Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hejmara kuştiyên teqîna bajarê Sermedaya Sûrîyayê bilind dibe

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Karmendên berevanîya sivîl û xwebexş sivîlên asêmayî li jêr kavilan roja Yekşemê (12ê Tebaxê) li cihê teqîna ku bajarê Sermeda yên parêzgeha Idlibê kir armanc. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Hejmara mirîyên teqîna Yekşemê (12ê Tebaxê) ya ku depoyeke çekan li derbasgeha bajarê Sermedayê, li gundewarê başûrî yê Idlibê, kir armanc û du avahî bi erdê ve kirin, bo 69 kesan bilind bû, li gorî jêderên xwecihî.

Di teqînê de 52 sivîl mirine û 17 endamên Tehrîr el-Şam hatine kuştin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov îroj Duşemê ragihand.

Duwazdeh zarok di nav miriyan de bûn.

Teqîn li meydana Bab el-Hewa qewimî û du avahî rûxandin ku 30 apartment û hejmarek ji firoşgehan dihewînin, çalakvan Heysem Idlibî ji Diyaruna re ragihand.

Karmendên berevanîya sivîl a Sûrî alavên giran bikar tînin bo rakirina kavilên avahîyên hilweşîyayê piştî teqîna roja Yekşemê (12ê Tebaxê) li bajarê Sermedayê ku 69 kes tê de hatin kuştin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

"Yek ji van avahîyan depoyeke çekan dihewand, ku ya bazirganekî çekan ê nêzî Tehrîr el-Şam e, bi navê Ebû Yezen Homsî, û ew ji dema teqînê de nehatiye dîtin," Idlibî got.

Wî got ku her yek ji her du avahîyên rûxayî çar qa bûn, û her qatekî çar apartmentan dihewîne.

Wî got ku apartmantan bêwarên ji herêma Helebê dihewandin, nemaze ji bajarê Dareyayê, û da zanîn ku gelek ji wan malbatên endamên Tehrîr el-Şam bûn.

Xebatên xelaskirinê dewam dikin

Paş buyerê, karkerên berevanîya sivîl ketin tevgerê bo rakirina laşan û kesên sax ji bin mozelan.

Li gorî jêderên berevanîya sivîl, proses dê hinek demê bibe heta sergiştin bibe û ew bi hêdî didome ji tirsa ku cebilxane û teqemenîyên neteqîyayî hebin.

"Şênîyên deverê bi giştî li dijî belavbûyîna depoyên çekdar yênTehrîr el-Şam û hêzên çekdar ên din, û hebûna bazirganên çekan li deverên niştechbûnê ne," Idlibî got.

"Depoya çekan a ku ev bobelat anî holê li jêr kontrola Tehrîr el-Şam e," wî not kir, "û xwedan kom bi cebilxane û çekan zêde dikir û tiştek li wî cihî kom nekir bêyî destûra hevbendîya tundrew."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500