Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Minbic duyem salvegera rizgarkirina xwe pîroz dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Zarokin di performanseke folklorî de li bajêr Minbica Sûrîyayê beşdarîyê dikin di dema birêveçûyîna boneyekê de bo pîrozkirina salvegera duyem a rizgarbûyîna ji DAIŞê. [Wêne ji Ofîsa Medyayî ya Minbicê hatiye wergirtin]

Zarokin di performanseke folklorî de li bajêr Minbica Sûrîyayê beşdarîyê dikin di dema birêveçûyîna boneyekê de bo pîrozkirina salvegera duyem a rizgarbûyîna ji DAIŞê. [Wêne ji Ofîsa Medyayî ya Minbicê hatiye wergirtin]

Şênîyên Minbicê li bakurê Sûrîyayê vê dawîyê duyem salvegera rizgarkirina bajarê xwe ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) pîroz dikin.

Berpirsyarên bajar ji Diyaruna re gotin ku ji dema rêxistina tundrew hatiye têkbirin, ewlehî hatiye çesipandin û xizmetguzarîyên bingehîn êdî vegerîyane rewşa asayî, bi saya hevahengîya qayim a di navbera desthilatdarîyên sivîl û serbazî û xelkê de.

Roja 12ê Tebaxê, pîrozbehîyeke li navenda bajarê ser bi parêzgeha Helebê ve hat lidarxistin bi boneya salvegera duyem a rizgarkirina bajêr.

Di vê çarçoveyê de, rêwrismeke serbazî, ya ku gelek kes tê de amade bûn, hat lidarxistin ji alîyê Encumena Serbazî ya Minbicê ve û berpirsyarên encumenê hinek gotar xwendin.

Wêneyên şervanine ku di cenga derxistina DAIŞê ji Minbicê de li kolanên bajar hatine daleqandin bi boneya duyemîn salvegera rizgarikrina bajêr. [Wêne ji Ofîsa Medyayî ya Minbicê hatiye wergirtin]

Wêneyên şervanine ku di cenga derxistina DAIŞê ji Minbicê de li kolanên bajar hatine daleqandin bi boneya duyemîn salvegera rizgarikrina bajêr. [Wêne ji Ofîsa Medyayî ya Minbicê hatiye wergirtin]

Karkerin kolaneke serekî li bajarê Minbicê li Sûrîyayê çak dikin. [Wêne ji Ofîsa Medyayî ya Minbicê hatiye wergirtin]

Karkerin kolaneke serekî li bajarê Minbicê li Sûrîyayê çak dikin. [Wêne ji Ofîsa Medyayî ya Minbicê hatiye wergirtin]

Roja 15ê Tebaxê, pîrozbahîyeke seranserî bo şênîyên Minbicê û deverên din yên bakurê Sûryayê hat pêkanîn bo guhdarîya gotaran bikin û çêjê ji performansên folklorî wergirin.

Minbicê rêyeke dirêj paş xwe hiştiye

"Şerên bi DAIŞê re bo rizgarkirina bajar û deverên derdor 75 rojan dewam kirin, û tê de gelek endamên Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) û Encumena Serbazî ya Minbicê hatin kuştin," peyvdarê encumenê Şoreşvan Derwîş ragihand.

Bajar pir girîng bû ji DAIŞê re ji ber ew pir nêzî sînorê Turkîyayê ye, û ew weke navenda komrêyên ku parêzgeha Helebê bi deverên din ên Sûrîyayê ve girê didin tê naskirin, wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku berî Minbic were rizgarkirin -- bi piştgirîya hevpeymanîya navdewletî û QSD -- hebûneke mezin a çekdarên biyanî li bajarê hebû.

Paş du salan, "bajar xwedan encumeneke serbazî ye ku xwedan ezmûneke mezin a cengînê ye, û herwiha xwedan pêgeheke serbazî ye û hêzeke rêxistinkirî ye", wî got.

Wî got ku rêveberîya medenî ya demokarîtk ku nû hatiye damezrandin xizmetguzarîyan dabîn dike tevî hemû berhengarîyan, astengîyan û hewldanên têkdana aramîyê, û aniha xelk rewşa ewlehîya misogerkirî û aborîya geş jîyan dike.

Derwîş got ku bawerîya ku hevpeymanîya navdewletî daye Encumena Serbazî ya Minbicê nîşanderê kêrdarîya karê encumenê ye û pêbendîya wê bi sozên ji sivîlan re hatine dayîn.

"Me gelek destketin bi dest xistine û gelek heye ku em bi dest bixin, tevî astengî û gefên ku ji vir û wir di rêya me de derdikevin," wî got. "Ew me natirsînin û em rêya xwe ya ber bi seqamgêrî, ewlehî û xweşîyeke bêhtir ve li Minbicê berdewam dikin"

Berqerarkirina ewlehîyê û xizmetguzarîyan

"Sirûşta şîrazê civakî û gewdê biratîyê li bajarê Minbicê rê da ku gengaz be ku gelek tiştî di van her du salan de pêk werin," serokê encumena zagonsaz, Farûq Maşî ji Diyaruna re diyar kir.

Wî got ku bi berhevkirin ligel rewşa dema ku hat derxistina û aniha, veguhertineke mezin berbiçav e.

Wî got ku berîtîya rêveberîya sivîl û encumena zagonsaz ew e ku tîmên kar saz bikin, bi hevahengî ligel encumena serzaî ya bajar.

"Encumena Sivîl a Minbicê roja 5ê Nîsana 2016an hat damezrandin, berî rizgarkirina bajar, û ew xizmetguzarîyan ji şênîyan re dabîn dikin milbimilê encumena serbazî,"Maşî got.

Wî got ku guhlêdan li hemû sektorên jîyandarî hat kirin, bi taybetî sektora perwerdahîyê, ya ku piştgirîyê werdigire bo nûkirina dibistanan û amadekirina mamosteyan bo wergirtina xwendekarên ku ev sê salin dûrî dibistanan bûn.

Berîtîya pêşînrakirina pêşmahîyên teqemenîyên şer, mûzel û mînan bû, ligel berdestkirina xizmetguzarîyên kehrebê, av û sarincê û çaksazîkirina rêyan paş qedandina vî karî.

Minbic û deverên derdora wê "asteke bilind a ewlehîyê" jîyan dikin, bi saya hevahengîya di navbera sazîyên sivîl û serbazî de û bi saya piştgirîya şênîyan.

Hevgirtina civakî

"Min qet xeyal nedikir ku bajarê Minbicê dê bi vê lezgînîyê vegere rewşa asayî," cotkarekî bi navê Mehmûd Şêx Salih ji Diyaruna re ragihand.

"Di nava du salan de ew ji kontrola DAIŞê hat rizgarkirin û bi temamî hat çaksazîkirin, û her alîyê jîyanê vegerîya bo rewşa asayî," wî got.

Wî got ku xelkê deverê hevgirtina xwe nîşan da, û da zanîn ku ew li tenîşt hevûdu sekinîn bo avakirina bajarên xwe di serdema paş-DAIŞê re.

"Zordarîya DAIŞê tu cudahî di navbera xelkê herêmê de nekir, û ew hamû rastî bêwarî, eşkenceyêû heta bi kuştinê jî hatin," wî got.

"Helwesta herkesî -- Ereb, Kurd, Turkmen, Çerkes, Misilman û Xiristyan -- hevahengî, havawazî û yekrêzî bû, bo hilanîna şopên şer."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500