Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Serokê şaredarîyê: Retba ji derbasbûnê bi dizî yên DAIŞê parastî ye

Xalid Ta'î

Efserên artêşa Îraqî û berpirsên xwecihî rêyên hevahengîkirin di pêşkêşkirina xizmetan de bo niştecihên Retbayê nîqaş dikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Efserên artêşa Îraqî û berpirsên xwecihî rêyên hevahengîkirin di pêşkêşkirina xizmetan de bo niştecihên Retbayê nîqaş dikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Bajarê Retbayê li Enbarê "parastî" ye ji derbasbûa paşmahîyên "Dewleta Îslamî"(DAIŞ) û tu buyerên mezin di heyama du salan de çênebûye, serokê şaredarîyê Îmad Dulêmî ji Diyaruna re îroj Duşemê (13ê Tebaxê) got.

"Hêzin ji firqeya 1mîn yên artêşê, bi fermnadarîya polîsê parêzgeha Enbarê û çekdarên êlan, berpirsyarîya parastina bajêr hildigirin," wî got.

Wî ragihand ku ev hêz "bi hevkarîyeke ewlehî xurt bo parastina bajêr kar dikin û rêya bilez ya navneteweyî ya bi alîyê dergeha Trêbilê dirêj dibe bi Urdinê re û dergeha Welîdê bi Sûrîyayê re."

Dilêmî anî ser ziman "sûrekî ewlehî li dor bajarê me heye," û da zanîn jî ku yekîneyên sebazî operasyone lipeygerînê rojane pêk tînin bo paşmahîyên DAIŞê li biyabana Retbayê.

Hêzeke serbazî ji firqeya 1mîn a piyade pagerke ewlehî li bajarê Retbayê li Enbara rojhilatî pêk tîne. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzeke serbazî ji firqeya 1mîn a piyade pagerke ewlehî li bajarê Retbayê li Enbara rojhilatî pêk tîne. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wî got "bajar ji hewldanên derbasbûnê parastiye û tam aram e," û da zanîn ku tevgera niştecih û kelûpelan li ser rêya navneteweyî "ewle û asa" ye.

Xebatên hewalgirîyê girtina endamên terorê yên tirsnak hêsan kirin ku wan şanene razayî pêk tanîn, wî anî ser ziman.

"Berî sê heftîyan, teroristekî ji dadgehê re xwestî hat girtin piştî çavdêrîyeke baş ji hêla firokeyên çavdêrîyê ji çaxa ku ew li biyabanê bû heta gihaşt bajêr," wî got.

Dilêmî anî ziman ku hêzên ewlehîyê gelek êrîş li dijî bargeh û veşartgehên DAIŞê pêk anîn li devera Dabayê li başûrî Retbayê.

Di 6ê Tebaxê de, wan enbareke cebirxaneyê li deverê wêran kirin ku "65 mûşekên topavêjî, 35 mûşekên hawinê, hejmarek bombeyên bidestçêkirî bi qasene cihêreng, û bermîlek kemberên cebirxaneyê dihundirand," wî got.

Artêşa Îraqî piştgirîya nûavakirinê dike

Herwiha artêş piştgirîya sektorên sivîl û xizmetan dike weke beşek kampanya "Îraq welatê me yê gewre ye, Em dê bi hev re ava bikin", a ku di 1ê Tebaxê de li Retbayê pêk hat.

Dilêmî ragihand ku kampanî "beşdarîya firqeya 1mîn e bo piştgirîya birêvebertîya bajêr bo peydakirina xizmetîyên giştî ji milet re û çaksazkirina projeyên ku terorê wêran kirine."

"Îroت artêş alîkarîya me di çaksazkirina jênaretor û torên ava vexwarinê dikin, bi otombîlên wê yên taybet (merbêrên kehrebê, tanker û krenk) û herwiha di paqijkirin û peydakirina xizmetîyên şaredarîyê de alîkar in," wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500