Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Protest li dijî Tehrîr el-Şam li Idilê tên lidarxistin

Welîd Ebû Xêr li Qahîrayê

Niştecihên bajarokê Hezarînê li gundewarê Idlibê pankartên ku doza serbestberdana girtîyên li cem Tehrîr el-Şam dikin bilind dikin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Niştecihên bajarokê Hezarînê li gundewarê Idlibê pankartên ku doza serbestberdana girtîyên li cem Tehrîr el-Şam dikin bilind dikin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Niştecihên bajarokê Hezarînê li başûrî gundewarê parêzgeha Idlibê daketin kolanan vê heftîyê û daxwaza serbestberdana serokê encumena serbazî ya bajarokê ji Tehrîr el-Şam kirin, Çalakvanekî ji Diyaruna re got.

Protestvanan rê bi kevir û dolabên şewitî girtin ji Şemîyê (4ê Tîrmehê) de daku bilez eqîd Ehmed Xalid Qenatrî serbest berdin, çalak Museb Esaf wiha got.

Qenatrî, yê ku hevbendîya tundrû heftîya borî ew girtibû, "ji artêşa Sûrî vekişîya piştî destpêkirina şoreşê [ya Sûrî] û negirêdayî tu rêxistineke çekdar e," Esaf got.

"Wî xebatên xwe bo parastina bajarok terxandibû di salên berî avakirina Encumena Serbazî," wî anî ziman.

Wî ragihand ku Qenatrî bi berpirsekî din ê bi navê Ehmed Ebdul Cebar Ebdul Ezîz re hatibû girtin.

"Girtina Qenatrî ji encama tengijînên di navbera encumena wî û rêxistina Tehrîr el-Şam de bû, rêxistina ku fermana girtina 17 jinan li Hezarînê da, çiku li dijî rêxistinê rabûne ser pîyan û hebûna wê li herêmê red kirine," Esaf eşkere kir.

Wî ragihand ku Qenatrî " ev yek nepejirand û radestkirina jinan red kir, tiştê ku hişt ew bi rêxistinê re rûbirû bimîne, û bê girtin."

Esaf da zanîn ku nepejirandina Tehrîr el-Şam li deverine cihêreng li Idlibê berbelav e, nemaze li bajarokên Etarib û Mearet Numanê, yên her çendekê bi protestinan radibin.

Protestên li dijî hevbendîya tundrû gihiştine nava kampeke penaberan a li nêzî dergehê sînorî yê Bab Hewayê yê biTurkyayê ve, ku niştecihan protestin amade kirin piştî ku Tehrîr el-Şam ew agahdar kirin ku divê kampê vala bikin.

Esaf anî ziman ku pagerek Tehrîr el-Şam gule berdan protestvanan, hinek birîndar bûn, û ew bo nexweşxaneyê hatin veguhastin bo werin tîmarkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500