Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Biyabana Enbarê nema warekî ewle ye ji DAIŞê re

Xalid Ta´î

Endamên Firqeya 10ê ya Piyade malan teftîş dikin li deverên dûr û paşguhkirî li biyabana Enbarê daku cihên "Dewleta Îslamî" yên mayî bigerin di vê wêneya ku li ser Înternetê hatiye weşandin di 31ê Tîrmehê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Endamên Firqeya 10ê ya Piyade malan teftîş dikin li deverên dûr û paşguhkirî li biyabana Enbarê daku cihên "Dewleta Îslamî" yên mayî bigerin di vê wêneya ku li ser Înternetê hatiye weşandin di 31ê Tîrmehê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Xebatên hevbeş di navbera hêzên ewlekarîyê yên Îraqî û mêrên êlan ên Enbarê de hema bibêje ku hebûna "Dewleta Îslamî" li deveraên biyabanî li rojavayê Enbarê bi dawî kirin, serkirdeyên êlan û berpirsyarên xwecihî dibêjin.

Operasyonên lêgerînê û êrîşên asmanî yên bêrehm biyaban a ku -- carekê veşartgeheke bêqisûr bû ji DAIŞê re da ku careke din xwe bide hev û êrîşên nû amade bike -- kire cihekî ne guncan ji çekdarên rêxistinê re.

"Biyaban, bi taybet li rojavayê Enbarê, çavkanîya terorîstan bû û penageha wan a ewle bû di heman demê de," serkirdeyê êlên Enbarê Şêx Qeterî Semermed ji Diyaruna re got.

"Di destpêkê de, jingeh li wê deverê ji endamên DAIŞê re guncan bû da ku hejmareke mezin ji baregehan ava bikin û êrîşî bajarên me bikin û dawî wan ew [di dawîya sala 204an de] dagir kir," wî got.

"Piştî ku hemû bajarê Enbarê hatin vegerandin, terorîst, ên di şer de têk çûn, careke din biyaban kirin jêr kontrola xwe da ku bêna xwe bînin ber xwe û refên xwe organîz bikin," wî got.

"Gava ku operasyonên rizgarkirinê bi dawî bûn, xebatên me weke mêrên êlan û karmendên ewlekarîyê giranî dan çawanîya ku nehêlin ku ew endam sûdê ji biyabanê wergirin," Ubêdî got.

Me piranîya rîsorsên xwe di van her çend mehên bûrî de araste kirin da ku em operesyonên lêgerînê ên berfereh li deverên biyabanê bo cihên terorîstan cîbicî bikin.

"Bicihanîna erkên me bi coş û fedakarî bûn," wî got. "Her derengmayîn û xemsarî di pêkanîna pêngavên çavdêrîkirinê de tê wateya dayîna derfeteke jîyanê ji terorîstan re."

Paqijkirina biyabanê ji bermahîyên DAIŞê

"Me statîjîyek rikand bo tengkirinê û aniha operesyonên paqijkirinê ên ji alîyê hêzên ewlekarîyê û mêrên êlan ve tên cîbicîkirin gihane gund û deverên dûr û paşguhkirî cihên ku lêngên tu kesî berî vê bi wan neketibûn," Ubêdî got.

Gelek veşartgek û pena hatin wêrankirinû bi dehan çekdar di êrîşên asmanî de hatin kuştin, wî got.

Wî got ku mêrên êlan di operesyonên lêgerînê de nema cihên terorîstan dibînin, ev yek tê wateya ku bermayîyên DAIŞê direvin, dibe ku ew rastî xeterê werin da ku sînor ber Sûrîyayê ve derbas bikin cihê ku hîn hin bandora rêxistinê li wê deverê heye.

Ubêdî got ku dora du sed û pêncî çekdarên DAIŞê hîn hene xwe li biyabanê vedişêrin, bi taybet li Wadî Qetfê û Wadî Horanê.

"Berê hejmara wan bi hezaran bû, lê îroj hejmara wan kêm bûye û mirin ji hawîrdor ve wan dorpêç dike," wî got.

Hêzên hevbeş bê rawestan li biyabanê digerin û di 21ê Tîrmehê de wan sê malên mêvandarîyê û tunelek wêran kirin û 13 teqemenîyên bidestçêkirî teqandin li deverên li rojhilatê Gola Qadisîyayê.

Di 23yê Tîrmehê de,hêzan dest danî ser kargeheke ku bo çêkirina teqemenî dihat bikaranîn û avêjereke roketan a ku DAIŞê li çûn xwe hiştibû li devera Kerablayê, li rojhilatê Qaimê.

"Nema biyaban merema hevyazkirî ye ji terorîstan re da ku xwe tê de ji ber çavên karmendên ewlekarîyê û mêrên êlan veşêrin," şaredarê Qaimê Ehmed Dilêmî ji Diyaruna re got.

"Hejmara mezin a operesyonên ewlekarî ku li wêdeverê hatin cîbicî kirin bermayîyên DAIŞê belawela kirin û tevgera wan sînordar kir û veşartgehên wan rastî gulleyan tê," wî got. "Rê li ber terorîstan nîne yan ew dê bimirin yan jî ew dê birevin dervey welat."

Dilêmî bang bo çavdêrîkirina berdewam a biyabanê kir, ûwî not kir ku pêşketina di warê ewlehîyê de li bajarên parêzgeha wî bi awayekî serekî divegere pêngavên li dar bo paqijkirina deverên biyabanî ji paşmahîyên teorîzmê.

Ewlekarî hatiye controlkirin

Jidestxistina DAIŞê ji biyabanê re derba herî kujer û ya dawî ye di gewdeyê wê rêxistina terorîst yê ku derb xwarine, Şaredarê Rewayê Husên Ekîdî ji Diyaruna re got.

Wî got ku operesyonên paqijkirinê ne tenê li deverên biyabanê yên nêzîkî bajaran in, lê ew digihine deverên nêzîkî sînorê bi Sûrîyayê re, ên ku weke kendûkospên berevanîyê li dijî hewldana terorîstan ku bi dizî derbas bibin tên bikaranîn.

"Rewşa ewlekarî, li bajar û biyabanê li jêr kontrola mutleq ji alîyê hêzên me ve," Ekîdî got, wî anî ziman ku Rewa, ya ku bajrê dawî bû yê ku terorîst jê hatin derkirinbi awayekî çalak kar dike weke bajarên din ên rizgarkirî da ku rûpela cengê biqulibînin û û hemû şopên terorîzmê rakirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500