Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî li veşartgeheke DAIŞê dixin li nêzî sînorê Sûrîyayê

Xalid Ta´î

Navgînên serbazî yên Îraqî biyabanê dimalin bi dirêjahîya sînorê welat ê bejî bi Sûrîyayê re di vê wêneya ku li ser Înternetê di 11ê Tebaxê de hatiye weşandin. [Wêne ji Fermandarîya Pasvanîya Sînor ya Îraqî hatiye wergirtin]

Navgînên serbazî yên Îraqî biyabanê dimalin bi dirêjahîya sînorê welat ê bejî bi Sûrîyayê re di vê wêneya ku li ser Înternetê di 11ê Tebaxê de hatiye weşandin. [Wêne ji Fermandarîya Pasvanîya Sînor ya Îraqî hatiye wergirtin]

Zincîreke êrîşên asmanî ji alîyê hêzên Îraqî li biyabana Enbarê nêzî sînorê bi Sûrîyayê re mirina bi dehan çekdarên "Dewleta Îslamî" encam da, di nav wan de serkirdeyên ku karibûn bi dizî ji Sûrîyayê derbas bibin.

Di 7ê tebaxê de, hêzeke hevbeş ji artêş, polîs û êlan pê dihat, bi piştgirîya hêza cewî ya Îraqî û hevpeymanîya navdewletî, êrîşeke mezin li dijî cihên DAIŞê nêzî gundê Um el-Wazê li navçeya Anehê ya Enbarê cîbicî kir.

Şêx Qeterî Semermed, fermandarekî hêza êlî ya Enbarê, ji Diyaruna re got ku êrîş "li ser bingeha agahîyên hewalgirî yên bi dîqet bûn û heta asteke bilind raz bû".

"Çar tunel li biyabanê, cihê ku endamên DAIŞê û serkirdeyên wê xwe lê vedişartin di dema êrîşê de hatin wêrankirin," wî got.

Endamên hêza pasvanên Sînor ya Îraqî çekên ku wan vegerandin nîşan didin piştî êrîşa li ser "Dewleta Îslamî" nêzî sînorê Sûrî di vê wêneya ku di 11ê Tebaxê de hatiye weşandin. [Wêne ji Fermandarîya Pasvanîya Sînor ya Îraqî hatiye wergirtin]

Endamên hêza pasvanên Sînor ya Îraqî çekên ku wan vegerandin nîşan didin piştî êrîşa li ser "Dewleta Îslamî" nêzî sînorê Sûrî di vê wêneya ku di 11ê Tebaxê de hatiye weşandin. [Wêne ji Fermandarîya Pasvanîya Sînor ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hemû kesên li wir hazir bûn -- teqrîben 20 endamên DAIŞê -- di êrîşê de hatin kuştin, yek ji wan weke fermandarê DAIŞê yê Îraqî Mihemed Eqîl tê binavkirin, ê ku berpirsê çekdarên rêxistinê bû li Şamîyayê li rojhilatê Enbarê.

Hejmareke çekan û navgîn di êrîşê de hatin ruxandin, Semermed got, di nav wan de çar navgînên bi mîtralyozan barkirî bûn, sê mîtralyozên sivik, 70 tifingên êrîşker, çar kemerên teqîner û teqînên bidestçêkirî.

Hêzên ewlekarî amade ne daku operesyonên xwe bi rê ve bibin "bi moralekî bilind û bi mêrxasî", wî got û wan nîşan da ku ew karin ber xwe fereh bikin da bigihin çi devera dibe ku tundrew lê hebin, ci li bajar û çi li biyabanan.

Armanckirina veşartgehên DAIŞê

Demeke kurt piştî operesyonê, hêzeke Fermandarîya Operesyonên Jezîrê, Tabûra 8mîn û Pasvanên Sînor, bi piştgirîya hevpeymanîya navdewletî, dest bi êrîşeke din kir li bakurê Rewayê li rojavayê Enbarê.

