Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Rêya Idlibê tê vekirin piştî biryarnameya Fewa û Kefereyayê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Buldozereke berevanîya sivîl bo vekirina rêya Bab el-Hewayê li parêzgeha Idlibê kar dike, ku fetwayên Tehrîr el-Şam yên têkildarî qedexekirina hevtêkilîya zayendî bikaranîna mekyajê li ser dîwaran tên dîtin. [Wêne ji Berevanîya sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Buldozereke berevanîya sivîl bo vekirina rêya Bab el-Hewayê li parêzgeha Idlibê kar dike, ku fetwayên Tehrîr el-Şam yên têkildarî qedexekirina hevtêkilîya zayendî bikaranîna mekyajê li ser dîwaran tên dîtin. [Wêne ji Berevanîya sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Tevgera otombîl û kamyonan bi rêkûpêkî li ser rêya ku alîyên bakurî bi başûrî yên parêzgeha Idlibê bi hev re girê dide hatiye berdewamkirin ji çaxê yekalîkirina alozîya Fewa û Kefereyayê, çalakvanekî xwecihî ji Diyaruna re got.

Welatîne Sûrî ku li bajarokine alîgirê rejîmê dorpêçkirî bûn ji hêla rêxistine tundrû, bi serkêşîya Tehrîr el-Şam, karîn ji deverê derkevin li jêr mercinan ji rêkeftineke bi serpereştîya Turkyayê, ku piştevan opozîsyonê y û Rûsyayê, ku hevalbenda rejîmê ye, ku di 17ê Tîrmehê de hatibû wajûkirin.

Bajarokên ku li navenda Idilibê ne, dora sê salan dorpêçkirî bûn, û rêya ku di nav wan re diçe parêzgehê hatibû girtin.

"Beşên bakurî û başûrî yên Idlibê bi temamî ji hev qut bûn," çalakvan Heysem Idlibî ji Diyaruna re got.

Karkerên berevanîya sivîl bêhnvedanekê ji karê xwe distînin bi dirêjahîya rêya ku beşên bakurî û başûrî ji parêzgeja Idlibê bi hev ve girê dide. [Wêne ji Berevanîya sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Karkerên berevanîya sivîl bêhnvedanekê ji karê xwe distînin bi dirêjahîya rêya ku beşên bakurî û başûrî ji parêzgeja Idlibê bi hev ve girê dide. [Wêne ji Berevanîya sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Wî got ku rêya Bab el-Hewayê li jêr bombebarankirin û agirê segvanan bû, û bi sergenên xwelîyê û rêbendan hatibû giritin.

Wî got ku yekser piştî rahiştina dorpêçkirinê û derxistina niştecihan ji deverê, karê nûvekirina rê dest pê kir.

Idlibî anî ziman ku tîmên berevanîya sivîl li Idlibê alavên berdest anîn û sengerên xwelîyê, rêbend û rêgirên din rakirin.

Wî ragihand ku tîm rê bi şiyanek mezin çak kirin bo rê li ber otombîlan vekirî be, da zanîn jî ku sivîl li herdu alîyên parêzgehê dest bi bikaranîna rê kirin yekser piştî sergenên xwelîyê yên sereke hatin rakirin.

Trafîk berdewam e, lê metirsî dimînin

Idlibî got ku rêya Bab el-Hewayê aniha tevgereke çalaka sivîl û bazirganan dibîne, û tê payîn ku çalakîya bazirganîyê dê geş bibe piştî vekirina vê rêya sereke.

Wî agadarî da ku "tevî vekirina rêyê, lê herdu alîyên rê hîna tirsnak in ji ber belavbûna mayînan."

Wî anî ziman jî ku tîmên jihevxistina mayînan yên berevanîya sivîl ên bi awayekî taybet perwerdekirî ne dê mayînan hin bi hin ji deverên ku metirsîya herî mezin li ser sivîlan çêdikin rakin.

Li parêzgehê bi giştî, hîna mayîn û bombeyên bidestçêkirî tirseke cidî li ser sivîlên parêzgeha Idilbê çêdikin.

Roja Dûşemê (23ê Tîrmehê), otombîlek li bombeyeke bidestçêkirî ket li ser rêya di navbera bajarokên Mestûma û Erîhayê de. Çar rêwî hatin kuştin, û otombîl wêran bû.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500