Nûçeyên Iraqê
Ciwan

Zarokên Sûrî di pêşbirkîya qehremanîya Şetrencê de beşdar dibin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Zarokin ji gondewarên başûrî yên parêzgeha Idlibê pêşbazî dikin di qehremanîyeke şetrencê de ku Projeya Xîrasê li dar xistiye. [Wêne ji rêxistina Xîrasê hatiye wergirtin]

Zarokin ji gondewarên başûrî yên parêzgeha Idlibê pêşbazî dikin di qehremanîyeke şetrencê de ku Projeya Xîrasê li dar xistiye. [Wêne ji rêxistina Xîrasê hatiye wergirtin]

Zarok li bakurê Sûrîyayê beşdarî qehremanîyeke şetrencê dibin, dûrî felaket û wêranîya cengê, di çarçoveya insîyatîvekê de ji alîyê rêxisitneke taybet bi zarokê ku li hinek deverên parêzgehê Idlibê çalak e.

Qehremanî, zarokên jêr temenê 14-salî dipejirîne, ji alîyê projeya Xîrasê ve hatiye organîzekirin di çarçoveya çalakîyên perwerdahî de yên ku ew li navçeyê pêk tîn, xebatkarê mîdyayê yê projeya Xîrasê Husam Eswed ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî ragihand ku 60 zarok ji gundewarê başûrî yê parêzgeha Idlibê, bi taybetî ji Xan Şêxûnê, Maeret Numan û bajarokên Hezarîn û Maeseran, di Qehremanîya Şetrencê ya Xîrasê de beşdar in.

Wî got ku beşdarvan li ser 10 tîman tên dabeşkirin, û dê yarî bi sîstema çûn û hatinê di komê de were lidarxistin, û dê yên serkeftî berê xwe bidin yarîyên fînal, yên ku dê li Maeret Numanê bi rê ve biçin.

Projeya Xîras, a ku çalakîyên zarokan li bakurê Sûrîyayê li dar dixe, çalakîyeke kêfxweşîyê li parêzgeha Idlibê pêk tîne. [Wêne ji rêxistina Xîrasê hatiye wergirtin]

Projeya Xîras, a ku çalakîyên zarokan li bakurê Sûrîyayê li dar dixe, çalakîyeke kêfxweşîyê li parêzgeha Idlibê pêk tîne. [Wêne ji rêxistina Xîrasê hatiye wergirtin]

"Armanca van qehremanîyan ew ku çanda werzişê di nav zarokan de biçesipîne û wan dorî şer bike," Eswed ragihand, û da zanîn ku ew beşek in ji çalakîyên derûnî û çandî yên bo zarokan li navçeyên tên lidarxistin.

Wî da zanîn ku Xîras çalakîyên xwe, di nav de şetrenc, bi encumenên xwecihî û yaneyên li navçeyê hevahengî dike, û da zanîn ku guhertineke pir mezin li ser asta çalakîyan çêbûye û gelek çalakî rastî tu dijberîyê ji tu alîyan nehatine.

Wî got ku projeya Xîrasê insiyatîveke sivîl a Sûrî ye, û ne ser bi tu alîyên hundirîn û derveyî ve ye û ji alîyê daner û hevparên ku tev rêxistinên di heman warê de kar dikin tê fînansekirin.

Wî da zanîn ku piranîya xebatkaran xweber in, û alîkarîya Xîrasê dikin di perwerdekirina zarokên Sûrî de, zarokên ku bi hezaran ji dibistanê mehrûm mane.

Gelek dibistanên meydanî hatine damezrandin, û zarok li ser sê koman hatine dabeşkirin: temenê- pêşdibistan, temenê dibistana bingehîn (seretayî û navîn) û temenê dibistana amadeyî.

Eswed got ku rêxistin li gundewarê başûrî yê Idlibê çalak e, û herwiha li deverên gundewarî yên rojavayî û rojhilatî yên bajarê Maeret Numanê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500