Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Hestên tirsê li Swêdayê belav dibin piştî DAIŞê dîlek kuşt

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

Muhened Sokan, xwendekarê 19-salî yê ku yek bû ji 30 dîlên ku "Dewleta Îslamî" ev revandine ji parêzgeha Swêdayê roja 25ê Tîrmehê, li ser destê rêxistinê hat sêdarekirin. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Muhened Sokan, xwendekarê 19-salî yê ku yek bû ji 30 dîlên ku "Dewleta Îslamî" ev revandine ji parêzgeha Swêdayê roja 25ê Tîrmehê, li ser destê rêxistinê hat sêdarekirin. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) yek ji nav bi dehên dîlên ji parêzgeha Swêdaya Sûrîyayê hatibûn revandin heftîya borî sêdaredan kir, rojnamegerekî û Rwangehê roja Yekşemê (5ê Tebaxê) ragihandin.

Paş vê kuştinê Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) oferek pêşkêş kir li dor pevguhertina tundrewine di destê wê de ligel sivîlên mayên yên Durzî di destê DAIŞê de.

DAIŞê êrîşeke berfireh li Swêdayê pêk anî roja 25ê Tîrmehê, û zêdetir ji 25 kesan kuştin -- bi piranî sivîl bûn -- di êrîşeke herî kujêner de ku parêzgeha ku bi piranî li jêr kontrola hikûmetê ye û hindikahîya Durzî niştecihê wê ye armanc dike heta aniha.

Tundrewan herwiha zêdetir ji 30 kesan revandin, piranîya wan jin û zarok in, ji gundekî parêzgehê, ku berîya aniha heta radeyekê dûrî şerê navxweyî yê heft-salî bû.

Hêzên artêşa Sûrîyayê vê dawîyê di sengerekê de cih digrin li gundewarê pazêgeha Swêdayê berî êrîşbirina ser veşartgehên "Dewleta Îslamî" li navçeyê. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Hêzên artêşa Sûrîyayê vê dawîyê di sengerekê de cih digrin li gundewarê pazêgeha Swêdayê berî êrîşbirina ser veşartgehên "Dewleta Îslamî" li navçeyê. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Roja Pêncşemê, DAIŞê Muhened Sakûn kuşt, ku xwendekarekî 19-salî ye û yek ji dîlan e, birêveberê malpera Swêda24 Nûr Redwan ji AFP re ragihand.

Li ser zimanê xizmên wî, Redwan, yê ku ji Swêdayê diaxivî, got ku xortê nûhatî tev dîya wî roja 25ê Tîrmehê ji gundê Şebekê hat birin.

Redwan got ku du vîdyo ji malbata wê re hatin şandin, vîdyoya yekem ew nîşan dida gava ew dihat serjêkirin û ew di ya duyem de diaxivî berî ku were kuştin, û herwiha wêneyên laşê wî paş mirinê.

Swêda24 beşek ji vîdyoya duyem weşand, AFP lê temaşe kir, ciwanekî nûhatî bi reh nîşan dide ku li devereke mişt latên reş li ser çokan rûniştiye.

Ew T- Şêrtekî reş û şortekî werzişvanîyê li xwe dike, û destên wî li pişt wî hatine girêdan.

Vîdyo ji jêdereke serbixwe nehatiye piştrastkirin.

''Tirseke dijwar'' û danûstandin bi bin dikevin

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku kuştina xortê nûhatî haleya yekemîn ne ji dema revandinan de.

Rewangehê got ku îdamkirin di demekê de pêk hat "piştî binekftina danûstandinên DAIŞê û hêzên rejîmê têkildarî veguhestina çekdarên DAIŞê ji parêzga Deraayê ya li başûr-rojavayê welat bo biyabana Badiyayê".

Roja Yekşemê, QSD, hevbendîyeke şervanên Kurd û Ereb e, fersendek da pêş, û ji AFP re ragihand wê "baş amadekarî kirine" bo pevguhertina tundrewan ligel sivîlên Swêdayê.

"Em xelkên xwe li parêzgeha Swêdayê û malbatên dîlan piştrast dikin ku em amade ne ji her pevguhertinekê bi DAIŞê re," Peyvdarê QSD Rêdûr Xalîl ragihand.

Tirs û hêrseke dijwar di nav şênîyê Swêdayê belav bûye paş îdamkirina Sakûn, çalakê siyasî Nîzar Ebû Elî ji Diyaruna re got.

Piranîya girtîyan ji gundê Şebekê ne, şênîyê gund "bi tirs in ku DAIŞ hemû girtîyan sêdare bike eger danûstandinên di navbera rejîmê û rêxistinê de negihin tu encaman", wî got.

Hêzên rejîmê li molgeha DAIŞê pêş dikevin

Ebû Elî got ku hêzên piştevanîyê yên artêşa Sûrî di rojên borî de giheştin Swêdayê, û teqez kir "dibe ku operasyoneke serbazî mezin di demek nêz de were pêkanîn li ser deverên ku belkî endamên DAIŞê xwe lê vedişêrin li gundewarê parêzgeha Swêdayê."

Wî got ku artêşa Sûrî pêngaveke ewlekarîyê li devera Lacatê -- ku li gundewarê bakur-rojhilatê Deraayê ye û li ser sînorên projhilatî yên parêzgeha Swêdayê ye -- pêk tîne, devera ku hejmarek mezin ji endamine ku guman heye bi DAIŞê re ne, lê hatin girtin.

Hêzên rejîma Sûrî di derengîya roja Yekşemê de devereke biyabanî ku li jêr destên DAIŞê ye li nêzî Swêdayê bombebaran kirin.

"Bombebarankirin û pevçûn di navbera hêzên rejîmê û DAIŞ de di danê êvarê de gur bûn û hîn jî berdewam in," serokê rewangehê Ramî Ebdul Rehman ragihand.

"Rejîm ber bi bakur û bakur-rojhilatê Swêdayê ve diçe", ku nêzî devera biyabanî ya parêzgeha başûrî ye, wî ji AFP re got.

Wî anî ziman ku ev operasyona serbazî dê "destpêka êrîşkirina rejîmê be bo derxistina DAIŞê ji vê molgeha" li biyabana Badîyayê li Swêdayê, û da zanîn jî ku "hêzeke piştîvanîya serbazî ya mezin (ya artêaşa rejîmê) bi cih dibe" li deverê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500