Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Fransa alîkarîyê bi sivîlên Îraqî û Sûrî re dike bo vegerandina jîyana asayî piştî-DAIŞê

Xalid Ta´î

Şandeke Fransî serdana Zanîngeha Mûsilê dike di demekê de Fransa gihiş rêkeftinekê bi hikûmeta Îraqî re bo nûkirina zanîngehê. [Wêne ji Kerîm Yûnis, serokê têkilîyên medyayê li Zanîngea Mûsilê, hatiye wergirtin]

Şandeke Fransî serdana Zanîngeha Mûsilê dike di demekê de Fransa gihiş rêkeftinekê bi hikûmeta Îraqî re bo nûkirina zanîngehê. [Wêne ji Kerîm Yûnis, serokê têkilîyên medyayê li Zanîngea Mûsilê, hatiye wergirtin]

Fransa piştgirîya bajarên Îraqî û Sûrî yên ji "Dewleta Îslamî" rizgarbûyî ne dike bi rêya terxandina alîkarîyê bo rakirina mayînan û nûkirina binesazîyên hatine ziyankirin di şerên li dijî DAIŞê.

Hikûmeta Fransî 500,000 euro (590,000$) bo birêvebirina xeterîya teqemenîyan weke piştgîrî bo xebatên mirovî û xebatên peydakirina aramîyê li Îraqê, Ajansa NY bo Xebatên Rakirina Mayînan (UNMAS) di daxuyanîyeke roja 25ê Tîrmehê de got.

Bi vê beşdarbûna yekem ji alîyê Fransayê ve, UNMAS dê kapasîteyê zêde bike bo cîbicîkirina vekolînê û paqijkirina deverên rizgarkirî yên guman heye ku bi teqemenîyên xeternak hatine ziyankirin li Enbar, Nînewa, Kerkûk, Selahedîn û Diyalayê.

Hebûna xeterîya materyalên teqîner, di nav wan de teqînên bidestçêkirî li deverên ji DAIŞê hatin rizgarkirin, dê bimîne astegîyê li pêşîya xebatên ewlehî û ramîyê çêke heta ew devr werin paqijkirin û bibin ewle, daxuyanîyê got.

Di rêya alîkarîya bi Birêveberîya Rakirina Mayînan (DMA), dê herwiha perwerde derbarê xeterîya mayînan bo wan kesên dijîn û vedigerin devrên rizgarkirî werin dabînkirin, deverên tên naskirin ku bi xeterîya materyalên teqîner hatine lewitandin, daxuyanîyê got.

Beşdarbûna yekem ji alîyê Fransayê ve "dê cudabûneke mezin çêke", Pehr Lodhamar, Berztirîn Birêveberê Programê li UNMAS.

"Ew ne tenê dê piştgirîya xebatên UNMASê bike da ku li hember gefa ji alîyê xeterîya mateyalên teqîner raweste, lê ew dê di vegera civakên bêwar ya ewle û birûmet de beşdar bibe," wî got.

Fransa "pêbend e bi piştgirîya Nîneweyê"

Berpirsên Fransî vê dawîyê gelek caran serdana bajarên Îraqî yên rizgarkirî kirin, di nav wan de serdana roja 8ê Tîrmehê bo Mûsilê, serdana ku şandeya Fransî bi perpirsên xwecihî re awayên pêşxistina xizmetguzarîyên gelemperî li bajar nîqaş kir.

"Fransîyan diyar kirin ku ew pabend in ku xwe tiştê ji dest wan derkeve bo parêzgeha me bikin da ku astengîyên dikevin rêya nûavakirinê rakin," Durêd Hikmet Parêzgarê Nînewayê, got.

Fransa pere terxandine bo rakirina teqemenîyan û nûkirina avahîyên sektorê xizmetguzarîyan ên ziyankirî, yên piranîya wan li beşê rojavyê Mûsilê ne, bi taybet li Bajarê Kevin, wî ji Diyaruna re got.

"Em vê merdbûnê dinirxînin û em niyaz dikin ku em gelek alîkarîya erênî bi wan re bikin," wî got.

