Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Êrîşên bi otombîlên teqîner, û bi xwekujan li Îraqê kêm dibin

Ala Husên li Bexdayê

Hêzên Polîsê Federal a Îraqê dest danîn ser 23 otombîlên bombrêjkirî di cenga rizgarkirina Mûsilê ji ''Dewleta Îslamî''. [Wêne ji rûpela Facebook a Îraqîyan li Londonê hatiye wergirtin]

Hêzên Polîsê Federal a Îraqê dest danîn ser 23 otombîlên bombrêjkirî di cenga rizgarkirina Mûsilê ji ''Dewleta Îslamî''. [Wêne ji rûpela Facebook a Îraqîyan li Londonê hatiye wergirtin]

Bexda, ya ku dîmenê teqînên bi otombîlên bombrêjkirî rojane lê dihatin dîtin, tu êrîşên terorî di çend mehên borî lê neqewimîne, pisporên ewlekarî ji Diyaruna re eşkere kirin.

Wan got ku ev nîşaneke baştirbûyîna performanca ajansên hewalgirîyê yên Îraqî ye û ya piştgirîya bihêz a civakê ji hêzên ewlekarîyê re ye.

Parêzgehên Anbar, Nînewa û Selahedîn çesipîna ewlehîyê jîyan dike bi saya pêngavên li dar yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dikin armanc.

Ewlhîya baştirbûyî li seranserê Îraqê encameke operasyonên serbazî yên herî dawîn e ku piranîya kargehên duristkirina otombîlên bombrêjkirî û bingehên piştgirîya lojistî yên DAIŞê li welat wêran kirine, şahrezayê warê ewlehî, Casim Hanûn anî ser ziman.

"Ev ligel wêrankirina jêrxaneya rêxistinê di şerên mezin de, ku yê herî dawî şerê rizgarkirina Mûsilê bû," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku pêşketina karînên hewalgirî yên hêzên Îraqî rol gerand di kêmkirima hejmara otombîlên bomrêjkirî de, bi rêya kifşkirina xetên îmdadê yên k di navbera bajaran de û wêrakirina depoyên cebilxane û çekan û cihê pîşesazîkirina wan.

Hanûn got ku faktorekî din ê li pişt zêdebûna ewlehîyê de "zuhabûna piştgirîya ji DAIŞê re", piştî ku rêxistinê piştgirîya xwe ya lojistî ya ku sivîlên bi wê re alîkar dabîn dikirin ji dest da.

Piştgirîya cemawerî ya bi DAIŞê re çiqas mabe "ew pir kêm e ku ew bandorîyeke rasteqîn çêbike", wî got.

Pêwendîya baştirbûyî

Şêx Qeterî Semermed Obêdî, fermandarekî hêzên êlên parêzgeha Enbarê ye, piştgirîya cemawerî ji hêzên ewlekarîyê re bilind nirxand, û got ku ew roleke pir girîng digerîne di sînordarkirina karîna rêxistinên tundrew a pêkanîna êrîşên bi otombîlên bombrêjkirî û xwekujan de.

Wî got ku pêwendîya di navbera xelkê Enbarê û hêzên wan ên ewlekarîyê de pir bi erênî di çend salên borî de hatiye guhertin, û aniha xelkên gelektir piştgirîya hêzên xwe yên ewlekarîyê dikin û herdu alî bo misgerkirina aştî û aramîyê hevahengîyê bi hev de dikin.

Obêdî got ku hevahengîya di navbera şênîyan e û artêş, polîsê deverê, hêzên êlan de "aniha pir darîçav e", Obêdî got.

Wî got ku civîn tên lidarxistin di navbera herdu alîyan de bo nirxandina vê piştgirîyê û xurtkirina wê li ser bingeha agahîyên ji alîyê xelkê ve tên dayîn.

Îraqî ewlehîyê "weke xeteke sor reçav dikin ku ne dibe were bezandin ne jî saziş jê were kirin", wî got, "bi taybetî xelkê Enbarê yên ku hîna bîrewerîyên bêwarbûyîn, zordarî û kuştina li ser destên DAIŞê li bîra wan in".

Mercên siyasî yên seqamgîr

Serokê encumena parêzgeha Selahedînê, Kalid Xezrecî, got ku mercên siyasî yên heta radeyekê seqamgîr li welat roleke mezin gerandine di seqamgîrkirina rewşên ewlehî de û bûn encama daketineke dramatîk di hejmara êrîşên bi otombîlên bombrêjkirî de li seranserê Îraqê.

"Milmilanîya siyasî rê dide endamên terorîst ku piştgiran ji xwe re bibînin bo pêkanîna êrîşên xwe û rewakirina îdyolojîya xwe," wî got.

"Ew herwiha di milmilanîyeke wiha de derfeteke mezin dibînin bo belavkirina kaosê û gêrê li welat," wî anî ser ziman.

Xezrecî got ku aniha rewşa siyasî ne weke ya berê ye, û tundrewan rewatiya xwe a belavkirina ajendaya xwe ya tundrew di nava gelê Îraqê de ji dest daye, û di serencamê de "ew aniha dorpêçkirî ne û nikarin bi azadî wekî caran tevgerê bikin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500