Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ girewekên Swêdayê weke kerta bazarkirinê bikar tîne

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

Niştecîyên Swêdayê bixaksipartina bi kom a qurbanîyên êrîşa "Dewleta Îslamî" li ser herêmê di 25ê Tîrmehê de hazir dibin. [Wêne ji Nîzar Ebû Elî hatiye wergirtin]

Niştecîyên Swêdayê bixaksipartina bi kom a qurbanîyên êrîşa "Dewleta Îslamî" li ser herêmê di 25ê Tîrmehê de hazir dibin. [Wêne ji Nîzar Ebû Elî hatiye wergirtin]

Bi dehan çekdarên "Dewleta Îslamî" li deverekê li Deraaya Sûryayê hatin dorpêçkirin îro Sêşemê (31ê Tîrmehê) piştî ku hemû erdên din li wê deverê ji dest xistin ji ber êrîşeke rejîmê ya bi piştgirîya Rûsyayê, AFP ragihand.

Daku xwe ji wê deverê derxin, DAIŞê berdana 30 jin û zarokên Durzî yên ku wê heftîya borî revandin bikar dianîweke kerteke bazarkirinê, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Birêveberê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got ku ji duh ve giftûgo di navbera hêzên rejîmê û DAIŞê de hene daku dora 100 çekdarên DAIŞê û malbatên wan ji başûr û rojavayê Deraayê ber bi Badîyayê ve der bikin.

Badîya ji biyabana fereh ya ku ji navenda Sûrîyayê heta bi sînorê rojhilatî bi Îraqê re dirêje dibe tê gotin, devera ku hîn hin erd li jêr kontrola DAIŞ ye.

Yek ji jinên ku ji alîyê "Dewleta Îslamî" ve hat revandin di êrîşa wê li ser Swêdayê di tomarkirineke vîdyoyê de hat nîşandan ku tê de daxwazên rêxistinê ji rejîma Sûrî re vediguhest. [Wêne ji Nîzar Ebû Elî hat wergirtin]

Yek ji jinên ku ji alîyê "Dewleta Îslamî" ve hat revandin di êrîşa wê li ser Swêdayê di tomarkirineke vîdyoyê de hat nîşandan ku tê de daxwazên rêxistinê ji rejîma Sûrî re vediguhest. [Wêne ji Nîzar Ebû Elî hat wergirtin]

"Li hember wê, DAIŞ dê 30 girewekên ku wê heftîya borî wê ji Swêdayê birin berde," Ebdul Rehman got.

"Ji bo ku zextê li DAIŞê bike, balefirên şer ên Rûsî îro êrîş li ser herêmê pêk anîn," wî anî ziman.

DAIŞê jin û zarok ji gundekî dûr li Swêdayê revandin, parêzgeheke yekser li rojhilatê Deraayê ye, diêrîşeke kujer de di 25ê Tîrmehê deya ku bêtirî 250 kesî tê de mirin li devereke ku mînorîte tê de dijîn

Jineke girewek di vîdyoyeke de xuya dike

DAIŞ têkilîyê bi malbatên girewekan re dike, girewekên ku ji bajarokê Şebakî ne li gundewarê parêzgeha Swêdayê, niştecîyê Swêdayê û çalakvanê siyasî Nîzar Ebû Elî ji Diyaruna re got.

Rêxistinê ji hin malbatan re wêneyên girewekan û "tomarkirineke vîdyo ku tê de daxwazên wê hatine listekirin" şandin, wî got.

Vîdyoyeke 22-çirke ya ku di medyaya xwecihî de hatiye weşandin diyar dike ku jineke girewek dibêje ku ew ji alîyê DAIŞê ve hatiye girtin, wî got.

Jinê got ku DAIŞ daxwaz dike ku operasyonên li dijî devera Yermûkê, beşê Deraayê ku li jêr kontrola DAIŞê ye rawestine û endamên DAIŞê ji zindanên Sûrî werin berdan, Ebû Elî got.

Gireweka jin di vîdyoyê de xuya kir cilên spî lê bûn li gel hejmereke jinan û herî kêm kurek bi wan re bû.

Mirov nikare ji rastîya vîdyoyê bi awayekî bêalî piştrast bibe, lê gelek niştecîyên Swêdayê teqez kirin ku ew jin niştecîya Şebakî bû û di nav wan kesên ku di êrîşê de wîndabûn bû.

Rewş li Swêdayê "gelekî nakokbar e", Ebû Elî got, milîsên çekdarên xwecihî bi hejmarin mezin li kolanan hazir in û belgeyên nasnameyan "hemû rêbwaran bê istisna" seh dikin.

Wî got ku kêmbûna hevsengîyê û gumana zêde di navbera van milîsan de di va çend rojên borî de bû sedema şerên çekdar ku çar kes di wan de hatin kuştin û hejmareke din birîndar bûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500