Nûçeyên Iraqê
Civak

Felûca wêneya ku ji hêla DAIŞê ve kirêt bûye pak dike

Ala Husên li Bexdayê

Niştecihên Felûcayê nîgaran li ser dîwarên bajarê xwe xêz dikin, nîgarên ku tekez dikin Felûca bajarekî aştîyane ye. [Wêne ji rûpela "Bajarê Felûcayê Aniha"ya Facebookê hatiye wergirtin]

Niştecihên Felûcayê nîgaran li ser dîwarên bajarê xwe xêz dikin, nîgarên ku tekez dikin Felûca bajarekî aştîyane ye. [Wêne ji rûpela "Bajarê Felûcayê Aniha"ya Facebookê hatiye wergirtin]

Bajarê Felûcayê yê parêzgeha Enbarê hin bi hin ji wêranîya ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di dema serwerîya xwe de li paş xwe hiştibû baş dibe.

Yek ji nîşanên nû yên başbûna ji serdema DAIŞê, bajêr meha bihurî gihaştina yekemîn trênê ji Bexdayê dît piştî pênc salan ji rawestana xizmeta trênê di navbera herdu bajarên Îraqî yên sereke de.

Sazîya Giştî ya Rêyn Trênê di 19ê Tîrmehê de nûavakirina rêya trênê piştî wêrankirina DAIŞê ji binesazî û rawestgehan re ragihand.

Di 25ê Tîrmehê de, Wezareta Veguhestinê ya Îraqî geştine bêpere bo rêwîyên bi trênê ji Bexdayê heta Felûcayê pêşkê kirin weke "xizmetekê ji xelkên dilpak ên Felûcayê re", wezaretê di daxuyanîyekê de got.

Aramîya zêde ya Felûcayê hişt ku kar û xwaringeh geş bibin piştî serdema DAIŞê. [Wêne ji rûpela "Bajarê Felûcayê Aniha" ya Facebookê hatiye wergirtin]

Aramîya zêde ya Felûcayê hişt ku kar û xwaringeh geş bibin piştî serdema DAIŞê. [Wêne ji rûpela "Bajarê Felûcayê Aniha" ya Facebookê hatiye wergirtin]

Rakirina wêneya kirêt a Felûcayê

Felûca dora 60 kîlmetran li rojavayî Bexdayê ye, ku Felûca yekemîn bajar bû kete destê DAIŞê di 2014an de, DAIŞa ku bajar bo hewandina çekdarên biyanî û weke bingehekê bo pêkanaîna êrîşên terorî li bajarine din ji Enbarê û Bexdaya paytext bi kar anî.

Hêzên Îraqî, bi piştevanîya hêzên hevpeymanîya navdewletî, bajar di Hezîrana 2016an de vegerandin, piştî pênc hefteyan ji şerê giran, lê serdema dagerkirîya DAIŞê demxeyek li ser bajarê Felûcayê hişt, ji ber ku bi asêgeha rêxistinê dihat naskirin.

"Wêneya ku cîhan bi wê Felûcayê nas dike wêneyeke sexte ye ûrastîya civaka Felûcayê îfade nake, ew jî aştîxwazî, comerdî, hezkirina ji kesên din û hemû teşeyên ku terorîzm û tundîyê red dikin," şaredarê Felûcayê Îsa Sayir got.

Niştecihên bajêr, bi zilamên êlên xwecihî re, îroj bêhtir têkildar in bi desthilatên xwecihî û hêzên ewlekarîyê re bo xurtkirina ewlehî û aramîyê li parêzgehê, wî wiha ji Diyaruna re got.

"Malên vehewanê û dîwanên serokên êlan aniha gengeşene dûbarekirî digerînin bi berpirsine xwecihî re daku hevbehestîyê xurt bikin û babetên ewlehîyê bi par ve bikin," wî anî ziman.

"Yekemîn bilindkirin li dijî tundrûyan"

"Divê herkes bi bîr bîne ku Felûca yek ji bajarên yekemîn bû ku li dijî teroristan derket, di nav de ewên li jêr alaya Qaîdayê," serokê encumena êlên parêzgeha Enbarê Ebdul Wehab Serhan ji Diyaruna re got.

Di demê de, êl li dijî rêxistinê rabûn di çarçoveya ku bi navê Hêzên Sehwayê dihatin naskirin de, ji 2005an heta 2007an, wî ragihand.

Serhan got ku çaxê Qaîde yekemîn car li bajêr belav bû, xelkên Felûcayê -- di nav de ronakbîr û ekadimîkên bajêr -- hebûna rêxistinê û çalakîyên wê yên tawanî red kirin, ya ku wêneya bajêr a bişewq kirêt kirin.

Wî anî ziman ku piranîya endamên terorê ne niştecihên Felûcayê bûn ne jî takekesên êlên wê yên resen bûn, bi hatina gelek ji wan di sînorên Sûrîyayê re.

Ev endam îroj di vê demê de di kûrahîya biyabanê de xwe vedişêrin, ku bang li hêzên ewlekarîyê dikin ku wan bişopînin, wan ji welat derînin û ji wan re sînor ewle bikin.

"Em çi dikarin bikin daku bêhtir ji cîhanê re îsbat bikin ku Felûca û bajarên din ên Enbarê terorê red dikin piştî pêşkêkirina bêhtir ji 10,000 şervanan ku şerê terorê dikirin îroj weke beşekî Têhilandina Hêzên Êlî, ku çekên xwe yên mitewazî bi kar tanîn," wî pirsyar kir.

Wî da zanîn ku herwiha 7,000 şervanên xwebar di şerê endamên terorê de beşdar bûbûn bêyî tu qerebûkirinê.

Niştecih "marîpişteke bihêz in" ji polîs re

Felûca "bûye bajarekî li dijî bîr û bawerîyên tundrûyî", serokê polîsê Felûcayê eqîd Cemal Cumêlî ji Diyaruna re got.

Wî got ku jîngehên himbêzker ne tenê wargeh û palpiştin in endamên terorê re belê ew jîngeheke ku bi îdyolojîya wan a tundrû re digunce peyda dikin, û da zanîn jî ku ev nema rewşa bajarê Felûcayê ye.

Wî anî ziman "nema tu kes berevanîyê [ji DAIŞê] dike yan jî bawerîyê pê tîne piştî wêrankirin û rijandina xwînê ya ku bajêr jîyan kiriye li ser destên van terorîstan."

Cumêlî got ku niştecih aniha berpirsyarîya xeberlêdan li her çalakî yan kesên gumanbar hildigirin, û ev yek jî bûye "marîpişteke bihêz ji polîs re".

Felûca "nasnameya xwe ya pêşketî û sivîl ku alîgirên nezanîyê dixwestin wê ji ber çavên xelkê veşêrin vegerand."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500