Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Jin û zarokine Durzî li ser destê DAIŞê tên revandin li Swêdaya Sûrîyayê

AFP

Zilamine Durzî li Bilindahîyên Colanê li parêzgeha Qunêtrayê ya Sûrî dinerin, di sînor re roja 7ê Tîrmehê. [Jala Mereî/AFP]

Zilamine Durzî li Bilindahîyên Colanê li parêzgeha Qunêtrayê ya Sûrî dinerin, di sînor re roja 7ê Tîrmehê. [Jala Mereî/AFP]

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bi dehan jin û zarokên Durzî revandin dema ku wê êrîşî gundê wan li Siwêdaya Sûrî kir di hefteya borî de, şênîyên parêzgeha li başûrê welat û Rewangehê îroj Duşemê (30ê Tîrmehê) ragihandin.

Siwêda, ya ku bi piranî di destê hikûmetê de ye û şênîyên wê ji hindikahîya Durzî ne, bi awayekî berfireh dûrî alozîya ku ji 2011an beşên din ên Sûrîyê jîn dikin bû.

Lê belê roja Çarşemê, zincîreke êrîşên xwekuşjî û teqînên ku DAIŞê li xwe girtin jîyana 250 kesan çinî, piranîya wan sivîl bûn, li navenda parêzgehê û gundên derdora wê.

Piştî êrîşan, tundrewên DAIŞê herwiha bi dehên jin û zarokan ji gundekî revandin, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov û şênîyên Swêdayê.

Rewangehê ragihand ku 36 jin û zarok hatin revandin, û çar jin heta niha karine birevin lê du jinên din jîyana xwe ji dest dane.

Serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got ku 14 jin û 16 zarok di dîlgeha DAIŞê de mane. Û 17 mêr çarenivîsa wan ne dîyar e û ne xuya ye ka ew hatine revandin an na.

Li gor Siwêda24, 36 sivîl roja Çarşemê hatibûn revandin ji gundê Şebkê, li rojhilatê parêzgeha Siwêdayê.

Siwêda24 û dezgehên medyayî yên din vîdyoyek weşandin ku tê de yek ji dîlan daxwazan arasteya hikûmeta rejîmê dike, bi navê DAIŞê weke ew angaşt dike.

AFP nikarî ji jêderên serbixwe vê yekê piştrast bike, lê çendîn şênîyên Siwêdayê piştrast kirin ku jineke ku di vîdyonê de xuya dike yek bû ji wan kesên ku piştî êrîşên pêjna wan nema.

Danûstandinên li dor çarenivîsa dîlan

Dîl bi piranî ji dû malbatên mezin in li Şebkê, li gor rojnameger Nûr Redwan, birêveberê Siwêda24.

Redwan got ku gundên dûrî bajêr roja Çarşemê rastî hinek êrîşên kujêner hatin, û bêhtir ji 60 sivîlan li Şebkê bi tena xwe hatin kuştin.

"Piranîya şênîyên wê cotkar in û bi tenê çekên sivik mîna tifingan bi wan re hebûn, lewra berxwedana xelkê Şebkê pir kêm bû bi berhevkirin ligel gundên din," wî ji AFP re ragihand.

"Dema DAIŞê ev yek dît, wê nofek ji xelkê ji malên wan revanidn û berê wan da rojhilat ber bi Badiyayê ve, li gor kesên ku karîn xwe xelas bikin," wî da zanîn.

Badîya berferehtirîn biyabana Sûrîyayê ye, û ew ji navenda welat heta bi sînorê rojhilatî yê bi Îraqê re dirêj dibe û hîlan çend molgehên DAIŞê yên îzolekirî li wir hene.

DAIŞ bi rêya vîdyo û wêneyan bi malbatên wan dîlan re ketiyê têkilîyê de.

Tundrew ji hikûmeta Sûrîyayê dixwazin ku "kesên ser bi DAIŞê ve serbest bikin, û aniha hejmara kesên dê werin serbestkirin tê gotubêjkirin", Redwan got.

Wî got ku DAIŞ daxwaz dike ku êrîşên rejîma Sûrîyayê li ser cihên tundrewan.

Rêberên olî yên civaka Durzî di tevgerê de ne, li gor Redwan û hinek jêderên agahdar ji danûstandina ji AFP re ragihadin.

"Heta Yekşemê, dîl li Badîyayê dihatin hiştin. Gotûbêj di navbera DAIŞê û şêxên Durzî li dar in," jêderê got.

DAIŞ asêgehên xwe yên bajarwarî li Sûrîyayê ji dest dane lê hîna jî hinek deveran li Badyayê kntrol dike, di nav de deverin li bakur rojhilatê Swêdayê û navçeyeke hevsînorê Îraqê.

Tundrew herwiha molgehekê li parêzgeha Deraayê kontrol dikin, ku li rojavayê Siwêdayê ye.

Îroj Duşemê, hêzên Sûrî operasyonên topabarankirinê dest pê kirin berî pêkanîna êrîşekê li ser bajarokê sereke yên di dest DAIŞê bi navê Uş el-Şecera li Deraayê, li gor televîzyona fermî ya rejîma Sûrî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500