Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Endamine girêdayî DAIŞê ve ji hewzê Yermûkê yê Sûrîyayê tên derxistin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Vê basê endamên "Dewleta Îslamî" ji hewzê Yermûkê veguhestin herêma Badîyaya Sûrî paş gihaştin bi rêkeftinekê ligel rejîma Sûrîyayê. [Wêne ji Cuma Mesalma hatiye wergirtin]

Vê basê endamên "Dewleta Îslamî" ji hewzê Yermûkê veguhestin herêma Badîyaya Sûrî paş gihaştin bi rêkeftinekê ligel rejîma Sûrîyayê. [Wêne ji Cuma Mesalma hatiye wergirtin]

Hêzên rejîma Sûrîyayê û milîsên alîgir dest bi derxistina endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji hewzê Yermûkê li başûrê Sûrîyayê kirin, çalakvanekî ji Diyaruna re îroj Çarşemê (1ê Tebaxê) ragihand.

Endamên Ceyş Xalid ibn el-Welîd, ser bi DAIŞê ve ye û kontrola beşê rojavayî yê parêzgeha Deraayê dikir, qebûl kirin xwe ji rejîmê re radest bikin li hember veguhestina wan bo herêma Badiyaya (biyabanê) li nêzî Swêdayê, çalakvan Cuma Mesalma ji gundewarê Deraayê ragihand.

"Bêhtir ji 300 endamên DAIŞê û malbatên wan bo herêma Badîyaya Sûrî hatin veguhestin piştî gihaştin bi rêkeftinekê ligel hêzên rejîmê," wî got.

Wî da zanîn ku ew li avahîya baregehên Kompanîya Lîbyanê û komavahîyên niştecihbûyînê yên Calîn kom bûn li parêzgeha Deraayê berî ku ew werin veguhestin.

Wî got ku komeke din a endamên DAIŞê bêyî malbatên xwe li bajarokê Tefes hatin girtin berî ku prosesa valakirinê bikeve warê bicihanînê de.

Hinek ji milîtanên ku xelkên wan gund û bajarokên li navçeya hewzê Yermûkê û gundewarê Deraayê ne bi rejîmê gotûbêjan dikin "bo normalkirina rewşa xwe û koçnekirina bo herêma Badiyayê ji ber ew hatibûn neçarkirin [ji alîyê DAIŞê ve] ku çekan hilgrin û di nav rezên wê de şer bikin", Mesalma got.

Çarşemê, hêzên Sûrî bi milîtanên DAIŞê li gundê Qusêrê ketin pevçûnan de, asêgeha dawîn a rêxistinê li hewzê Yermûkê, ajansa SANA a rejîmê ragihand.

Ajansê got ku di du rojên borî de, hêzên artêşa Sûrîyayê bajarokê Şecera , gundên Abdîn, Maereba, Kuwaya û Bêt Aara, kontrol kirin. Wan êrîşa xwe li ser molgehên DAIŞê li navçeyê dewam kir heta ew gihaştin Qusêrê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500