Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Serkirdene pilebilind ên DAIŞê li ser sînor Sûrî-Îraqê tên kuştin

Xalid Ta'î

Yekînene serbazî yên Îraqî cih digrin bo pêkanîna êrîşekê li dijî asêgeheke DAIŞê li nêzî sînorê bi Sûrîyayê re, di vê wêneyê de. [Wêne ji Pasevanên Sînor ên Îraqê hatiye wergirtin]

Yekînene serbazî yên Îraqî cih digrin bo pêkanîna êrîşekê li dijî asêgeheke DAIŞê li nêzî sînorê bi Sûrîyayê re, di vê wêneyê de. [Wêne ji Pasevanên Sînor ên Îraqê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî bi pişgirîya hevpeymanîya navdewletî komeke serkirdeyên rêza yekem û duyem ên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kuştin di êrîşeke asmanî de li ser asêgeheke wan li ser sînorê Sûrîyayê, berpirsekî Îraqî ragihand.

Di nav wan de Brahîm Şelal Meydan Zewbe'î, xezûrê serokê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî, yê ku weke destê wî yê rastê tê naskirin.

Hinek serkirdene din ên DAIŞê di vê êrîşa asmanî de hatine kuştin, li gorî berpirsekî Îraqî, bi navên Ebdul Wehab Mutayir Dulêfî, Arif Mehalif Husên Fehdawî û Xalid Ayid Casim Mihemed Zawî.

"Hewalgirîyên Îraqê xebatên xwe li hember endamên mayîn yên DAIŞê didomînin li herêmên rojavayê welat, bi taybetî yên bi dirêjahîya sînorê bi Sûrîyayê re," şahrezayê warê ewlehîyê, Seîd Ceyaşî ji Diyaruna Pêncşemê (16ê Tebaxê) ragihand.

Efserên Îraqê tevgerên endamên DAIŞê bi baldarî dişopînin li çolistana rojavayî ya Îraqê di wêneya ku roja 11ê Tebaxê li ser internetê de hatiye weşandin. [Wêne ji Pasevanên Sînor ên Îraqê hatiye wergirtin]

Efserên Îraqê tevgerên endamên DAIŞê bi baldarî dişopînin li çolistana rojavayî ya Îraqê di wêneya ku roja 11ê Tebaxê li ser internetê de hatiye weşandin. [Wêne ji Pasevanên Sînor ên Îraqê hatiye wergirtin]

Wî got ku rêxistin hewl dide ku civînan li devera sînorî yan jî li xaka Sûrîyayê li nêzî sînorê Îraqê li dar bixe.

"Dema agahî ji Şana Hewalgirî ya Bazan tê di derbarê civîneke terorîstan de, armanc bi hûrahî tê destnîşankirin û êrîşeke asmanî li dijî tê pêkanîn bi rêya kordînasyona di navbera hêza asmanî ya Îraqî û balefirên şer ên hevpeymanîyê de," wî got.

Piranîya serkirdeyan di nifşê dawî yê êrîşên asmanî de hatin kuştin, û ew weke Serencama Operasyonekê tê naskirin, ku 1ê Gulanê li herêma sînorî û Hewzê Rûbarê Ferata Navîn dest pê kir û heta bi xaka rizgar dest pê kir.

Di nava 6ê Tebaxê û 12ê Tebaxê de, hêzên hevpeymanîyê 12 êrîşên asmanî li Îraqê û Sûrîyê pêk anîn, hevpeymanîyê roja Duşemê ragihand.

Hevpeymanîyê eşkere kir ku ligel xesarên di canan de gihiştine rêxistinê, êrîşên asmanî rêyeke îmdadê û hejmareke veşargehên çakan, avahî, şikeft û navgînên ku rêxistinê ew bi kar tanîn hatin wêrankiirn.

Ceyaşî got ku desthilatdarîyên Îraqî texmîn dikin ku ew nasnameya serkirdeyên hatine kuştin di vîdyoyekê de di nava 48 demjimêrên werin de eşkere bikin.

Wî tu hûragahîyên din par ve nekirin, lê tekez kir ku kuştina serkirdeyên DAIŞê "xesareke mezin e ji DAIŞê re, ji ber ew serkirdeyên rêza yekem û duyem in di rêxistinê de, di nav de fermandarên meydanî û serkirdeyên pilebilind".

Hebûna Mîdyayî ya çilmisî

Ceyaşî got ku DAIŞ hewl dide ku hebûna xwe di medyayê de vegerîne ji ber ku alavên wê yên medyayî û çalakîya wê kêm bûne bi rêjeya dora 70% bi berhevkirin ligel rewşên berê.

Piranîya "nûçeyên" ku ajansa Amaq a DAIŞê belav dike bi awayekî berbiçav "ne rast in", wî got, û rêxistin bi "belavkirina derewan bo sazkirina wehma hebûna bandora wê ya derûnî û meydanî" gunehbar kir.

"Qebareya rêxistinê ya ku di medyaya wê de tê nîşandayîn tişteke, û hebûna wê ya rasteqîn li ser zemînê tiştekî din ê cuda ye," wî got.

Ceyaşî li dor egera kuştina serokê DAIŞê, Bexdadî, di êrîşa dawîn de got, "ew dûr e".

"Bexdadî gelek caran hatiye armanckirin û ew hîn jî armanceke girîng a hewalgirîya Îraqî ye," wî got, û da zanîn ku ajansên hewalgirîyê "di amadebaşîyê de ne bo lêgerîna li ser agahîyeke ku wan bigihîne cihê wî".

Wî daxuyand ku weke rewşa gelek rêxistinê tundrû de, DAIŞ pergaleke loyaletîyê rêbaz dike, û ev tê wateya ku dema serokê wan tê kuştin, ew vê yekê naveşêrin, û bi lez loyaletîyê ji kesekî din re îlan dikin.

"Dibe ku Bexdadî birîndare be," wî got. "Lê belê mirina wî nayên veşartin, ji ber ku divê xelefê wî bi lez were destnîşankirin û eşkerekirin bo yekîneyên cuda yên rêxistinê bikarin karê xwe bidomînin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500