Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

70% ji bêwarên Anahê vedigrin malên xwe

Xalid Ta'î

Bêwarin Îraqî ji Anahê û bajarên din ên rojavayê Enbarê hazirîya vegera bo malên xwe dikin di Adarê de piştî rewşa xizmetguzarîyan û ewlehîyê li bajarên wan baştir bûn. [Wêne ji Wezareta Koç û Koçeberan hatiye wergirtin]

Bêwarin Îraqî ji Anahê û bajarên din ên rojavayê Enbarê hazirîya vegera bo malên xwe dikin di Adarê de piştî rewşa xizmetguzarîyan û ewlehîyê li bajarên wan baştir bûn. [Wêne ji Wezareta Koç û Koçeberan hatiye wergirtin]

Piranîya xelkên bêwar ên bajarê Anahê, yê dikeve rojavayê Ebarê de, vegerîyane malên xwe piştî salekê ji rizgarkirina bajêr ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), serokê encumena bajêr Ebdul Kerîm Mehmûd Raşid ji Diyaruna re îro Înê (10ê Tebaxê) ragihand.

"Heftê ji sedî ji bêwarên Anahê yên ku li kampan bûn li rojavayê Enbarê, û herwiha yên li herêma Kurdistanê bêwar bûn, vegerîyan malên xwe," wî got.

Nifûsa Anhayê dora 30,000 kes e û ew hêdî hêdî ji bajar revîyan piştî ku ew kete destê DAIŞê de di dawîya 2014an de.

Piştî şikestina DAIŞê roja 21ê Îlona 2017an, birêveberîya xwecihî, bi hevahengî ligel hêzên ewlekarîyê, xebatên xwe xistin tevgerê de bo vegerandina bêwaran bi nifşan.

Hêzên Îraqî operasyoneke lêgerînê pêk tînin li biyabana Enbarê di dawîya Hezîranê de di çarçoveya lêgerîna li paşmahîyên "Dewleta Îslamî". [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî operasyoneke lêgerînê pêk tînin li biyabana Enbarê di dawîya Hezîranê de di çarçoveya lêgerîna li paşmahîyên "Dewleta Îslamî". [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

"Peydakirina xizmetguzarîyan û berqerarkirina rewşa ewlehî faktorên serekî yên vegera piranîya xelkê ne," Raşid got.

"Em pir nêz in ji bidawîkirina qeyrana bêwarîyê ya ku hişt gelê me rastî zehmetîyên mezin were," wî got.

"Me karî, bi rêya xebatên bêhampe bi hevahengî ligel rêxistinên mirovî yên lokal û navdewletî, pêşketineke baş pêk bînin di warê vegerandina xizmetguzarîyên bingehîn mîna av, kehrebe, û sektorê xizmetguzarîyên şaredarîyê," wî got.

Ewlekirina biyabanê

Raşid got ku bajar seqamgêrîyeke ewlehî jîyan dike bi saya xebatên nirxdar ên Fermandarîya Hêzên Cezîrê, artêş, polîsê deverê û hêzên zîrevanîya sînor.

Wî got ku ew kar dikin bo ewlekirina biyabana rojavayî ya Enbarê û peygerîna paşmahîyên DAIŞê û şanên razayî, û da zanîn ku hêzên êrîşên parêzî pêk anîn li dijî veşargeh û operasyonên lêgerîn û maliştinê encam dan.

Wî got ku hêzên ewlekarîyê roja Seşemê (7ê tebaxê), bi tevlîbûna hêza asmanî ya Îraqî, êrîş kirin çar bingehên jêrzemînî yên raz li biyabanê li nêzî gundê Um Wazê.

Êrîş bû encama "kuştina 10 endamên DAIŞê yn ku xwe li wan bingehan vedişartin, û ew piştre bi temamî hatin wêrankirin", Raşid got.

Wî got ku şeş kemberên teqîner û heft motor hatin desteserkirin.

Wî got ku destpêka vê heftîyê, hêzên ewlekarîyê çar endamên şaneke razayî ya DAIŞê li bajarê Anahê girtin, li ser bingeha agahîyên ji çavkanîyên hewalgirî hatin bidestxistin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500