Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Sazîyên girêdayî Feyleqê Pasdaran hewl didin ku bandorê li Sûrîyayê bi dest bixin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Oldarê Îranî Elîrîza Erafî, serokê Zanîngeha El-Mistefa ya Navdewletî, bi balyozê Îranî re li Şamê dicive. [Wêne ji Beşîr Besam hatiye wergirtin]

Oldarê Îranî Elîrîza Erafî, serokê Zanîngeha El-Mistefa ya Navdewletî, bi balyozê Îranî re li Şamê dicive. [Wêne ji Beşîr Besam hatiye wergirtin]

Di rêya handana eqîdeya Wîlayet el-Feqîh (parêzerê Şerîetê) li sazîyan li Sûrîyayê, Feyleqa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) hewl dide ku kontrola xwe li ser niştecîyên Şîiî ferz bike, pisporan got.

Milîsên girêdayî Pasdaran, şopdarên Welî el-Feqîh in (parêzerê Şerîetê, Ayetulah Xamene'î,), yê ku desthilatdarîya tek û berz a li ser Pasdaran e.

Daku heman dilsozîyê di nav beşekî fereh ji niştecîyên Sûrî de belav bike, eqîde bi awayekî çalak di nav sazîyên perwerdeyî, civakî û olî yên cihêreng de hatiye belavkirin, parêzerê Sûrî Beşîr Besam ji Diyaruna re got.

Wî got ku armanc ji vê yekê ew e ku nifşekî nû ji ciwanên Sûrî rake yê ku hemû dilsozîya xwe bidin Welî el-Feqîh û Pasdaran.

Birêveberê Zanîngeha El-mistefa ya Navdewletî Şêx Samir Ubêd di şahîyekê de beşdar dibe li zanîngehê, cihê ku alên Hizbula û Îranê hatine raberkirin ligel alên zanîngehê. [Wêne ji Beşîr Besam hatiye wergirtin]

Birêveberê Zanîngeha El-mistefa ya Navdewletî Şêx Samir Ubêd di şahîyekê de beşdar dibe li zanîngehê, cihê ku alên Hizbula û Îranê hatine raberkirin ligel alên zanîngehê. [Wêne ji Beşîr Besam hatiye wergirtin]

Besam got ku ev sazî li seranserê Sûrîyayê belav in, di nav wan de Zanîngeha Mustefayê ya Navdewletî, ya girêdayî Pasdaran ya têkildarî Hêza Qudsê.

"Xwendekar tên rahênankirin ku disozîya ya tam bidin fermandarên hêza Qudsê û rahênana serbazî wergirin li navendên Pasdaran ên rahênanê li hunêdirê Sûrîya û Îranê"

Besam got ku bi heman awayî, li Kompleksa el-Resûl el-Edhem, xwendekar der diçin piştî ew zanistên olî dixwînin û dibin îmamên mizgeftan û oldar.

Wî got ku heft fêrgehên navîn û 750 mizgeft têkildarî vê kompleksê ne, li gel 50 navendên ezberkirina Quranê yên ku bi hezaran xwendekarên Sûrî der dike her salê.

Hevahengî bi Hêza Qudsê re hat çêkirin di rêya emîd Cewad Caferîû emîd Mecîd Elewî re.

Xwendekarên li kompleksa Seyide Ruqeya amade dibin -- fêrgeheke ku şaxên wê li Şam, Laziqîyê, Hums û Nubulê hene -- navên xwe tomar dikin weke çawa ew li zanîngehekê dikin û pileya dektora werdigirin.

Sazîyên ji alîyê Îranê ve tên kontrolkirin

Besam got ku ev sazemenî di dawî de ji alîyê nûnerê Xameneiî li Sûrîyayê, Ebu Fedil Tebatubaiî Eşxesarî, tên kontrolkirin.

Wî anî ziman ku Esxesarî yekser bi fermandarên Hêza Qudsê û Pasdaran re hevahengîyê dikin da ku piştgirîya hêzên karker, a lojistîk û moralî li deverên şer dabîn bikin cihê ku yekîneyên Pasdaran û milîsên têkildarî wê lê bi cih bûne.

Besam hişyarî da ji tirsa ku hewldanên Pasdaran çêdike da ku bandor û kontrola niştecîyên Sûrî bikin ne kêmtir e ji xetera destwerdana serbazî ya yekser.

"Ev gav dê destûrê bide IRGC ku li Sûrîyayê bimîne gelek salan di rêya avakirina nifşekî ku dilsozîya xwe dide fêrkirinên olî yên xirabkirî yên hewl didin ku kontrola mejîyên ciwanên Sûrî bikin," wî şirove kir.

Wî got ku rêxistinên tund mîna "Dewleta Îslamî" heman rêbaz bi kar anîn da ku bi hezarên ciwanan bo dozên xwe tecnîd bikin.

Wî got ku ev plan dê parçebûna mezhebî xurt bike di civaka Sûrî de ya ku dê bibe Astengîyek li pêşîya çi hewldana derbarê vegerandina hevgirtinê di navbera niştecyan de.

Bo cîbicîkirina vê armancê, wî anî ziman, Pasdaran dûrtir ji deverên li jêr kontrola rejîma Sûrî çû û ew derbasî deverên êlî bo di rêya van sazîyan re.

Wî got ku vê tevgerê, ligel handanên darayî, karîbû dilsozîya hin êlan misoger bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500