Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ dihêle Durzîyên Sûrîyayê rastî xisarên herî giran di şer de werin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

Mirov dikare ziyan û wêrankirinê bibîne piştî teqîna kujêner ya ji alîyê "Dewleta Îslamî" ve li bajarê Swêdayê li başûrê Sûrîyayê roja Çarşemê (25ê Tîrmehê). [Wêne ji Nîzar Ebû Elî hatiye wergirtin]

Mirov dikare ziyan û wêrankirinê bibîne piştî teqîna kujêner ya ji alîyê "Dewleta Îslamî" ve li bajarê Swêdayê li başûrê Sûrîyayê roja Çarşemê (25ê Tîrmehê). [Wêne ji Nîzar Ebû Elî hatiye wergirtin]

Hejmara mirîyan di êrîşên "Dewleta Îslamî" yên hevaheng de li Swêdaya Sûrîyayêgiha nêzîkî 250 kesan roja Pêncşemê (26ê Tîrmehê), xisara giyanan a herî mezin li parêzgeha ku piranîya wê Dirûz in di şerê heft-salî de.

Swêda, ya ku bi awayekî sereke ji alîyê hikûmetê tê kontrolkirin, heta asteke mezin ji şerê ku ji sala 2011an ve li beşên din ên welat digere bi dûr bû.

Lê êrîşa roja Çarşemê ew aramîya rêjeyî şikand piştî çar kujeran êrîşî bajar kir, dema ku çekdarin DAIŞê yên din bi tifing û teqemenîyan êrîşî gundên li bakur û rojhilat kir .

Hejmara mirîyan giha 246 kesan roja Pêncşemê, 135 ji wan sivîl bûn, li Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Sivîlan rahijte çekan daku li ber xwe bidin li dijî edndamên "Dewleta Îslamî" yên girtin ser gundê wan li gundewarê bakurî yê parêzgeha Siwêdayê. [Wêne ji Nîzar Ebû Elî hatiye wergirtin]

Sivîlan rahijte çekan daku li ber xwe bidin li dijî edndamên "Dewleta Îslamî" yên girtin ser gundê wan li gundewarê bakurî yê parêzgeha Siwêdayê. [Wêne ji Nîzar Ebû Elî hatiye wergirtin]

Kuştîyên din çekdarên alîgirê rejîmê bûn yan niştecîyên rahiştibûn çekan da ku berevanîya gundên xwe bikin.

"Hejmara mirîyan hîn bilind dibe ji ber sivîlên ku birîndar bûbûn dimirin û xelkên ku çarenûsa wan ne diyar bû mirî hatin dîtin," birêveberê Rewangehê Ramî Ebdil Rehman ji AFP re got.

Televîzyona dewletê tomarkirina vîdyo weşand derbarê karwanê şînîyê li Swêdayê, di vîdyoyê de mêrên ku kumên spi yên nerêtî yên mînorîtîya Durzî li serên wan bûn û sersaxîya hev dikirin.

Mêran rahişte darbestên ku bi ala hikûmetê ya bi du stêrik pêçayî bûn û wêneyên kesên kuştî li ser paşxaneyeke bi rengê keskesorê ya ku civaka Durzî dinimîne.

Herî kêm 56 tundrew hatin kuştin ên ku êrîş cîbicî kir.

Şerekî tund berdewam e

Piştî êrîşan, endamên DAIŞê bi dizî derbasî bajarok û gundan bûn da ku wan dagir bikin, bi awayekî ketûber gule avêtin sivîlan, niştecîyê Swêdayê û çalakvanê siyasî Nîzar Ebû Elî ji Diyaruna re got.

Wî got ku komîteyên gelerî yên çekdar ên ku ji niştecîyên xwecihî pêk tên dest bi kar kirin da ku li dijî endamên DAIŞê li ber xwe bidin, wî anî ziman ku rêxistin bi awayekeî serkeftî ji hin bajarokan hat derkirin.

"Şerên dijwar ên netemirî berdewam in li hin bajarokên ku endamên DAIŞê weke çeperên asê li wan bi cih bûne, bi taybet li deverên gundewarî li rojhilatê parêzgehê," wî got.

Bi dehan ciwanên xwecihî xwebexş bûn da piştgirîya çedarên ku li dijî DAIŞê li ber xwe didin bikin, çekdarên ku ji gelek deverên Siwêda û Horanê hatine, Ebû Elî got.

"Çar xwekujên DAIŞêyên hewl dan ku bi dizî derbasî bajarê Siwêdayê bibin li xaleke pêşkinînê ya ku ji alîyê xwebexşan ve hatiye çêkirin hatin girtin," wî got.

Wî got ku kujerekî hewl dida ku derbasî Nexweşxaneya Siwêda ya Niştimanî bibe.

Bajarokên ku şerê herî dijwar li wan diqewime Matûna, Dûma, Teyma, Tel Besîr, Ramî û Erajayê di nav xwe dihewîne li gel gundên Şebkî, Şurêhî û Terbayê.

Dibe ku hejmara mirîyan zêde bibe ji ber hîn şer berdewam e û "hovîtîya ku endamên DAIŞê pê bi niştecîyên bajarokên ku bi dizî derbasî wan bûne didin û distînin", Ebû Elî got.

"Çekdar guleyan davêjin sivîl, jin û zarokan, wan di îdamkirinên komî de dikujin," Ebû Elî got.

Zêna, niştecîya gundê Metûna ê piçûk, got ku malbata wê li ser dengê gule û teqîna narincokan dora demjimêr 5:30ê sibeha roja Çarşemê ji xew rabû.

"Xizmê min gule avête yekî çekdaran dervey mala me û me dengê wî kir got: "kafiran ez kuştim"," wî ji AFP re got.

kuramê wê û hevjîna xwe herdu hatin kuştin.

Gundên ku hatin êrîşkirin li ber xirênîya mirînê bûn şeva borî û mêr jî hişyar bûn," Zêna, ya 32 salî, roja Pêncşemê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500