Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Rejîma Sûrîyayê careke din gundewarê Idlibê borduman dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Zarokin birîndar di topbarana rejîma Sûrî de li ser bajarokê el-Teh û Tehtaya li başûrê parêzgeha Idlibê di hundirê ambûlansekê de alîkarîya serekî werdigrin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Zarokin birîndar di topbarana rejîma Sûrî de li ser bajarokê el-Teh û Tehtaya li başûrê parêzgeha Idlibê di hundirê ambûlansekê de alîkarîya serekî werdigrin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Rejîma Sûrî roja Duşemê (13ê Tebaxê) topbarana asmanî li ser deverine gundewarê başûrî yê parêzgeha Idlibê nû kir, û hêzên rejîmê û hevalbendên wê anîna hêzên piştevanîyêbo deverên hevtixûb didomînin, çalakvanekî da zanîn.

Hêzên din tên komkirin li deverên li jêr kontrola rejîmê li parêzgeha Laziqiyê, ya hevtixûbê Idlibê,di çarçoveya operasyoneke pêşbînkirî de, Museb Esaf ji Diyaruna re ragihand.

Esaf got ku hêzên rejîmê dest pê kirine deverinan ji gundewarê Idlibê borduman dikin ji sibeha Duşemê ve, û bûn sedema hejmarek ji mirinan û birîndarbûyînan û pêleke bêwarîyeke mezin a sivîlan ber bi deverên ewlehtir e ve herikî.

Wî got ku li bajarokên Teh û Tehtaya, du jin û zarokek hatin kuştin di êrîşa wêranker de, û çar kesên din li devereke niştecihbûnê birîndar bûn.

Endamekî berevanîya sivîl a Sûrî radihêje zarokekê dixe ambûlansekê de bo ew guhlêdana nûjdarîya ya serekî werbigire. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamekî berevanîya sivîl a Sûrî radihêje zarokekê dixe ambûlansekê de bo ew guhlêdana nûjdarîya ya serekî werbigire. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Esaf da zanîn ku bordumanê bajarok û gundên başûrî yên Ter'î, Mean, Tel Meraq û Temnaa kirin armanc.

Pêleke nû ya bêwarbûyînê

Wî got ku hejmareke mezin a sivîlan hatin dîtin ku van bajarokan bi cih dihêlin -- nemaze Teh û Tehtaya, yên ku aniha bi piranî ji sivîlan vala ne -- û berê xwe didin navenda parêzgeha Idlibê, bo ji agirê topxaneyê xwe bi dûr bixin.

Wî got ku topbarana giran û êrîşên asmanî yên dubare gelek sivîlênXan Şêxûn neçar kirin ku malên xwe biterikênin û biçin deverên ewletir.

Esaf got ku bêwarbûyîn berferehtir dibe hevdem ligel gihiştina berdewam a hêzên piştevanîyên yên rejîmê, û da zanîn ku tevgereke mezin a bûwarbûyînê li deverên bakurî yên Hemayê tê têbînîkirin.

"Bi hatina van hêzên piştevanîyê, rejîm dixwaze hêzdarîya hêzên xwe li deverên li jêr kontrola xwe yên li raserî deverên li jêr kontrola rejîmê zêde bike," wî şirove kir.

Esaf got ku piranîya sivîlên nû bêwar bûne berê xwe dane deverên çandinîyê, û şevên xwe li çolê derbas dikin, û tu alî piştgirîya wan nake.

Wî da zanîn ku pêla herî dawî ya bêwarbûyînê di demekê de tê ku Idlib bi himbizî bûye warê bêwarên ji deverên din, û aniha karîna wê tune ye ku bêwarên bêhtir wergire.

Vê pirnifûsî tirs di nav şênîyan de gur kir, ji ber ew pêşbînî dikin ku dê qurbanîyên sivîl ên yekcar mezin hebin eger rejîmê tu operasyoneke serbazî li herêmê pêk anî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500