Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Tehrîr el-Şam malbatên aware derbider dike li Idlibê bo vehewana endamên xwe

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamên Tehrîr el-Şam digihin ji kampa Yermûkê digihin Idlibê li gor rêkeftinekê bi rejîma Sûrîyayê re di Nîsanê de. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Endamên Tehrîr el-Şam digihin ji kampa Yermûkê digihin Idlibê li gor rêkeftinekê bi rejîma Sûrîyayê re di Nîsanê de. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Tehrîr el-Şam malbatên bêwar ji xanîyan derdixe li parêzgeha Idlibê li bakurê Sûrîyayê da ku malbatên xwe di cihê wan de bi xanî bike, çalakvanekî ji Diyaruna re îroj Çarşemê (25ê Tîrmehê) ragihand.

Bi sedan endamên rêxisitnê û endamên komên din ên opozîsyonê gihiştin Idlibê di heftîyên dawî de piştî rêkeftinên lihevhatinê yên di navbera komên opozîsyona çekdar û rejîma Sûrîyayê û hevalbenda wê Rûsya hatin wajûkirin.

Li gorî van rêkeftinan hikûmetê dest danî ser navçeyên li jêr kontrola opozîsyonê, navçeyên herî dawîn jiparêzgehên Deraa û Qunêtrayê bûn yên ku li başûrê Sûrîyayê ne.

Yên ku li dijî rêkeftinê bûn destûr ji wan re hat dayîn ku di korîdoreke ewle re ji bajêr derkevin.

"Bêhtirî 30 malbatan, yên ku li 13 xanîyan li Idlibê û navçeyên derdora wê dijîn agahdarî ji ewlekarîya Tehrîr el-Şam wergirtine ku wan xeberdar dikin ku divê ew wan xanîyên di dest wan di heftîyekê de vala bikin," çalakvan Museb Esaf ji Diyaruna re got.

Wî got ku vê dawîyê wan zanî ku rêxistin dixwaze xanîyan ji endamên xwe û malbatên wan re biparêze, yên ku berê xwe dan bakurê Sûrîyayê paş rêkeftinên lihevhatinê yên bi rejîmê re li çendîn herêman.

Wî got ku endamên Tehrîr el-Şam bo Idlibê hatin veguhestin li gorî mercên rêkeftinan ên têkildarî çekdarên ku qebûl nekirin li navçeyên li jêr kontrola rejîmê de bimînin.

"Piranîya malbatan [ên ji wan hatiye xwestin xanîyan vala bikin] mehane kirya xanîyên xwe didn û ne belaş li wan dijîn," Esaf got.

Wî got ku hinek ji xanîyan çar malbat li wan dijîn, malbatên ku kirê li xwe par dikin ji ber xercîyên bilind ên kirê û bacên ku Tehrîr el-Şam wan disepîne.

Esaf got ku hejmara malbatên ku ji wan hatiye xwestin xanîyan vala bikin dibe ji wiha bilindtir be, ji ber ku dibe gelek malbat eşkere nekiribin ku wan agahdarîyên valakirinê wergirtine ji ber tirsa ji endamên rêxistinê.

Wî got ku hêzên çekdarên ên din ên ku endamên wan bo herêma Idlibê hatine veguhestin heman kiryaran dimeşînin.

Endamên Nûr el-dîn Zenkî xelkê neçar dikin ku ji xanîyan derkevin li bajarokê Camiyat el-Rehal di navbera Idlib û Helebê de, Esaf wiha got.

"Hêr û nerazîbûn li hember Tehrîr el-Şam di nav xelkê herêmê de berbelav e," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500