Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Çalakvan dixwazin rejîma Sûrîyayê ji ber êrîşên kîmawî were dadkirin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Ebdil Hemîd Yûsif, yê xwedanê vê wêneyê, 19 kes ji malbata xwe wenda kirin roja 4ê Nîsana 2017an, di êrîşa kîmawî de li ser Xan Şêxûn. [Wêne ji Beşîr Besam hatiye wergirtin]

Ebdil Hemîd Yûsif, yê xwedanê vê wêneyê, 19 kes ji malbata xwe wenda kirin roja 4ê Nîsana 2017an, di êrîşa kîmawî de li ser Xan Şêxûn. [Wêne ji Beşîr Besam hatiye wergirtin]

Çalakvan belgeyan pêşkêşî rêxistina qedexekirina bikaranîna çekên kîmawî ya cîhanî dikin bo misogerkirina cezakirina rayedarên rejîma Sûrî yên berpirs ji bikaranîna çekên kîmawî yên qedexe.

Hikûmetên cîhanê roja 27ê Hezîranê deng li ser zêdekirin desthilatdarîyên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî (OPCW) dan bo ew bikaribe navên kesên li pişt êrîşên bi çekên jehrîn li Sûrîayê eşkere bike.

Proje-biryar bi 82 dengan li hember 24 dengan bi ser ket, tevî dijberîya Rûsya, Sûrîya û Îranê.

"Rêxistinên mafên mirov ên Sûrî zêdetir ji 350 raportan pêşkêş kirin li dor bikarannîa artêşa rejîmê ji çekên kîmawî re li dijî sivîlan di salên borî de," parêzerekî Sûrî bi navê Beşîr Besam ji Diyaruna re ragihand.

Nexweşek tê tîmarkirin li Xan Şêxûnê piştî êrîşa roja 4ê Nîsana 2017an, ya ku tê de gaza sarîn hate bikaranîn li parêzgeha Idlibê ya ku li jêr kontrola rejîmê ye, û 83 kes hatin kuştin. [Wêne ji Beşîr Besam hatiye wergirtin]

Nexweşek tê tîmarkirin li Xan Şêxûnê piştî êrîşa roja 4ê Nîsana 2017an, ya ku tê de gaza sarîn hate bikaranîn li parêzgeha Idlibê ya ku li jêr kontrola rejîmê ye, û 83 kes hatin kuştin. [Wêne ji Beşîr Besam hatiye wergirtin]

Wî got ku OPCW bi tenê hejmareke biçûk ji van raportan lêkolîn kirine, û ew qala 70 êrîşan dikin, û herwiha zehmet e ku mirov bigihêje deverên ku tê angaştkirin ku êrîş lê pêk hatine.

"Hejmareke mezin ji çalakvanan li Sûrîyayê û li derve bi hûrahî vê pirsê dişopînin bo serxistina dadwerîyê û cezakirina kesên berpirsyar ji kiryarên tawankarî li dijî sivîlên Sûrî," wî got.

Besam got ku çalakvanên ku ligel rêxistinên hewarçûnê û nûjdarîyê dixebitin hewl dane, li gorî karînên xwe, ku belgeyan li dor sûcdarîya rejîmê peyda bikin.

"Wan taqîkirina bijîşkî ji hinek birîndarên ku bo derveyî Sûrîyayê hatibûn veguhestin bo werin tîmarkirin piştî hilmijîna gazên jehrîn pêk anî," wî got.

Wan herwiha wêne û vîdyoyên ku kêlîyên ku sivîl tê de tûşî tengenefesîyê hatin û mirin piştî hilmijîna gazên jehrîn belge dikin dabîn krine.

Cihên êrîşên gumanbar

Li gorî xebatkar û perestarên rewşên tengavî, dora 40 kes hatin kuştin di êrîşeke kîmawî de roja 7ê Nîsanê li ser Dûmaya li jêr kontrola opozîsyonê de.

OPCW roja 13ê Hezîranê got ku wê tu delîlên bikarhatina gaza demaran di êrîşê de nedîtine, lê dibe ku klor hatibe bikaranîn, û got ku tîma wê ya şopandina rastîyê "teqemenîyên cuda û keresteyên kîmawî yên organîk yên kilorgirtî dîtin".

