Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq yekîneyên polîsê lezgîn li Nînewayê dadimezrîne

Xalid Ta´î

Şervanên perpirsyar ji parastina devera Beacê li biyabana Nînewayê nêzîkî sînorê Îraqê bi Sûrîyayê re di 10 Tîrmehê de li vê derê tên dîtin. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Nînewayê hatiye wergirtin]

Şervanên perpirsyar ji parastina devera Beacê li biyabana Nînewayê nêzîkî sînorê Îraqê bi Sûrîyayê re di 10 Tîrmehê de li vê derê tên dîtin. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Nînewayê hatiye wergirtin]

Hikûmeta Îraqî soz daye ku yekîneyên lezgîn damezrîne daku ewlekarîyê li deverên biyabanî yên Nînewayê qayim, bike fermandarîya polîsê Nînewayê îro Înê (20ê Tîrmehê) got.

Serokwezîr Heyder Ebadî û Wezîrê Karê Hundir Qasim Arecî soz dane ku yekîneyên polîsê lezgîn li deverên biyabanî yên Xudir û Beacê damezrînin, serokê polîsê Nînewayê emîd Hemed Namis Cibûrî ji Diyaruna re got.

Ev gav beşeke ji tekoşîna qayimkirina ewlehîyê li deverên biyabanî yên berfereh li Selahedîn û Enbarê yên digihin sînorê bi Sûrîyayê re.

Wî got ku di wê navê re, fermandarîya polîsê Nînewayê asta xebatên xwe bilind kir daku bi karmendên berdest li hember berhengarîyê li ber xwe bide.

Hêzên ewlekarîyê didin dûv bermahîyên DAIŞê li deverên biyabanî yên dûr li rojavayê Mûsilê di vê wêneya ku di 11ê Adarê de li ser Înternrtê hatiye weşandin. [Wêne ji komandoyên Fermandarîya Operesyonên Nînewayê hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekarîyê didin dûv bermahîyên DAIŞê li deverên biyabanî yên dûr li rojavayê Mûsilê di vê wêneya ku di 11ê Adarê de li ser Înternrtê hatiye weşandin. [Wêne ji komandoyên Fermandarîya Operesyonên Nînewayê hatiye wergirtin]

"Hêzên me li hemû navçeyên herêmê belav in, operasyonên ewlekarî yên serkeftî pêk tînin di çarçoveya şopandina terorîstên mayî yên xwe di nav sivîlan de û li derveyî bajaran vedişêrin," wî got.

"Em operasyonên lêgerînê rojane cîbicî dikin li deverên cuda li ser bingeha agahîyên istixbaratî yên deqîq, ên piranîya wan ji alîyê niştecîyên xwecihî ve tên, ên ku alîkarîyê bi me re dikin," wî anî ziman.

Endamên DAIŞê hatin girtin

Cibûrî eşkere kir ku operasyonên vê dawîyê encamin erênî rê dan, û hêzên ewlekarî 23 endamên tundrew li rojhilat û rojavayê Mûsilê girtin.

Di nav wan deçar kesên ku ji ber gunehên têkildarî terorîzmê dihatin xwestin, wî got.

Wî da zanîn ku du ji wan mêran, ku li Zahra û Qahrayî li rojhilatê Mûsilê hatin girtin, bi hisbeyê ("polîsê olî") û dadgeha "Dewleta Îslamî" kar kirine.

Wî got ku yek ji wan li ofîsa şerîa yan iftaa kar kir, lê yê din çekdarekî DAIŞê bû.

Roja 12ê Tîrmehê, polîs endamekî DAIŞê bi navê Enmar Haşim Hemed li taxa Rîsalayê li rojavayê Mûsilê girt.

Ew di "komîteya mizgeftan" a rêxistinê de dixebitî, û serpereştîya daxwaznameyên xwebaran ên têkildarî şerkirina di nav rêzên DAIŞê de dikir.

Cibûrî got ku polîs roja Pêncşemê du welatî, yên ku DAIŞê ew li derdora Xudir revandibûn, azad kirin.

"Di operasyona azadkirinê de, pevçûnên dijwar bi terorîstan re qewimîn û hêzên me karîn pênc endamên DAIŞê bikujin," wî da zanîn.

Li tenîşt girtîyan, polîsê Nînewayê dest danî ser depoyên çek û cebirxaneyan û kargehên çêkirina çekan, û herwiha stargehên rêxistinê.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ey Xweda!, hêzên me yên ewlekarîyê yên Îraqî biparêze!

BERSIV BIDE