Nûçeyên Iraqê
Tawan û Dadmendî

Rejîma Sûrî bi destwerdana devera êrîşa gazê tê gumanbarkirin

Welîd Ebû Xêr li Qahîrayê

Ev wêne beşekî ji goristanê diyar dike goristana ku qurbanîyên êrîşa kîmawî ya angaştkirî lê hatine binaxkirin li Zemalkayê. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Ev wêne beşekî ji goristanê diyar dike goristana ku qurbanîyên êrîşa kîmawî ya angaştkirî lê hatine binaxkirin li Zemalkayê. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Tîmên rejîma Sûrî termên qurbanîyên êrîşa sarînê ya 2013an a li ser bajarokê Zemalkayê li Xûtaya Rojhilatî derxistin û ew term veguhastin cihine nenaskirî, çalakvanekî xwecihî wisa ji Diyaruna re got.

Veguhastina terman weke beşek ji hewldana veşartina hemû şopên êrîşê diyar dibe daku dûrî lêpirsînê bibin, gava lipeygerîna navdewletî di êrîşê de berfireh bibe, çalakvan Mihemed Bêk eşkere kir.

Tîmeke NY a lipeygeran di Îlona 2013an de ragihand ku wê "belgene zelal û piştrastkirî" dît ku gaza sarînê di bûyerekê di 21ê Tebaxa 2013an de hatiye bikaranîn li molgeha opozîsyonê ya Xûtaya Rojhilatî, li derveyî Şamê.

Destnîşankirina berpirsîya êrîşê ne di lîsteya tîmê de bû, ku rejîma Sûrî bi awayekî berfireh hate lomandin.

Pisporên NY ên çekên kîmawî nimûneyên xakê li Zemalkayê teftîş dikin piştî êrîşeke kîmawî ya angaştkirî ku bi sedan kes ji sivîlan bin ax kir. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Pisporên NY ên çekên kîmawî nimûneyên xakê li Zemalkayê teftîş dikin piştî êrîşeke kîmawî ya angaştkirî ku bi sedan kes ji sivîlan bin ax kir. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

"Tîmên ewlekarîyê yên rejîma Sûrî, ji 10ê Tebaxê de, baxê giştî li Zemalkayê dorpêç kirin, ku bû goristaneke komî piştî êrîşê," Bêk ji Diyaruna re got.

Goristan termên qurbanîyên êrîşa sarînê ya li ser bajarokê dihundirîne, ku bêhtir ji 1,000 kesî hatin kuştin.

Bêk anî ziman ku tîmên rejîmê yên bijîşkî termên li goristanê taqî dikirin, berî ku termên qurbanîyan veguhêzin cihine nenaskirî.

Wî got ku "kamyon li deverê hatin dîtin, ku axê ji deverê dibe û bi axeke din vediguherîne ku ji devereke din ji derdora bajêr wergirtiye."

Çalakvanên mayî hatin lêpirsîn

Li gorî Bêk û Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, tîmên rejîmê dawîn çalakvanên mayî, û stafên nûjdarîyê û berpirsên ku berpirsîya goristanê dikin bo lêpirsîna wan derbarê êrîşa 2013an de, girtibûn.

Wî got ku tîman lîsteyek navên kesên hatine kuştin di êrîşê de kom kirin û herwiha li ku hatin binaxkirin, herwekî lîsteyek bi navên kesên ku hatine birîndarkirin.

Hinek çalakvanên opozîsyonê û stafên nûjdarîyê bo lêpirsînê li deverê mane, tevî wilo, piranîya wan derketina ji deverê bijartin dema hêzên rejîmê derbas bûn.

Bêk da zanîn ku devera ku goristan lê ye rastî bombebarankirin û êrîşên asmanî gelek caran hatiye di salên dawîn de ji destpêka şer de.

Gotûbêjek li Zemalkayê heye ku rejîm xwe ji çêkirina avahîyekê li deverê re amade dike "da ku çi şopan ji êrîşê re nehêle", weke çawa li bajarê Dûmayê çêbû, wî got.

Li Dûmayê, termên qurbanîyên êrîşa 7ê Nîsanê ya kîmawî hatin veguhastin cihekî nenaskirî, wî ragihand, û avahîyek li devera êrîşê hat avakirin, ku veguherî gulîstaneke bîranînan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500