"Di destpêkê de, hêzên me ketine şer bi komeke terorîstan re," şaredarê Qaimê Ehmed Dilêmî ji Diyaruna re got. "Piştî ew hatin dorpêçkirin, ew ketin şikeftekê ku paşê bi êrîşeke asmanî hat armanckirin."

"Di vê êrîşê de heşt terorîst mirin, çar navgîn û şeş motor hatin ruxandin û şeş kemerên kujer hatin dîtin li gel hin çek û cebirxaneyan", wî anî ziman.

Li gorî Dilêmî, hîn DAIŞ dibîne gelekî zehmet e ku veşartî bimînin yan li deverekê bimîne demeke dirêj.

Wî got ku ev bi awayekî taybet li deverên biyabanî li dirêjahîya bakurê Feratê tê cîbicîkirin.

Operasyonên şopandina tundrewan li deverên biyabanî yên fereh tên cîbicîkirin, wî not kir, êrîş jî berdewam in bo armanckirina veşartgehên DAIŞê, ji ber vê yekê ji çekdarên DAIŞê re zehmet e ku bi azadî tevgerê bikin bê ku werin kifşkirin û armanckirin.

Lêbelê, wî hişyarî da, ku gengaz e hejmareke mezin ji tundrewan bi dizî ji Sûrîyayê derbasî biyabana Îraqî bibin, cihê ku rêxistin tê armanckirin.

Xebatên ewlekarîya sînor

Parêzgeha Enbarê 400 kîlomitran sînor bi Sûrîyayê re hevbeş e.

Hêzên ewlekarî "kar dikin daku valahîyê dagirin û çi hewldana ji alîyê terorîstan ve ku bi dizî derbas bibin têk bibin, bi taybet di bin sîya şevê de", endamê encumena parêzgeha Enbarê, Kerîm Kerbûlî ji Diyaruna re got.

"Xaka me ewle ye û hêzên me bendewarîyê dikin daku bigirine ser her kesê bixwaze bi dizî derbas bibe," wî anî ziman.

Di 10ê Tebaxê de, Kerbûlî got, Tabûra 8mîn derket hemberî komeke endamên DAIŞê yên hewl dan ku bi dizî ji Sûrîyayê derbas bibin û derbasî Qaimê bibin nêzî gundê Bîr el-Meransayê bibin li navçeya Rumanayê.

"Ev koma terorîst ji neh endaman pêk dihat, heft ji wan di pevçûnê de hatin kuştin û du ji wan hatin girtin," wî got.

Jêderine ewlekarî ji Diyaruna re gotin ku peygerîna bi wan her du girtîyan re dîyar kir ku ew fermandarê DAIŞê bûn ji Mûsilê.

Di nav mikurhatinên wan de bi peygerên Tabûra 8mîn re, her duwan piştrast kir ku şana wan derbasî sînor bû "li ser bingeha emirên ji hêla serkêşîya DAIŞê".

Wan got ku ew hatibûn agedarkirin ku demeke dirêj li biyabana Enbarê nemînin, lê yekser herin deverên ku rewşa ewlehê li wan nermtir e, mîna beşên dûr ên parêzgeha Selahedînê, bo amadekirina pêleke êrîşan.

Hejmareke raportên medyayê di 12ê Tebaxê de ragihand ku perpirsên serbazî mirina "dehên terorîstan" teqez kir li biyaban rojavayê Enbarê.

Di nav wan de çekdarên biyanî û yên Îraqî û hin din ji komeke girêdayî Qaidê tê naskirin weke "Pasvanên Ol", ya ku di cenga Sûrî de şer dike.

Hikûmeta Îraqî piştgirîya xebatan berdewam dike ji bo tundrewan bişopîne û nehêle bi dizî ji Sûrîyayê derbas bibin, Kerbûlî got, wî not kir ku bajarên Enbarê ewlekarîyeke zêde dijîn, bi saya van pêngavan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500