Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

QSDê guhdana bijîşkî ji sivîlan re dabîn dike li Hajinê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Tîmê bijîşkî yê Hêzên Sûrîya Demokratî (QSD) derman li bêwarên devera Hajinê yên ku li kampekê ne, li nêzîkî bajarokê Behrayê, belav dikin. [Wêne ji QSDê hatiye wergirtin]

Tîmê bijîşkî yê Hêzên Sûrîya Demokratî (QSD) derman li bêwarên devera Hajinê yên ku li kampekê ne, li nêzîkî bajarokê Behrayê, belav dikin. [Wêne ji QSDê hatiye wergirtin]

Di demekê de ku Hêzên Sûrîya Demokratîk yên hevpeymanî piştgirîya wan dike xwe amade dikin ku bigirin ser cihê dawî yê rêxistina "Dewleta Îslamî" li rojhilatê Sûrîyayê, hêzên hevpeymanîya navdewletî xebatên cidî dikin daku guhdana bijîşkî û alîkarîyê ji niştecîyên ji deverê revîyane dabîn bikin.

Emîd Frederik Parisot, yê seroktîya operesyonên serbazî-sivîl dike di şerê hevpeymanîya navdewletî li dijî DAIŞê li Sûrîya û Îraqê, di 24ê Tîrmehê de got ku DAIŞ aniha dora 30 bi 10 kîlomitran li rojhilatê Sûrîyayê kontrol dike

Ev coxrafîya li rojhilatê parêzgeha Dêra Zorê dikeve û bajarokê Hajin dora 50 kîlomitran dûrî sînorê Îraqî dihewîne.

Navendên bijîşkî yên gerok û yên sabit

Bajarokê Hajinê lehîyeke sabit e bo bêwarbûnê ber bi deverên li jêr kontrola QSDê, cihê ku tîmên QSDê alîkarîyên hewarçûnê û yên bijîşkî ji bêwaran re dabîn dike.

Bêwarekî ku posterekî hişyarîkirên ji xeterîya mayînan hildide, posterê ku di kampanyayeke hîşyarkirinê ku ji alîyê Hêzên Sûrîya Demokratîk ve hatine belavkirin li devera Dêra Zorê li rojhilatê Sûrîyayê. [Wêne ji QSDê hatiye wergirtin]

Bêwarekî ku posterekî hişyarîkirên ji xeterîya mayînan hildide, posterê ku di kampanyayeke hîşyarkirinê ku ji alîyê Hêzên Sûrîya Demokratîk ve hatine belavkirin li devera Dêra Zorê li rojhilatê Sûrîyayê. [Wêne ji QSDê hatiye wergirtin]

Bêwar xizmetguzarîyên bijîşkî û yên guhêzbar, xwarin û alîkarîyên hewarçûnê werdigirin li navendên guhêzbar û yên sabit, peyvdarê QSDê Mistefa Balî ji Diyaruna re got.

"Navendên bijîşkî li deverine ku komên demkî û yên berdewam ji bêwarên bajarokê Hajinê lê wan hene, mîna kampa ku li nêzî bajarokê Behrayê û bêtirî 1,000 bêwaran dihundirîne," wî got.

Wî got ku xizmetguzarîyên bijîşkî taqîkirina tam û dabînkirina dermanan ji nexweşan re dihewîne, bi taybet dermanên bo nexweşîyên dirêjdem.

Ev xizmetguzarî ji alîyê QSDê û encumena sivîl ya Dêra Zorê bi piştgirîya hevpeymanîya navdewletî tên dabînkirin, Balî got.

Herwiha tîm giranîyê didin pêngavên aşnayîya tendirustî yên giranîyê didin paqijî û pakîtîyê da ku nehêlin nexweşî û nexweşîyên zûbelav belav bibin.

Wî got ku kampanyayên din giranîyê didin aşnayîyê debarê xetera mayînan û gavên ku divê werin dan dema ku mirov li hember wan kar bike.

Balî got ku hin tîmên bijîşkî bi awayekî berdewamî li hundirê kampên bêwaran cih girtine, lê hin din guhêzbar in û xizmetguzarîyên xwe ji komên malbatên piçûktir ên li kampên nefermî cih girtine dabîn dikin.

Hevpeymanî gihaştina bo rêxistinên alîkarîyê misoger dike

Tevî zehmet e ku rêxistinên hewarçûnê û yên mirovî debasî herêma Dêra Zorê bibin, hevpeymanîya Navdewletî gihaştîna bo komên ku Rêxistina NY ya Zarokan re (UNICEF) kar dikin misoger kir, Azad Dodikî, berpirsekî Heyva Sor A Kurdî li Efrînê, got.

Ev kom "guhdana bijîşkî ji zarokan re di rêya pêngava vaksînê li dijî pûçbûnê," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku ev kampanya bi hevahengîya bi QSDê re tên cîbicîkirin, pêngavên ku ewlehîya tîmên bijîşkî yên guhêzbar ên di navbera bêwaran û kampên nefermî de tevgerê dikin.

"Herwiaha hevpeymanîya navdewletî heft embûlans û bi awayekî taybet ji herêma Dêra Zorê re," Dodikî got.

Wî got ku encumena sivîl ya Dêra Zorê pênc embûlans bo komîteya tendirustîyê terxandin û du embûlansên din bo komîteya xizmetguzarîyan, wî anî ziman ku embûlans ximeta niştecî û bêwaran dikin.

Alîkarî bo hemûyan

Ew kesên ku deverên şer li devera Hajinê direvin --bi taybet bajarokên Hajinê Şafa, Sosa û Baxoz Tehtanî -- yan bi xwe direvin yan ji di rêya korîdorên misogerkirî ji alîyê QSD ve li biyabanê.

"Hewarçûn û şopandina bijîşkî heta astekê zehmet in ji ber hejmara mezin ya karkerên tên xwestin," mîdyavan li Hesekê Emar Salih ji Diyaruna re got.

Wî got ku bêwarên ku di korîdorên mirovê re derbas dibin yekser guhdana bijîşkî werdigirin, û anî ziman ku ew rastî taqîkirineke bijîşkî jî tên, û guhdana lezgîn tê pêşkêşkirin ji wan kesên hewcedar re.

"Ligel vê yekê, derman ji wan kesên ku nexweşîyên demdirêj bi wan re ne tê dabînkirin, bi taybet yên zexta xwînê, şekir û nexweşîyên dil bi wan re ne," wî got.

Lê derbarê wan kesên ku direvin bê hevahengîyê berê bi QSDê re, tîmên hewarçûn û guhdana bijîşkî yên guhêzbar serdana wan dikin li kampên nefermî da ku rewşa wan bişopînin, Salih got.

Wî got ku herwiha encumena sivîl a Dêra Zorê, bi piştgirîya QSDê, kar dike da ku tora belavkirina avê berdest bike.

Wî got ku vê yekê rê li ber destpêkirina karê çandinîyê jî li deverên rizgarkirî vekir, cihê ku operesyonê rakirina mayînan lê bi dawî bû.

Encumenê mekîneyên giran anîn da ku moloz û bermayîyên şer rakin, wî got, wî not kir ku "xizmetguzarîyên mîna van pêwîst in, bi taybet li deverên mişt niştecî".

wî got ku encumena xwecihî bi awayekî tam alîkarîyê bi encumena sivîl a Dêra Zorê re dike da ku van xebatan bişopînin, wî anî ziman ku encumen û QSDê her du alîyên rêdayî ne da ku xizmetguzarîyên li deverê wergirin, belav bikin û dabîn bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Xwedê malbata we biparêze!

BERSIV BIDE