Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Îraq rewşa mirovî û ya qanûnî ya zarokên DAIŞê çareser dike

Xalid Ta´î

Zarokên Îraqî yên di cenga li dijî "Dewleta Îslamî" de sax man destê xwe bi nîşana serkeftinê dihejînin di wêneyekê de ku li ser Înternetê hat belavkirin di Tîrmeha sala 2018an de. [Wêne ji Wezareta Koç û Koçberîyê ya Îraqî hatin wergirtin]

Zarokên Îraqî yên di cenga li dijî "Dewleta Îslamî" de sax man destê xwe bi nîşana serkeftinê dihejînin di wêneyekê de ku li ser Înternetê hat belavkirin di Tîrmeha sala 2018an de. [Wêne ji Wezareta Koç û Koçberîyê ya Îraqî hatin wergirtin]

Îraq gavinan davêje da ku mafên zarokên ku ji dayîkên Îraqî ji dayîk bûne di zewacin netomarkirî de -- eger ji endamin "Dewleta Îslamî" yan jî di şert û mercin din de be -- dikarin şehadetên jidayîkbûnê û hemû qezencên welatîtîyê wergirin.

Gelek zarok hîn ne belgekirî ne ji ber bavê wan ên terorîst yan hatin kuştin, revîyan ber bi cihin nedîyar yan jî winda bûne di şerên rizgarkirinê de da ku wan ji deverên ku carekê dagir kiribûn derxin.

Weke encam, zehmet e ku bavîtî were çespansdin, bi vî awayî bidestxistina belgeyên qanûnî yên fermî ji wan zarokan re berhengarîyeke.

Lê desthilatdarîya Îraqî hewl dide ku vê arîşeyê çareser bike berî ku bibe nehedarbar û bibe sedema gelek alozîyan di pêşerojê de.

Zarokên parêzgeha Nînewayê yên ku bi awayekî xwemalî bêwar bûne radihêjin kertonên cilan ên ku Wezareta Koç û Koçberîyê pêşkêşî wan kirin di wêneyekê de ku li ser Înternetê hat weşandin di 5ê Sibata sala 2018an de[Wêne ji şaxê Nînewayê yê Wezareta Koç û Koçberîyê hatiye wergirtin]

Zarokên parêzgeha Nînewayê yên ku bi awayekî xwemalî bêwar bûne radihêjin kertonên cilan ên ku Wezareta Koç û Koçberîyê pêşkêşî wan kirin di wêneyekê de ku li ser Înternetê hat weşandin di 5ê Sibata sala 2018an de[Wêne ji şaxê Nînewayê yê Wezareta Koç û Koçberîyê hatiye wergirtin]

Nasnameya di rêya dayîkîtîtîyê re

Çareserî ji vê arîşeyê re di makzagona Îraqî û sîstema qanûnî de hatiye hundirandin, yên ku mafê welatîtîya Îraqî dide her zaroka ku ji dayîkeke Îraqî ji daîk bûye.

Pisporê qanûnî Tariq Herb, Serokê Komeleya Çanda Qanûnî got ku zarokên ji dayîkên Îraqî yên bavên wan biyanî ne ... ji mafê wan e ku welatîtîyê wergirin her wekî ku Makzagona û qanûna Îraqî dibîne ji mafê dayîkê ye ku neteweyîtîya xwe biguhêze zarokên xwe.

"Ev yek li ser her kesî pêk tê, heta zarokên ji çekdarên DAIŞê yên biyanî, lê berî her tiştî divê dayîk bawernameya zewaca xwe di dadgehê de tomar bike û di piş re bavîtîya zarokên xwe sererast bike," wî ji Diyaruna re got.

Ji mafê hevjînê ye ku xwe li dadgehên [îraqî] bigire da ku rixseta zewaca xwe bi awayekî fermî qeyd bike bi hevjînê xwe yê DAIŞî re (eger Îraqî yan biyanî be jî), heta eger rixset ji dadgeha DAIŞê jî hatibe weşandin jî.

"Eger belgeyeke mîna vê hatibe windakirin, ew dikare du şahidan bîne ku li pêşîya dadger şehdebûnê ser rastîya zewca her du kesan bidin di dîrokeke naskirî de û bêjin ku ew dê û bavê wî zarok yan wan zarokan in û bêjin ku bav an hatiye kuştin yan winda bûye," Herb got.

"Piştî ku rixseta zwacê wergire, ji mafê hevjînê ye ku dawa bavîtîtîyê bo zarokê yan zarokên xwe rake û weke encam mafê netewetîyê biguhêze bo wan."

