Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

36 bermahîyên DAIŞê vê mehê li Diyalayê tên girtin û kuştin

Xalid Taî

Hêzên ewlekarîyê yên Îraqî 14ê Tîrmehê devera Ezîmê li parêzgeha Diyalayê paqij dikin di çarçoveya operasyonên rizgarkirina parêzgehê ji bermahîyên DAIŞê de. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergiritn]

Hêzên ewlekarîyê yên Îraqî 14ê Tîrmehê devera Ezîmê li parêzgeha Diyalayê paqij dikin di çarçoveya operasyonên rizgarkirina parêzgehê ji bermahîyên DAIŞê de. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergiritn]

Komîteya ewlehîyê ya encumena parêzgeha Diyalayê îroj Sêşemê (24ê Tîrmehê) ragihand ku 24 bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin kuştin û 12 kesên din ji destpêka vê mehê ve hatine girtin.

Operasyonên ewlehîyê yên li dar li parêzgehê "gurzeke dijwar" li rêxistinê xistin, çiku endamên wê nema tu war wan dihewîne, serokê komîteyê Sadiq Husênî got.

"Bîst û çar terorîst hatin kuştin û 12 kes hatin girtin, di nav de çar serkirdeyên DAIŞê yên payeberz li cihê ku bi navê Wîlayeta Diyalayê tê naskirin, di operasyonên lipeygerînê de vê mehê li gelek deverên Diyalayê, bi taybetî li gola Hemrîn, Ezim û Beled Rûzê," wî ji Diyaruna re got.

Hêzên ewlekarîyê "15 veşartgehên mezin ên terorîstan, şeş li Beled Rûzê, çar li Hemrînê, sê li Muteybicayê, û du li deverên Kenan û Behrîzê wêran kirin," Husênî got.

Wî anî ziman ku gelek ji van veşartgehan çek, metryalên teqîner û teqemenîyên bo bombrêjkirina otombîlan û bombeyên bidestçêkirî dihundirandin.

Bikaranîna teknîkên nûjen

Husênî got ku hêzên ewlekarîyê teknîkên nûjen bikar tînin, ên herî balkêş dron in, di dema hilmetên wan ên paqijkirin û lêgerînê de.

Wî ragihand ku dron bi awayekî taybet bo çavdêrîkirin û dîtina deverên bilind û newalên zehmet ku yekîneyên serbaz nikarin bigihêjin wan in, da zanîn jî ku wan alîkarîya hêzên ewlekarîyê kirin di dîtina heft stargehan de li Mutaybicayê.

Husênî got ku "gefa terorîstan" li parêzgehê bi saya xebatên ewlekarîyê kêm dibe, lê xebat dê berdewam bikin heya hemî bermahîyên DAIŞê bên tunekirin û veşartgehên wan bên wêrankirin.

Wî got ku hêzên polîsê Diyalayê ji roja Şemîyê de (21ê Tîrmehê) operasyoneke mezin li gundên başûrî Beled Rûzê, bi taybetî Dima, Menhel, Bender û Qere Çulê, pêk tînin.

Ev operasyon ji nûtirîn rêzehilmetên ewlehîyê ye ku derxistina endamên bermahîyên DAIŞê ji parêzgehê armanc dikin.

Husênî got di van çaxan de, 24 kesên xwestî bi tawanên terorî yên cihêreng bo dadgehê li Diyalayê xwe radest kirin û bi qîm û reza xwe xwe radestî hêzên ewlekarîyê kirin îsal, di nav de pênc kesên xwestî vê mehê bi tenê.

"Ev pêşketin çalakbûna ewlehîyê li parêzgehê nîşan dide û herwiha behestîya zêde di sazûmenîya ewlehîyê û pergala dadwerîyê de nîşan dide," wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

??????

BERSIV BIDE