Nûçeyên Iraqê
Tawan û Dadmendî

Çalakvanên Sûrî îşkencedan û kuştina girtîyan di zindanên rejîmê de bi belgeh dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Ev xwenîşandaneke ku şênîyên bajarokê Kefernûran, li gundewarê rojavayî yê Helebê, li dar xistine piştî rejîma Sûrîyayê navên girtîyên ku di zindanên wê de mirine eşkere kirin. [Wêne ji internêtê hatiye wergirtin]

Ev xwenîşandaneke ku şênîyên bajarokê Kefernûran, li gundewarê rojavayî yê Helebê, li dar xistine piştî rejîma Sûrîyayê navên girtîyên ku di zindanên wê de mirine eşkere kirin. [Wêne ji internêtê hatiye wergirtin]

Komine çalakvanên Sûrî di rojên dawî de çendîn kampanya li ser internêtê belav kirine bo bibelgehkirina navên kesên di zindanê Sûrî de hatine kuştin ji 2011 heta bi roja îroj.

Parêzerekî Sûrî bi navê Beşîr Besam got ku tê payîn bi hezaran girtîyên Sûrî hatibin kuştin di zindanên rejîmê de.

"Sedemên mirinê cuda ne û cihêreng in bigire ji îşkencedayîna bi hemû coreyan heta bi nebûna guhlêdana nûjdarî û derhawêştên birînan, lê belê piranîya mirinan ji ber îşkenceya hovane ye, ya ku girtî bi awayekî berdewam û sîstemekî rastî hatin" di zindanên rejîma Sûrîyayê de, wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku kampanya hevdem ligel mukurhatinên rejîmê bi mirina hejmarek ji girtîyan tê.

Rejîma Sûrî dest pê kiriye agahdarîyan li dor mirina girtîyên sîyasî bi rêjeyên pir gelek belav dike di hewlekê de bo yekalîkirina çarenivîsa bi hezarên kesên wendabûyî yên Sûrî.

Ji biharê de, ew lîsteyên bi navên wan dişîne birêveberîyên karûbarên medenî bo tomarkirina mirina wan.

Rejîmê heta aniha agahdarî li dor mirina 3,430 girtîyan belav kirine -- 1,000 ji Dareya, 750 ji Hesekê, 550 ji Helebê, 450 ji Mademîya Şamê, 30 ji Yebrûd û 650 ji Humsê, Besam anî ser ziman.

"Malbat dikarin bawernameyên miriinê yên van kuştîyan werbigrin," wî got, û da zanîn "bi van rêkaran rejîm hewl dide ku faylên wan ji alîyê yasayî ve yê têkildarî karûbarên medenî bi temamî bigre".

Besam got ku li gor çalakvanan, hejmara tên payîn a girtîyên di zindanên rejîmê de hatine kuştin 10,000 kesan derbas dike, û da zanîn ku hinek kom dibêje ku dora 13,000 kesan li jêr îşkenceyê hatine kuştin.

Amnestî berî niha ragihandibû ku 17,700 kes tê payîn ku miribin di zindanên rejîmê de li seranserê Sûrîyayê ji 2011 heta bi 2015an.

Zêdetirî 13,000 kesan di zindana Sêdnayayê de hatine kuştin di navbera 2011 û Kanûna Yekem a 2015an de, bi awayekî sirî, li gor Amnestî. Gelek kesên din li Sêdnaya hatin kuştin piştî pir caran rastî îşkencedayînê hatine û bi awayekî sîstematîk ji xwarin, av, derman û guhlêdana nûjdarî hatin mehrûmkirin.

"Çalakvaninan li derveyî Sûrîyayê, nexasim li welatên Ewrupî, têkilî bi malbatên wan kesên li jêr îşkenceyê hatine kuştin ketein kirin bo vekirina dozên dadwerî li dijî sûcdaran piştî komkirina belgehên ku piştrast dikin ku ew hatine girtin û paşê li jêr îşkenceyê mirine ," Besam got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500