Hêzên êlan û ewlekarîyê tedbîrên ewlehî werdigrin li navçeya Beacê, li başûr rojavayê Mûsilê, piştî êrîşên vê dawîyê yên paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), endamê encumena parêzgeha Nînewayê, Xelef Hedîdî ji Diyaruna Sêşemê (21ê Tebaxê) ragihand.

"Hêzên hevbeş ên polîs û artêşê cihgirtina xwe qayimtir dikin bo parastina navçeyê bi hevahengî ligel hêza heşda êla Şemer a Newadirû şervanên Caxêfayê," wî got.

Hedîdî got ku endamên DAIŞê roja Yekşemê hewl dan ku êrîşê şênîyên gundê Basîsîyayê bikin, lê êrîş ji alîyê hêzên ewlekarîyê û êlan ve hat têkbirin, û tundrew neçar man birevin.

Wî got ku navçeya Beac yek ji deverên îdarî yên herî girîng ên parêzgeha Nînewayê ye, ew ji alîyê rojava ve li ser sînorê Sûrîyayê ye, û herwiha devera biyabanî li bakurê rojavayê Enbarê, ya ku bi navê Firata Jorîn tê naskirin, li aliyê başûr.

Hêzên polîsê Îraqî operasoneke ewlekarî li Beacê li parêzgeha Nînewayê pêk tînin bo nêçîrkirina paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di vê wêneya ku roja19ê Tîrmehê hatiye belavkirin. [Wêne ji Rêveberîya Polîsê Beacê hatiye wergirtin]

Hêzên polîsê Îraqî operasoneke ewlekarî li Beacê li parêzgeha Nînewayê pêk tînin bo nêçîrkirina paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di vê wêneya ku roja19ê Tîrmehê hatiye belavkirin. [Wêne ji Rêveberîya Polîsê Beacê hatiye wergirtin]

Wî got ku paşmahîyên DAIŞê êrîşan li ser gundên Beacê û navçeya Heder a hevtixûb pêk tîninin ji hêlînên xwe li van deverên biyabanî.

"Terorîstan xanîyên gundîyan di du mehên borî kirin armanc, û pênc kes kuştin li Beacê, di nav de kurekî şeş-salî û dêya wî, û bav brîndar bû," Hedîdî got.

Wî got ku wan herwiha çar gundî li Tel Ebtayê li Hederê kuştin, û berî wan heft şivan û cotkar li heman navçeyên hatin kuştin.

"Êl xaka li navçeya Hederê kontrol dike û hêzên ewlekarîyê bi hejmareke mezin cih girtine," wî got, û da zanîn ku "heya hewcedarî heye ku hêzên bêhtir hebin û operasyonên serbazî yên gelektir li biyabanê bên encamdayîn, bi dirêjahîya zincîra sînorî bi Sûrîyayê re li parêzêgeha Nînewayê".

"Ev deverên sînorî ji Terîfawî bo Rabîa û Çiyayê Şengalê berfereh dibin, û bi hewcedarî xebatên ewlehî yên mezintir in bo têkbirina veşartgehên terorîstan û dagirtina valahîyên ku ew bi dizî di wan re derbas dibin," wî got.

Hêzên ewlekarîya Îraqî Beac, mezintirîn navçeya Nînewayê, roja 4ê Hezîrana 2017an ji DAIŞê rizgar kirin.

Ji wê demê de, hejmareke mezin ji bêwaran vegerîyan malên xwe li navçeyê û dora 500 bêwaran bi tenê vê heftîyê vegerîyane Cuxêfîyê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500