Nûçeyên Iraqê
Veguhestin

Rawestegeha trênê ya Felûcayê careke din bi geşteya yekem ji Bexdayê vedibe

Sêf Ehmed li Enbarê

Felûca di 20ê Tîrmehê de gihiştina trêna yekem ji Bexdayê dît piştî rawestandina xizmeta trênê di navbera her du bajarên Îraqî yên sereke de pênc salan dom kir. [Sêf Ehmed/Diyaruna] 

Felûca di 20ê Tîrmehê de gihiştina trêna yekem ji Bexdayê dît piştî rawestandina xizmeta trênê di navbera her du bajarên Îraqî yên sereke de pênc salan dom kir. [Sêf Ehmed/Diyaruna] 

Niştecîyên Enbarê pêşwazîya ji nû ve vekirina stasyona trêna Felûcayê dikin piştî ku xeta trênê ji ber êrîşên terorîst pênc salanû ji ber wêrankirina tora xeta trênê rawestiy li ser destên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

"Bi alîkarîya kampanîya Xeta Trênê ya Komara Îraqê li Bexdayê, Wezareta Guhastinê û desteyên hikûmîli Enbarê, tîmên me yên teknîkî û edazyarî karîbûn nûkirina xeta trênê di navbera Bexda û Felûcayê de temam bikin û beşên ziyankirî ji xetê saz bikin," Ehmed Dilêmî, endazyareke yê ku stasyona trênê ya Felûcayê bi rê ve dibe, ji Diyaruna re got.

"Tenê sê mehan dirêj da da ku xeta Felûcayê ji nû ve ava bikin û rêwîngîya yekem ji baytextê bexda ber bi Felûcayê ve serkeftî bû bê ku raweste û û rêjeke mezin ji rêwîya hebûn," wî got.

Di 25ê Tîrmehê de, Wezareta Guhastinê sê gerên beleş bo sê rojan pêşkêş kirin daku rêwêyên trênê yên di navbera Bexda û Felûcayê de diçin û tên rahêna bike weke hewldanekê ku "xizmeta xelkên Felûcayê yên çê bike", wê di daxuyanîyekê de got.

Enbar dê hemû rawestgehên trênê li seranserê parêzgehê di van her çend mehên tên de nû bike daku dest bi guhestina rêwî û kel û pelan bike di navbera bajarên Îraqî de piştî rizgarkirina wan ji DAIŞê. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Enbar dê hemû rawestgehên trênê li seranserê parêzgehê di van her çend mehên tên de nû bike daku dest bi guhestina rêwî û kel û pelan bike di navbera bajarên Îraqî de piştî rizgarkirina wan ji DAIŞê. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Trêna di navbera Bexda û Felûcayê de xizmeteke astebilind pêşkêş dike, di nav de fergonên bi basark, vehisandin, fergonê razanê û xawringeh. [Saif Ahmed/Diyaruna]

Trêna di navbera Bexda û Felûcayê de xizmeteke astebilind pêşkêş dike, di nav de fergonên bi basark, vehisandin, fergonê razanê û xawringeh. [Saif Ahmed/Diyaruna]

Pênc sal demeke dirêj eku xizmeta trênê were rawestandin weke encam ji wêrankirina DAIŞê ji stasyon û xeta trênê re, Dilêmî got, lê aniha hemû xizmet berdest in li Enbarê.

Berferehkirina xizmetguzarîyên xeta trênê

Piştî çend rojan ji destpêkirina xizmetguzarîyên xeta trênê di navbera Bexda û Felûcayê de, rêwîngîya yekem ji paytextê ber bi Remadîyê ve dest pê kir, Îmad Muhemedî, endazyarekî di beşê sazkirina stasyona trênê li Remadîyê, got.

"Sazkirin û nûkirina xetên trênê hîn berdewam in, biryar heye ku di van her du mehên tên de werin temamkirin," wî ji Diyaruna re got.

"Plana ku ji alîyê ajansên hikûmî ve tên danîn ji bo nûvekirina xetên trênê ji Bexdayê ber bi Ekaşat, Qaim û Hedîsayê ve li rojavayê Enbarê heta dawîya vê salê," wî got.

"Desteya Trêna Felûcayê nirxên bilêtan û plana dema rêwîngîyan di navbera Felûca û Bexdayê de danî," wî got. "Nierx gelekî guncan in, bi 2,000 dînarên Îraqî (1.70 $) ji bo her rêwîyekî û 3,000 dînarên Îraqî (2.50 $) ji bo rêwîyên aborvan", her roj du trên di navbera her du bajaran de.

"Rewşa ewlekarî ya aram li bajarên Enbarê û giranîya ku hikûmeta navendî û ya xwecihî didin ji nû ve avakirin û nûkirina binesazîyê bi awayekî mezin alîkarî kir di vegerandina xizmetguzarîyan li parêzghê," emîd Husên Temîmî ji Fermandarîya Operesyonên Rojhilatê Enbarê got.

"Hêzên ewlekarîyê karîn bi temamî xeta trênê di navbera Felûca û Bexdayê re ya di Kerma û Ebû Xrêbê re derbas dibe ber bi stasyona navdewletî ve li Elawîyê li Bexdayê misoger bike," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku armanc ji vê yekê ew e ku ewlekarîyê ji rêwî û kel pelan re dabîn bikin.

"Trêna Felûcayê dê rêwîyan rojane biguhêze herwiha ew dê kel û pelan jî bi nirxin maqûl biguhêze," Talib Hesnawî, serokê encumena şaredarîya Felûcayê, got.

Ev yek "dê dem û têkoşînê biparêze û dê xercelê li ser rêyan sivik bike", wî got, û not kir ku kar berdewam e bo nêzîk stasyonên trênê yên Nesaf û Helabsayê li rojavayê Felûcayê careke din vekin.

Serkeftina li dijî terorîzmê

"Nûvekirina trêna Felûcayê jî serkeftineke din e li dijî terorîzmê, ya ku stemkarî, kuştin, xwînrijandin û kirêtkirin bo niştecîyên Enbarê xwest," Sara Seîd, niştecîyeke Felûcayê ya 29-salî ya ku vê dawîyê li trênê siwar bû, got.

Niştecîyên Enbarê "xwe bi xwe xizmetguzarî vegerandin di nav wan de xeta trênê", wê ji Diyaruna re got.

"Rêwîngîya trênê ji Felûcayê ber bi Bexadayê ve teqrîben 55 xulekan dirêj dide û heta rêjeyekê xurt bû û em bi xizmetguzarîyên mîna ekraneya TV ya mezin kêfxweş bûn û me dikarî em dîmenên xweşik di pencereyên trênê re bibînin," wê got.

Niştecîyê Felûcayê, Ekrem Celal ê 38 salî got ku ew hêvî dike ku xizmetguzarîyên xeta trênê berdewam berfereh bibin.

"Du geşt di rojekê de têr nakin ji ber hejmara rêwîyan a mezin û xwestek bo rêwîngîyên bi şevê û fergonên kel û pelan ên mezin jî heye da ku kampanî kaibin kel û pelên xwe bişehinînin," wî ji Diyaruna re got.

"Em dê bextewer bin tenê gava hemû stasyon li seranserî Enbarê careke din werin vekirin û pir û xaçerêyên trênan werin nûkirin daku rihetîyê ji rêwîyan re misoger bikin û westiyan û dema ku ji geşta bi seyarê li ser rêyên kevin re lazim e kêm bikin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500