Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Şaredar: Tel Efer êdî li ser rêya başbûyînê ye

Xalid Ta'î

Navgînên şaredarîya Nînewayê kolanên Tel Eferê nû dikin, yên ku bi girî ziyan gihişte wan di cenga derxistina "Dewleta Îslamî" de. [Wêne ji şaredarîya Nînewayê hatiye wergirtin]

Navgînên şaredarîya Nînewayê kolanên Tel Eferê nû dikin, yên ku bi girî ziyan gihişte wan di cenga derxistina "Dewleta Îslamî" de. [Wêne ji şaredarîya Nînewayê hatiye wergirtin]

Salekê piştî rizgarkirina bajar ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), teqemenî ji kolanên bajarê Tel Eferê yên parêzgeha Nînewayê hatine rakirin, û şaredarîyê bajar dibêje ku jîyan hêdî hêdî divegere rewşa asayî.

Bajar bi giranî wêran bû li ser destê DAIŞê, wê mîn bi awayekî berfireh li seranserê Tel Eferê çandine berî ew di Tebaxa 2017an ji bajar bên derxistin.

Artêşa Îraqî erkê paqijkirina bajar ji mînan zû piştî rizgarkirinê girt ser milê xwe, û 317 alavên teqemenîyên yên li kolanan û di bi dehên malan de hatibûn çandin di heyama şeş mehan de hatin bêbandorkirin.

Şênîyê Tel Efer Tehsîn Şêx ji Diyaruna re got ku ew rastî gelek astengîyan hat çaxê ew vegerîya mala xwe destpêka vê salê piştî bêwarîya di kampekê de li başûrê Mûsilê.

Şênîyên TeEferê li derveyî firoşgehekê kom dibin, ku ew yekser dîsan hat vekirin paş rizgarkirina bajar. [Wêne ji şaredarîya Nînewayê hatiye wergirtin]

Şênîyên TeEferê li derveyî firoşgehekê kom dibin, ku ew yekser dîsan hat vekirin paş rizgarkirina bajar. [Wêne ji şaredarîya Nînewayê hatiye wergirtin]

Wî got ku xizmetguzarîyên giştî pir kêm bûn û xeterî hebûn, têkildarî rakirina mînan û bombeyên bidestçêkirî.

Şêx got ku ew dibîne pêşketin di rewşê de pêk hatine.

"Ez piştrast bûm ku dê bajarê me bi xêrahî vê qeyranê derbas bike," wî got. "Tevî ku rewş bi temamî nevegeraye rewşa berê, lê belê pêşketineke berbiçav rû daye."

"Xizmetguzarîyên giştî êdî baş dibin, firoşgeh dîsan vedibin, xelk diherike kolanan, û rewşa ewlehî baştir dibe" wî got.

Xizmetguzarîyên serekî hatine berdestkirin

Piranîya xizmetguzarîyan di tevgerê de ne piştî qedandina karên nûavakirinê bo çaksazîkirina ziyanan, şaredarê Tel Efer, Ebdulah Ebas Obêdî ji Diyaruna re ragihand.

Ev pêkanîna çakasazîyan bo dînemoyên ava vexwarinê û navenda serekî ya kehrebê.

"Ew bi tevahîya karîna xwe kar nakin, lewra kêmasî di xizmetguzarîyan de heye, lê rewş aniha ji berî çend mehan baştir e," wî got.

Obêdî got ku Nexweşgeha Te Eferê, ku yekane nexweşgeh e li bajêr, derîyên xwe ji nexweşan re vekiriye lê dîsan bi hewcedarî dermanan, pêwîstî û stafî pişîjkî ye.

"Bi tevahî 150 dibistan li bajêr hene, 10 ji wan bi temamî hatine wêrankirin, ên mayî jî ziya gihiştiye wan," wî got, û da zanîn ku heta aniha 60% ji karê nûkirin amadekirina dibistanan hatiye qedandin.

Gelek mal li Tel Eferê hatibûn wêrankirin yan ziyan gihiştibû wan di cenga derxistina DAIŞê de.

Rêxistinên navdewletî -- di nav de Rêxistina Koçberîya Navdewletî, ya ku 200 mal nû kirin -- alîkarîya desthilatdarîyên xwecihî dikin di nûkirina malan de bo hêsankirina vegera malbatên bêwar.

Rêxistinên navdewletî jî rolê dibînin di nûkirina dibistanan de, paqijkirina kolanên bajar û dabînkirina xizmetguzarîyên pêgehandin û şêweridarîya derûnî de.

Xizmetguzarîyên giştî "razîbar in"

Tel Efer zorîya şopa dagirkarîya DAIŞ "bi lezgînîyeke baş" dibe, endamê encumena xwecihî Tariq Husên Ekrîş ji Diyaruna re ragihand.

"Dora nîvê kesên ji bajêr revîyan û çûn kampên penaberan li Mûsilê, Herêma Kurdistanê û Turkîyayê aniha vegerîyane malên xwe," wî got.

Wî got ku li gorî payînên fermî,dora 20,000 malbat vegerîyane bajar, û "xizmetguzarî û ewlehîya baş" wan han dide ku vegerin malên xwe.

Ekrîş got ku xizmetguzarîyên tên dabînkirin li bajêr rizabar in, "lê ne ev e tiştê ku em hêvî dikin bi dest bixin, û em bi hewcedarê piştgirîyê ne bo baştirîn xizmetên ji xelkê xwe re misoger bikin".

"Di warê ewlehîyê de, tu pirsgirêkên me di vî warî de tune ne ji ber ku artêş û polîs parastineke tam ji bajêr re misoger dikin," wî da zanîn. "Firoşgeh vekirî ne û xelk bê tu pirsgirêk diçe karê xwe yê rojane."

Operasyona rizgarkirina Tel Eferê ne pir dijwar bû mîna yên din, mîna cenga rojavayê Mûsilê, endamê encumena parêzgeha Nînewayê, Xelef Hedîdî ragihand.

Wî ji Diyaruna re ragihand ku lê belê wêranî mezin bû, û jêrxaneya wize, tendirustî, perwerde û şaredarîyê tûşî ziyanê bû di dema dagirkariya DAIŞê de û di cenga rizgarkirinê de.

"Ew sektor aniha xizmetguzarîyan ji xelkê re dabîn dikin," wî got. "Lê belê di rastî de ew bi hewceyî pêxistin û çaksazîkirina bêhtir in bo ew bi tevahîya karîna xwe di xizmetê de bin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500