"Karkirin ligel tîmê bo sûdwergirtin ji van encaman berdewam e," OPCW got.

Roja 13ê Hezîranê, OPCW ragihandibû ku "gelek gengaz e" ku sarîn û klor di du êrîşên cuda de hatine bikaranîn li gundê Latamnayê li bakurê rojavayê Sûrîyayê rojên 24 û 25ê Adara 2017.

Roja 30ê Adarê, Latamnayê rastî êrîşeke sêyemîn hatibû ku tê de sarîn hatibû bikaranîn, birêveberê OPCW, Ehmed Uzumcu ji AFP re sala par ragihandibû.

Êrîşa Xan Şêxûnêroja 4ê Nîsana 2017an ku tê de zêdetir ji 80 kesan hatin kuştin, dihat payîn ku yekemîn êrîş bû ku rejîmê sarîn tê de bi kar aniye ji çaxê êrîşan Tebaxa 2013an a kujêner li Xûtaya Rojhilatî.

NY piştrast kiribû ku sarîn di êrîşa 2013an de hatibû bikaranîn, ku tê de 1,000 kes hatibûn kuştin, di nav de bêhtir ji 400 zaroakn, rojnamegerekî Sûrî bi navê Mihemed Ebdula ji Diyaruna re ragihand.

Sizayên li dijî rejîma Sûrîyayê

"Hêzên rejîma Sûrîyayê êrîşên sîstembar li dijî sivîlan pêk anîne bi çekên kîmawî û yên qedexkirî," profesorê zagona Tawankarîyê li Zanîngeha Qahîrayê û lêkolîer di Navenda Herêmî bo Lêkolînên Stratejî, Wail Şermînî got.

Ev stratîjî hat rêbazkirin "bo vegerandina deverên li derveyî kontrola wê", wî ji Diyaruna got, û da zanîn ku rejîmê û alavên medyayî yên alîgirên wê gelek daxuyanî derxistin ku tê de bikaranîna çekên kîmawî mendelkirin.

"Radestkirina vê yekê ne pir zehmet e, bi tenê dem jê re pêwîst e, ji ber şopên hinek madeyên bikarhatî, bi taybetî gazên xerdel û sarîn, pir zehmet e werin veşartin," wî got, û da zanîn ku veşartina delîlên bikarhatina gaza klorê hêsantir e.

Şerîmî got ku li gorî zagona navdewletî, berpirsyarî herwiha tê ser milê kesayet û kompanîyên ku ew veguhestine, yan jî hêsankarî û fînansekirin ji van operasyonan re dabîn kirine.

"Vê yekê hişt ku Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê û hikûmeta Fransîku sizayan bisepîninli ser hejmarek ji pêgehan," wî got.

Di nav de Navenda Lêkolîn û Dîraseyên Zanistî ya Sûrî (SSRC), Kompanîya Bazirganîya Elektronîyan a Qatircî û Kompanîya Top Teknolojîz.

Amerîkayê roja 25ê Tîrmehê ragihand ku wê siza li ser heşt kesan û pênc pêgehan sepandine, ku wan roleke girîng gerandiye di tora kiryarîyên programa çekên kîmawî yên Sûrîyayê de.

Ev rêkar, di çarçoveya tevgereke kordînekirî ligel Fransayê tê, ku tora kîryarîyên SSRC dike armanc, ku Xezîneya Amerîkî dibêje ew berpirs e ji pêşxistina çekên kîmawî, AFP ragihand.

"Bikaranîna hovane ya çekên kîmawî, di nav de êrîşên li dijî jin û zarokên bêsûc, hîn bi kurahî di hişên me de şitilandîne," Sigal Mandelker, birîkara Xezîneya Amerîkî bo karûbarên Terorîzmê û hewalgirîya aborî, got.

"Em kampanyaya xwe didomînin bo rawestandina êrîşên rejîma Esed ên tundbar bi rêya armanckirina torên kiryarîyan ên ku piştgirîya programa çekên kîmawî ya rejîmê kirin," wê di daxuyanîyekê de got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500