Fransa aniha bi hikûmeta xwecihî ya Nînewayê û Programê Pêşxistinê yê NY re kar dike daku Zanîngeha Mûsilê bi bihayê 2.5 mîlyon euro (3 mmîlyon $) nû bike.

Ew herwiha pisporîya pîşeyî û teknîkî ji siwênkarên bijîşkî yên Îraqî re dabîn dike, bi taybet siwênkarên girêdayî dermankirina penceşêrê û nûtahîlkirina derûnî bo qurbanîyên terorîzmê.

Fransa dê balefirgeha Mûsilê di 13 mehan de ji nû ve ava bike, ew li benda ku bi hikûmeta Îraqî re bigihe rêkeftinekê, Parêzgarê Nînewayê Ebdul Qadir Sinjar di 8êTîrmehê de îlan kir.

"Tevkarîya hevbeş"

DAIŞê mîratekî tarî ji wêrakirinê li şûn xwe hişt, mîrata ku bandor li piranîya sektorê gelemperî kir û yekser bandor li jîyana xelkê û malên û samanên wan ên kesane kir, endamê komîteya xizmetguzarîyên encumena parêzgeha Nînewayê, Husam Edîn Ebar, got.

"Nûavakirina bajarên me ne karekî hêsan e," wî ji Diyaruna re got, "lê dibe ku em karibin bi ser bi kevin di rêya alîkarîya rast ji hêla cîhanê ve".

"Fransa alîkarî bi me re kir di rêya hêzên xwe yên cewî, mîsyonên qoleçanê û topavêjê re da ku erdên me ji jêr kontrola DAIŞê vegerîne," wî got, wî not kir ku ev piştgirî "faktorekî sereke bû di cîbicîkirina serkeftinê de".

Piştgirîya Fransî piştî bidawîbûna şer re bi dawî nebûye, ji ber welatê wê bi awayekî çalak hêzên Îrqaî rahênan dike û xizmetguzarîyên gelemperî yên ziyankirî nûtahîl dike.

"Em arezû dikin ku em vê tevkarîya hevbeş kûr bikin," wî anî ziman.

Fransa piştgirîya sivîlên Sûrî dike

Di Sûrîyayê de, Fransa herwiha bi awayekî çalak kar dike da ku ewlekarîyê ji niştecîyan re li bajarên ji DAIŞê rizgarkirî misoger bike.

Hêzên Fransî alîkarî kirin di rakirina 5,000 mayînan û 35,000 cebirxaneyên neteqîyayî li 18 gundan li herêma Reqa, Hesekê û Dêra Zorê, Wezareta Derve ya Fransî di 24ê Tîrmehê de got.

"Piştgirî giha 10 navendên guhdana tendirustî, nexweşxaneyên guhêzbar û programên rahênanê yên karkerên ku di warê pîşeya bijîşkîyê de kar dikin armanc dikin", wezaretê got.

Fransa berdewam alîkarîya mirovî ji Sûrîyan re dabîn dike û di 23ê Tîrmehê de 50 ton alîkarî ji NY wergirt da ku li sivîlan belav bike.

Ev alîkarî beşek e ji 50 melyon euro ($58 melyon) ye di çarçoveya hewarçûna lezgîn a Fransa meha Nîsanê soz daku ji Sûrîyayê re pêşkêş bike.

"Kesek ji Sûrîyên ku karîn ji terora DAIŞê birevin dê rola erênî ya Fransayê û xebatên wê bo bûjandina bajarên wan red bikin," Medîna Mûsa, çalakvaneke Sûrî ye li Kurdistana Îraqê dijî, ji Diyaruna re ragihand.

Wê got ku ev delîlekî zilal e ku karê Fransa dike xeterîya teqemenî û paşmahîyên şer bi dawî dike, û da zanîn ku Fransa alîkarîya "bi hezarên sivîlan kirin bo vegerin malên xwe û careke din li taxên xwe bi cih bibin".

"Girêdayî çalakîyên hewarçûnê, Fransa bi awayekî cidî perpirsyarîyên xwe hilgirtin derbarê dabînkirina xwarin, derman û dabînkirinên mirovî bo niştecîyên sivîl û alîkarî di nûavakirina bajarên me de kir," wê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500