Nûçeyên Iraqê
Aborî

Îraq şarêya lezgîn careke din vedike piştî têkbirina DAIŞê

Xalid Ta´î

Şarêya Bexda-Remadîyê careke din hat vekirin di 11ê Tîrmehê de piştî ku ew sê salan hatibû girtin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya parêzerê Enbarê Mihemed Helbûsî hatiye wergirtin]

Şarêya Bexda-Remadîyê careke din hat vekirin di 11ê Tîrmehê de piştî ku ew sê salan hatibû girtin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya parêzerê Enbarê Mihemed Helbûsî hatiye wergirtin]

Hedî hêdî tê dîtin ku trafîka bejî û bazirganî vedigere parêzgehên Îraqî ji ber rêyên di navbera parêzgehan de careke din hatin vekirin piştî derkirina "Dewleta Îslamî".

Şarêya Bexda-Remadîyê ya lezgîn careke din tê bikaranîn di 11ê Tîrmehê de piştî ku sê salan hatibû girtin.

Ew yek ji rêyên herî girîng e ku Bexdaya paytext bi parêzgeha Enbarê ve girê dide li rojavayê Îraqê û bi dirêjahîya rêya diçe sînorê bi Urdin û Sûrîyayê re.

Şarê rastî karên sazkirina demkî tên ji ber ziyana ku gihaye binesazîya wan dem û xebateke mezin dixwaze, berpirsan got, bi vî awayî, pirên li dirêjahîya rêyê bi pirin demkî hatin guhertin.

Polîsê Îraqî bi dirêjahîya şarêya Bexda-Kerkûkê hatiye belavkirin di çarçoveya xebatên gelek de bo ewlekirina rêyê li hember êrîşên bermahîyên DAIŞê. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Polîsê Îraqî bi dirêjahîya şarêya Bexda-Kerkûkê hatiye belavkirin di çarçoveya xebatên gelek de bo ewlekirina rêyê li hember êrîşên bermahîyên DAIŞê. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Herwiha şarê bi xalên pêşkinînê yên sereke yên bi alavên sonaran hatine dabînkirin hatine techîzkirin da ku navgînan seh bikin û ew bi awayekî berdewam ji alîyê pagerên ewlekarî ve tên çavdêrkirin.

Şarêya bingehîn

"Rêya ku yekser Bexdayê digihîne Remadîyê [paytexta parêzgeha Enbarê] û beşekî jîndar e ji şarêya navdewletî ya ku ber bi rojava ve diçederbasgeha sînorî ya Triblê bi Urdinê reû derbasgeha Welîdê bi Sûrîyayê re," endamê encumena parêzgeha Enbarê Neîm Kiûd got.

"Dema şarêya navdewletî bi awayekî tam [berî ku DAIŞ bigire ser Îraqê], parêzgeha me milyarên dolaran salane qezenc dikirin," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku ew rêyeke bazirganî ya çalak bû û stûneke sereke bû ji abora parêzgeha Enbarê re, wî anî ziman ku çalakîya bazirganî hêdî hêdî vedigere weke berê.

Ji çaxa ku derbasgeha Triblê ji Tebaxa borî ve careke din vebûye, rêya Bexda-Remadîyê çalak e û mişt kemyon û rêwî ye, "her çi qas ku ne bi wê rêjeya berê be jî", Kiûd got.

Wî got ku ev çalakbûna nûbûyî dê bandora wê li hêzdarkirina bazirganîyê, zêdekirina rêwîtî û qezenckirinê hebe.

Dirêjahîya şarêya navdewletî bi awayekî tam tê misogerkirin ji alîyê hêzên hevbeş ên Jezîrayê û Fermandarîyên Operesyonên Enbarê, Polîsê Federal, Hêza Zîrevanên Sînor û Hêzên êlan ve.

"Tu arîşeyên ewlehî nînin," Kiûd got. "Tenê hewcedarîya me bi piştgirîyê heye da ku karê sazkirin û jinûveavakirinê cîbicî bikin."

Kiûd got ku 100 pirên wêrankirî careke din li parêzgeha Enbarê hatin vekirin, wî anî ziman ku "pira Yabanî" li ser şarêya navdewletî li rojhilatê bajarê Remadîyê dê nêzîk were vekirin.

Rêya Dihok-Mûsilê ya "stratîjî"

Ligel şarêya Bexda-Remadîyê, gelek rêyên girtî careke din li Enbarê hatin vekirin ji dawîya sala 2017an ve, di nav wan de rêya di navbera Hedîsa (rojavayê parêzgeha Enbarê) û Bêjî (parêzgeha Selahedînê) û rêya di navbera Bexda û bajarê Felûcayê de (rojhilatê parêzgeha Enbarê), yê herwiha weke Rêya Kevin tê naskirin.

Herwiha desthilatdarîyê xwecihî ya Nînewayê bi dehan rêyên sereke careke din di nîvê yekem ji sala 2018an de vekir, rêya herî balkêş rêya stratîjî ya ji Mûsilê heta Dihokê li bakur.

Rêya bejî, ya ku careke din di 5ê Adarê de hat vekirin, yek e ji rêyên herî girîng di warê bandora aborê de li ser bajarê Nînewayê ji ber ew parêzgehê bi derbasgeha Fiş-Xabûrê ve li alîyê Tîrkî girê dide.

Girtina rêyê bo bêtirî sê salan tade li parêzgeha Nînewayê kir, lê dema ew careke din hat vekirin, careke din kel û pel diherikine bazarên Mûsilê û çalakçya bajirganî geş dibe, endamê encumena parêzgeha Nînewayê Xelef Hedîdî got.

Rêwîtî û geştyarî di navbera Mûsil û Dihokê de hêdî hêdî baş dibe, wî ji Diyaruna re got.

Zêdebûna ewlehîyê

Hemû rêyên kû ji nû ve hatin vekirin rastî tedbîrên ewlekarî yên astebilind tên ji ber gelek ji wan di girên erdnîgarîya wan dijwar û newalên fereh re derbas dibin.

Hêzên Îraqî vê dawîyê xebat zêde kirine daku rêya Kerkûk-Bexdayê û gundên li ser rêyê misoger bikin, bi taybet li bakurê parêzgeha Diyalayê ji ber ku bûyerên teror li wê derê dubare bûn.

"Rêwîtî li ser rêya Kerkûk-Bexdayê nema tirsnak e ji ber xalên pêşkinînê û yên çavdêrî û kifşkirinê li her deverê hatine danîn û operesyonên berdewam cih û şanên DAIŞê armanc dikin," endamê encumena parêzgeha Kerkûkê Maen Hemdanî ji Diyaruna re got.

Di heman demê de, rêyên Kerkûk-Tekrît û Kerkûk-Bajî yên di navçeya Hewîcayê re derbas dibin û rêya Kerkûk-Mûsilê ya ku di navçeya Dibsê re derbas dibe, hemû "gelekî ewle ne û çalaktîya trafîkê li wan normal e", wî got.

Wî anî ser ziman ku ew rastî tedbirên ewlekarî yên parêzî tên ji çaxê ku ji sala bûrî ve care din hatine vekirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500