Şert û mercên zewacên mîna van bi awayekî baş hatine fêmkirin ji alîyê sîstema qanûnî ve û gelekî hatiye hêsan kirin û bi awayekî berpirsyar hatiye raçavkirin," wî got.

Herb got ku dadgehan ji xêra gelek jinên parêzgehaDiyalayê re hukim kir di vî warî de.

Dadgehên Diyalayê yên sivîl rixsetên zewacê û belgeyên bavîtîtîyê di bêtir ji 300 haletan de weşandin di navbera Hezîrana sala 2014an û Hezîrana 2015an de, Diyaruna nas kir.

Pejirandina êlî û civakî

Ji bilî berhengarîyên qanûnî, babetên civakî û derûnî jî hene yên divên verin çareserkirin da ku tendirustîya zarokan û mafên welatîtîyê misoger bikin, çalakvanan got.

Gelek zewacên di navbera jinên Îraqî û mêrên DAIŞê de bi zorê bûn, tevî vê yekê jî dibe ku jin û zarok rastî nerînîyan werin ji alîyê endamên malbat yan êlan ve, Leyla Berzencî, çalakeke mafên mirovan a ku girîngîyê dide jin û zarokên ku bi cengê bi bandor bûne, got.

"Ev dozeke alozdar e û ne hêsan e ku were çareserkirin, lê dawî em nikarin van zarokan bê belgeyên fermî bihêlin," wê ji Diyaruna re got.

"Em aniha bi hikûmet û UNICEFê re kar dikin da ku em vê arîşeyê çareser bikin û aniha projeyeke hevbeş heye da ku em bawernemeyên jidayîkbûnê biweşînin bo 2,500 zarokên ku ji ber şerê li rojavayê Mûsilê ziyan giha wan," Berzencî, ya ku li Tora Balyozên DAR Selamê de kar dike, rêxistineke mirovî ya ne hikûmî ye li Mûsilê, got.

Projeya ku heşt mehan didome zarokên di navber temenê salek û şeş salan de aarmanc dike.

Ji bo zarokên DAIŞê, du rêbaz hene: yan ew dê li ser navên dayîkên xwe werin qeydkirin yan jî ew dê rixsetên zewacê yên fermî bi dest bixin yên ku navên bavên wan ên rasteqîn dihewînin, wê got.

Proje tenê hejmareke piçûk ji zarokên ku belgeyên wan ên nasnameyê nînin digire dest xwe, lê dibe ku bêtir ji 10,000 zarokan li parêzgeha Nînewayê tenê hebin, li gor Berzencî texmîn dike.

Divê teqdîreke hûrgilî fermî derbarê hejmara zarokên mîna hebe.

Hemêzkirina zarokên bêbelge

Ne hemû zarokên ku ji alîyê desthilatdarîya xwecihî ve nehatine qeydkirin zarokên ku bavên endamên DAIŞê bûn, Nuha Derîş, a ku civaknasî û zanista derûnîyê li Zanîngeha Bexdayê fêr dike, got.

Herwiha hin ji wan encama zewaceke ku bi awayekî fermî nehatiye qeydkirin û bavên wan yan winda bûne yan jî di şer de ji alîyê DAIŞê ve hatin kuştin, wê got.

Herwiha hin zarok hene yên ku bavên wan dêyên wan ji ber sedemin cuda terk kirine û naxwazin ku bavîtîya xwe venasîn bikin yan zarokên ku zor li dêyên wan hatiye ku dev ji wan berdin ji ber ew di zewacin bi zorê de ji dayîk bûn yan jî encama destdirêjîyekê ji alîyê terorîstan ve ne, wê ji Diyaruna re got.

Hin haletên din hene yên divê ku hikûmet wan dabeş bike û wan cuda cuda çareser bike, Derwîş got, wî anî ziman ku eger em van zarokan bê belgeyên nasnameyan bihêlin dibe ku em rastî encamin bobelat werin.

Wê got zarokên ji belgeyên nasnameyê pêbar dê nikaribin bixwînin, kar bikin, bizewicin û hemû mafên wan ên sivîl dê negihin wan.

Divê em van hemû zarokan hemêz bikin da ku nebin nêçîreke hêsan bo terorîst, tawanbar û bazirganên mirovan re û divê ev yek bi awayekî lezgin were kirin," Derwîş got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Silav û rêz! Gelo ew biryarên ku dadgehên Dîaylayê derxistibûn, li gel we hene?

BERSIV BIDE