Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî lingên bermahîyên DAIŞê ji Samerayê birîn

Xalid Ta´î

Leşkerin Îraqî di operasyonekê de ne bo şopandina endamên "Dewleta Îslamî" li Dorava Samerayê di meha Tirmehê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerin Îraqî di operasyonekê de ne bo şopandina endamên "Dewleta Îslamî" li Dorava Samerayê di meha Tirmehê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Operasyonên lêgerîn û paqijkirinê li derdora parêzgeha Selahedînê "lingên terorîstên mayî" ji bajar qut kirin, şaredarê Samerayê Mehmûd Xelef Duşemê (6ê Tebaxê) ji Diyaruna re got.

Raportên medyayî yên dawî angaşt kirin ku endamên "Dewleta Îslamî" yên mayî hewl didan ku penagehekê li Girava Samerayê bibînin piştî ew li biyaban Ebarê dihatin şopandin.

Ji dawîya meha Tîrmehê de, hêzên Îraqî "erkekî ewlekarî yê çalak" bi awayekî rojane cîbicî dikin li deverin cuda li Sameraayê, Xelef got.

Ew "asêgehên terorîstan li gelek deveran dikin armanc", bi taybet li biyabana li rojavayê Samerayê, ya weke Girava Samerayê tê naskirin," wî got.

Wî got ku hêzên asmanî yên artêşa Îraqî, bi hevahengîya Fermandarîya Operasyonên Samerayê di 2ê Tebaxê de dest bi operasyonên himbiz kir bo şopandina endamên DAIŞê yên mayî li başûrê Samerayê.

Ev hevahengî bû sedema tinekirina 15 tundrewên ku radihêjin çekên sivik piştî ew hatin şopandin û bi mûşekên arastekirî û tifingan hatin kuştin, wî got, wî anî ziman ku herwiha asêgehên wan jî hatin wêrankirin.

Operasyon hat piştî du rojan ku hêzeke serbazî û ya istixbaratî ya mezin girtin ser asêgeha DAIŞê li Dorava Samerayê, pênc kujer kuştin û terorîstek girt.

Xelef got ku kujeran plan dikir ku êrîşan li ser armancên sivîl û baregehên ewlekarî cîbicî bikin.

Herwiha hêzên ewlekarî di van herdu hefteyên bûrî de bi dehan teqînên bidestşêkirî teqandin û dest danî ser roket û çekan, li deverên Layin, Milh û Jezîrayê.

Xelef got ku ev operaesyon "namene xurt ji hêzên terorîzmê re dişînin ku şopandina wan berdewam e û qet dê raneweste".

"Em bawer in ku hêzên me dikarin hebûna terorîstan li her deverê bi dawî bikin û operasyonên serbazî yên nûjen vê yekê diyar dikin," wî anî ziman.

"Sînorên îdarî yên bajarê [Samerayê] û derbasgehên wê ji hemû alîyan ve ewle ne," wî got û "hemû tevgerên serbazî li ser bingeha agahîyên istixbaratî ne, bi vî awayî çi hewldan bo derbasbûna bi dizî û ziyanê bigihînin ewlehîyê dê têk biçe".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500