Nûçeyên Iraqê
Analîz

Weke hewldanekê, DAIŞ tektîkên kevin bikar tîne daku xisarên xwe qerebû bike

AFP

Xortê Durzî yê ciwan Muhened Sakûn li ser destên "Dewleta Îslamî" hatiye îdamkirin heftîya borî piştî ew ji alîyê rêxistinê ve bi dehên girewekan re ji gundê Şebakê li parêzgeha Swêdayê li başûrê Sûrîyayê hat revandin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Xortê Durzî yê ciwan Muhened Sakûn li ser destên "Dewleta Îslamî" hatiye îdamkirin heftîya borî piştî ew ji alîyê rêxistinê ve bi dehên girewekan re ji gundê Şebakê li parêzgeha Swêdayê li başûrê Sûrîyayê hat revandin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

"Dewleta Îslamî" difikire kontrola xwe li ser desthilatdarîya ku ji dest wê derketiye vegerîne di rêya vegera bo tektîkên xwe yên tirsnak ên ku berî her tiştî ew ber bednavîya cîhanî ve bir, analîst dibêjin, di nav de îdamkirin û revandîna hindikahîyan.

DAIŞê heftîya borî xwendekarekî 19 salî ser jê kir ,yek ji bêtir ji 30 Durzîyên Sûrî yên wê di dawîya meha Tîrmeha bûrî de revandin di pêleke teqînên kujer, kuştina bi fîşekan û kêr tê rakirinêli parêzgeha Siwêdayê ya li başûrê Sûrîyayê.

Dema ku medyaya DAIŞê ya fermî xwe kire berpisa êrîşan, kenalên propegandayê operesyonên revandinê neanîn ziman.

Li şûna wê yekê, jêderên xwecihî û çavdêrên cengê dibêjin ku tundewan gift û go dikirin daku girewekên Durzî bi fermandarê DAIŞê û hin çekdarin din ên ku hikûmeta Sûrî ew girtine biguhêze.

"Ji alîyekî ve ew eşkere xelkê dikujin, lê li pişt pergehê ew dikarin girewekan bibin û wan biguhêzin," Hesen Hesen, şirovekarekî berz di Enstîtua Tehrîr bo Siyaseta Rojhilata Navîn de, dibêje.

"Ev tiştekî sereke ye -- ev hemû beşeke ji xebatekeê ku şanên xwe vejîne, hinek ji resorsên xwe vegerîne û hinek ji serkêşî û payeyên xwe biguhêze bi kesên ku wê revandine û di zindanên xwe de girtine," Hesen got.

DAIŞ weke rêxistin vekişîye ji çaxa ku ya jê re tê gotin "xîlafet" li Sûrîya û Îraqê di sala 2014an de îlan kir, wê şîrovekirina gelekî kevneperest ji ola Îslamê re cîbicî kir, di nav de îdamkirina eşkere.

Sala par, her du kursîyên desthilatdarîyê --Mûsil û Reqa -- ji dest rêxistinê derketin û di van her çend mehên bûrî de ew ji derdora paytexta Sûrîyayê Şamê hat derxistin.

Gelek ji fermandarên wê yên berz hatin kuştin û rêjîm û hêzên bi piştgirîya hevalbendê bi awayekî cuda endamên DAIŞê li gel wan girtî ne -- di nav wan de çekdarên biyanî yên bednav -- li seranserê welat.

Daku ew hin ji van xisaran vegerîne, di be ku DAIŞ dê bimîne rêbaza "her çendekê xelkê birevîne " bikar bîne, Hesen got.

"Hemû xetên sor derbas dike"

DAIŞê heman tektîk li Sûrîya û Îraqê bikar anîn, wê di sala 2015an de 220 Aşûrî revandin li bakur û rojhilatê Sûrîyayê yên teqrîben wê di dawîyê de li hember fidyeke mezin guhastin.

Giftûgo ji bo girewekên Durzî yên mayî -- 13 jin û 15 zarok -- li dar in di rêya hevahengîya Rûsî bi hikûmeta Sûrîyayê re, li gor serkirdeyekî olî yê Durzî yê berz.

Ew xwendekarê ku ji alîyê DAIŞê ve hat serjêkirin hefteya bûrî bi dêya xwe re hat revandin.

Xizmên xort vîdyoyok wergirtin, tomarkirina ku xortê ciwan tê de diaxêvî berî were kuştin, herwiha serjêkirin û wêneyê laşê wî yê bêrih.

Analîst dibêjin ku markeya şok û terorê demeke dirêj beşek bûn ji rêbazê karê DAIŞê.

Dibe ku êrîşa DAIŞê ya herî bednav li dijî civakeke hindikahîyanew bû êrîşa wê li dijî Êzîdîyên Îraqî di sala 2014an de, dema wê zor li dehên hezaran ji komên olî yên piçûk kir ku birevin û keç û jin weke talanên şer girtin.

Xetar Ebû Dyab,pisporeke derbarê Sûrîyayê li Parîsê ye, got ku êrîşa li ser Durzîyan ew demên tarî anîn bîra me.

"Kirar û bedkarîya li dijî sivîlên Durzî hatin pêkanîn ji çaxa Çarşema Reş ve (25ê Tîrmehê) gelekî dişibin wan bedkarîyên ku ji alîyê DAIŞê ve li dijî Êzîdîyên Îraqî hatin pêkanîn," Ebû Dyab got.

"Ligel civaka bav û kalan, birina girewekên jin hemû xetên sor derbas dike,"

"Anarşîyê çêdike"

Durzî, ên ku 3% bûn ji niştecîyên Sûrîyayê berî şer, ew bawerîyeke raz ya tê raçavkirin ku beşeke ji Îslamê dişopînin, bawerîya ku ji alyê DAIŞê weke zindîqîyê tê reçavkrin.

Serkirdeyên wan hewl dan ku rêzkirinekê xilole bi rejîmê re biparêzin: li hember ku ew alîgirê rejîmê bin, mêrên Durzî dê neyên tecnîdkirin û ew dê derveyî cihê xwe neyên şandin bo şer.

Di rêya armanckirina Durzîyan re, DAIŞ dixwaze wê têkilîyê bişikîne, li gorî Pîter Van Ostayin, pisporekî belcîkî ye derbarê rêxistinên tund.

"Êrîşek li ser civaka Durzîyan li Swêdayê armanc dike ku nerehetîyê çêke û ew weke hewldanekê ye ku bihêle durzî li dijî rejîmê rabin," wî got.

"Di dawî de, ev tektîka DAIŞê ya kevn e bi hemû şêweyên xwe: ew hewl dide ku tevlihevîyê çêke û dawîya dawî ew tevlihevîyê kontrol bike."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500