Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Polîsê nefê yê Îraqî tedbîrinan dide ber xwe bo parastina samanên niştîmanî

Xalid Taî

Tîmên endezyarîyê yên Îraqî bîrên nefê li zevîyê neftê yên Geyarayê çaksaz dikin piştî ku bi destên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) wêran bûne. [Wêne ji Kompanîya Nefta Bakur hatiye wergirtin]

Tîmên endezyarîyê yên Îraqî bîrên nefê li zevîyê neftê yên Geyarayê çaksaz dikin piştî ku bi destên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) wêran bûne. [Wêne ji Kompanîya Nefta Bakur hatiye wergirtin]

Polîsê nefê yê Îraqî, yên berpirs ji parastina zevîyên nefê li welat, rêkarine hişk pêk anîn daku rê li ber gefên bermahîyên DAIŞê li ser samanên niştîmanî yên enerjîyê bigirin, birêveberê medyaya polîs ji Diyaruna re îroj Duşemê (30ê Tîrmehê ) ragihand.

Şeş êrîşkerên xwekuj di 19ê Tîrmehê de êrîşî kargeheke li bajarokê Sinyayê li bakurê Selahedînê kirin, ku xwe di nava hêzên polîsê nefê yê Îraqî de teqandin, li gorî çavkanîyekê ji fermandarîya polîsê Selahedînê.

Gelek endam ji hêzên Îraqî di êrîşê de birîndar bûn.

Di 11ê Tîrmehê de, hêzên Îraqî êrîşeke DAIŞê ya li ser bîrên nefê li bajarokê Didisê, yê li dikeve rojavayê parêzgeha Kerkûkê ya rojavayî, têk birin.

Bi dehan ji endamên rêxistinê êrîşî hejmarek ji nuqteyên pasîvanîyê yên bîrên nefê kirin, û bi berpirsine polîsê re pevçinîn, tiştê ku hişt polîsê Kerkûkê hêzine din bişînin deverê.

Dron bizavên çekdaran dişopînin

Hêzên polîsê nefê yên Îraqî amade ne ji rawestandina çi êrîşeke terorî re li ser sazîyên nefê yên bakurî, birêveberê beşê medyayê yê polîsê Îraqî neqîb Elî Malikî wiha ji Diyaruna re got.

"Aniha hêzine tekûz bo parastina van sazîyan hene piştî ku ew ji hêla pasîvanên ewlehîyê hatine xurtkirin ên ji Birêvebirîya Polîsê Nefê yê Başûrî û Hêzin ji Besrayê," wî got.

Wî anî ziman ku "hêzên me bi giranî li dora zevîyên nefê û kargehên enerjîyê li Selahedîn û Kerkûkê belav dibin , herwiha li zevîyên nefê yên Geyara û Necmayê yên li nêzî bajarê Mûsilê."

Malikî ragihand "em herwiha bi Polîsê Federal û Hêzên Operasyonên Hevbeş re hevkarîyê dikin daku rêkarên parastinê bêhtir bisepînin," û da zanîn jî ku dronên çavdêrî û koleçanê bizavên teroristan rojane dişopînin."

Wî anî ziman ku yekîneyên ewlehîyê li zîncîreke bilindahîyan û deverên dûr û paşguhkirî bicihkirî ne, û lêgerînên berdewam li asêgehên dijmin pêk tînin, herwiha wan bi xar wêran dikin.

"Hewldaneke bêsûd"

Êrîşên DAIŞê yên dawîn têkbirina binsazîya sektorê nefê Îraqî armanc dikirin, û herwiha aborîya wê, Malikî anî ser ziman.

Wî got ku ew "hewldaneke bêsûd bû bo seknandina nûavakirinê, ku endezyar û karmendên teknîkî xebatine mezin bo çaksazkirina kargehên berhemdarîya nefê û parzûngehan pêk anîn."

Wî got ev sazî rastî gelek ziyanan hatin bi destên çekdaran, bi taybetî li bajarê Bêcîyê, li bakurê Selahedînê.

"Sih ji 87 bîrên nefê li zevîyên Selahedînê, yên herî balkêş zevîyên Alas û Ecêlê, ku berhemdayîn rawestadin piştî ku endamên DAIŞê di dema kontrola wan de li ser parêzgehê ew wêran kiribûn," Malikî got.

Herwiha endamên rêxistinê agir bi gelek bîrên nefê li Geyarayê xistin, yên ku Polîsê Nefê bi hevkarîya Sazîyên Berevanîya Sivîl yên Îraqî, dikarîbûn paşê agir vemirînin.

Malikî anî ziman ku bermahîyên DAIŞê dixwazin xuyanî bikin ku hîna rêxistina wan dikare gefekê di rêya êrîşinan re çêbike tevî hejmara wan kêmtir bûye, "lê ew bi rastî bi dawî bûne û bûne tiştekî serborî".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500