Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Hêzên Sûrî Idlibê topbaran dikin berî pêkanîna êrîşeke berfireh

AFP

Sûrî li bazarekî li bajarê Sûrî yên bakur-rojavayî, Idlibê, roja 2yê Tebaxê kiryarîyê dikin. Hêzên hikûmetê bajar topbaran kirin roja 9ê Tebaxê pêş pêkanîna êrîşeke berfereh bo vegerandina dawîn herêma di dest opozîsyonê de li Sûrîyayê. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Sûrî li bazarekî li bajarê Sûrî yên bakur-rojavayî, Idlibê, roja 2yê Tebaxê kiryarîyê dikin. Hêzên hikûmetê bajar topbaran kirin roja 9ê Tebaxê pêş pêkanîna êrîşeke berfereh bo vegerandina dawîn herêma di dest opozîsyonê de li Sûrîyayê. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Hêzên rejîma Sûrî çeperên opozîsyonê û tundrewan topbaran kirin li bakurê rojavayê parêzgeha Idlibê roja Pêncşemê (9ê Tebaxê) û NY bang bo gotûbêjên bi lez kir bo xwedûrkirin ji "rijandina xwîna sivîlan" li dawîn navçeya opozîsyonê li Sûrîyayê.

Roja Pêncşemê, kopterên hikûmetê belavokên selametîyê bi ser bajarokan de li gundewarê rojhilatî yê Idlibê barandsin û tê de xelk handan ku xwe radest bikin, nûçegihanekî AFP ragihand.

"Em bangê li we dikin ku hûn tevlî lihevkirinên mehelî bibin, weke gelek ji gelê me li Sûrîyayê kir," belavokên selametîyê, yên ku bi mohra serbazî hatibûn mohr kirin, wiha gotin.

Bi rêkeftinên hevşêwe komên opozîsyonê navçe radestî hêzên hikûmetê kirin li hember rawestandina topbarankirinê, vegera sazîyên dewletê, Û yekane derfet li pêşîya wan ma yan tevlîbûna di nav rêzên hêzên rejîmê de yan jî derketina ji deverê.

Rokêt û topxaneya giran beyanîya Pêncşemê li navçeyekê li derdora Cisir Şugûr hatin bicihkirin, ku ew jî bajarokê herî girîng e li başûrê rojavayê parêzgehê, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

"Topbarankirin amadekarîyeke bo pêkanîna êrîşeke berfireh lê heta aniha tu pêşveçûyîneke li ser zemînê tune ye," serokê Rewangehê, Ramî Ebdul Rehman, got.

"Piştevanîyên rejîmê ji alav, leşker, siwarî û cebilxane ji Sêşemê dighêjin deverê," wî got.

Ew li ser sê enîyên di dest rejîmê de hatin belavkirin, di nav de parêzgeha Laziqiyayê li rojavayê Cisir Şuxêr, li deşta Sehl el-Xab li başûrê Idlibê, û navçeyeke biçûk li başûr-rojhilatê parêzgehê ku di destê hikûmetê de ye.

Rojnameya Weten, a nêzî hikûmetê, Pêncşemê ragihand ku hêzên artêşên çeperên opozîsyonê û tundrewan li navçeyên bombebaran kirin.

Idlib, ku ji 2015an de ne li jêr kontrola hikûmetê ye, li nêzî sînorê bi Turkîyayê re ye û ew aniha bi temamî bi navçeyên li jêr kontrola hikûmetê tê dorpêçkirin.

Dora 60% ji Idlibê li jêr kontrola hevbendîya tundrew a Tehrîr el-Şam e, û yê mayî li jêr kontrola hêzên opozîsyonê yên hevrik e.

NY hişyarîyê ji "xwînrijandinê" li Idlibê dide

Hewcedarî bi gotûbêjên bi lez heye bo xwedûrgirtin ji "xwînrijandina sivîlan" li Idlibê, NY Pêncşemê ragihand.

"Divê rê bo qewimîna şer li Idlibê neyê dayîn," serokê beşê karûbarên mirovî yê NY bo Sûrîyayê, Can Egeland, li Cinêvî ji rojnamevanan re got.

Egeland got ku hîna ew "hêvîdar e" ku xebatên diplomasî yên li dar dikarin ku rê li ber êrîşeke berfereh bigirin ku dê bi sedên hezaran neçar bike malên xwe biterikînin.

"Rewş aniha xerab e" li Idlibê, Egeland got. "Dibe ku 100 taqên din jî xerabtir bibe."

Egeland got ku pêkanîna operasyoneke serbazî ya berfereh li Idlibê dê kabûseke mirovî ya dijwar biqewimîne ji ber tu xaka opozîsyonê li Sûrîyayê nemaye ku ew bo wê werin veguhestin.

"Tu derxistin bo deverine din ên li jêr kontrola opozîsyonê dê neyên encamdayîn," wî got, û da zanîn ku plan tên dariştin bo nêzîkatîkirin ligel hemarek ji sînaryoyan.

Egeland got ku di civîna nirxandina rewşa mirovî de ya Pêncşemê, balyozan bijaryên zêdekirina alîkarîyê eger bêwarbûyînên berferehtir rû dan nîqaş kirin, û da zanîn "pir zehmet e ku em xwarinê ji kesin din re dabîn bikin û tu wargehên berdest ên din tune ne" li deverê.

Egeland got ku zincîrek ji rêkeftinên radestkirinê ku li deverine din hatine pêkanîn di şerê Sûrî de dikarin li werin bicihkirin bo parastina jîyanên sivîlan.

Bi dehan girtî

Tehrîr el-Şam bi dehan ji kesayetên parêzgehê, yên ku danûstandnên bi rejîmê re dikin digire.

Demjimêrên destpêkê yên Pêncşemê, komên çendîn kesayet ji gundên dikevin başûrê-rojhilatê Idlibê girtin, û nav li wan kir "dizên desthejanan", li gorî ajanseke nûçeyan a ser bi Tehrîr el-Şam ve.

Rewangehê got ku wê 100 haleyên ji van girtinên li ser destê hevbendîyê û hêzên hevrik bi belgeh kirine bi tenê di vê heftîyê de.

Parêzgeha Idlibê penageha 2.5 milyon kesî ye, di nav de çekdarên opozîsyonê û sivîlên bi kom ji deverên din hatin veguhestin piştî ew ketin destê hêzên Sûrî de paş êrîşên dijwar.

Ew weke yek ji çar zonên "kêmkirina şer" hatin dîzayinkirin, ku diviyabû li gor vê yekê tundî hatibaye kêmkirin weke zemînxweşkirinekê bo gihaştin bi agirbesteke niştîmanî.

Yekane zon maye, piştî hêzên Esed di mehên dawîn de dîsan her sê zonên din kontrol kirin bi rêya têkilhevîyeke ji êrîşên serbazî û rêkeftinên "desthejanê".

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ez weke Avganîyekî pir ji rejîma Sûrî hez dikim, ez dixwazin ji hikumeta Sûrîyê re bibêjim ku hîna bêhtir êrîşên xwe li dijî terorîstan xurttir bike ku belkî bi vî awayî Idlib têkeve destê hêzên hikumeta Sûrîyayê di heyama hefteyekî de. Bi şiroveke din, serkeftin bêyî qurbanî ne pêkan e.

BERSIV BIDE