Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Bûyera revandinê ya li Îraqê kûrahîya durûtîya DAIŞê eşkere dike

Xalid Ta´î

Vîdyoyeke DAIŞê ku li ser Înternetê hatiye weşandin nîşan dide ku endamên rêxistinê yên doza berdana girtîyên DAIŞê yên jin ji zindanên Îraqî dikin li hember şeş kesên revandî yên ku wê vê dawîyê ew îdam kirin.

Vîdyoyeke DAIŞê ku li ser Înternetê hatiye weşandin nîşan dide ku endamên rêxistinê yên doza berdana girtîyên DAIŞê yên jin ji zindanên Îraqî dikin li hember şeş kesên revandî yên ku wê vê dawîyê ew îdam kirin.

"Dewleta Îslamî" nêta wê nebû ku li gotina xwe bi xwedî derkeve dema wê şeş Îraqî revandin daku pevguhertina girtîyan bixwazin û di pişt re wê ew kuştin û laşên wan daleqandin berî dema ku hatibû destnîşankirin biqede, pisporan got.

Wan got ku rêxistinê bi awayekî tam nêt kiriye ku mêrên wê revandine bikuje, zarokên wan bê bav bihêle, û nêta wê nîne ku "hemû" jinên xwe yên girtî azad bike weke ku wê angaşt kir -- tenê çendek ên bijartî yên ku jinên endamên wan ên payebilind bûn.

Di bûyereke ku Îraqî qeherandin, DAIŞê şeş mêr revandin li devera Hemrînê û ew di şerîteke vîdyoyê de nîşan dan di 23ê Hezîranê de, wê xef xwarin ku ew dê wan îdam bike eger Bexda jinên DAIŞê yên di zindanên wê de di nav sê rojan de serbest bernede.

Di 27ê Hezîranê de, artêşa Îraqî got ku wê laşên heşt kesan dîtin li ser şarîya di nav Bexda û Kerkûkê de, di nav wan de her şeş girtî.

Hêzên Îraqî belgeyên kesane seh dikin di pêngaveke maliştinê de li Gola Sersarê ya di çarçoveya operesyona Tolhildanê ji Şehîdan re. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî belgeyên kesane seh dikin di pêngaveke maliştinê de li Gola Sersarê ya di çarçoveya operesyona Tolhildanê ji Şehîdan re. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Termên ku li Tel Şerefê hatin dîtin li parêzgeha Selhedînê genî bûbûn û bi êlekên teqîner hatibûn girêdan.

Lêpirsînan kifş kir ku ew piştî çend saetekê ji vîdyoya hatî weşandin hatibûn îdamkirin û diyar dikin ku DAIŞ yek car nêt nekiribû ku bi xwedî li dema dawî ya wê radest kiribû derkeve.

"Xapandin ola wan e"

DAIŞê hewl da bide xuyakirin ku ew dixwaze hemû jinên xwe ji zindanên Îraqê rizgar bike, "lê bi rastî wê tenê xwest ku hejmareke destnîşankirî ji wan rizgar bike", Husên Elawî, yê ku ewlehîya niştimanî li Zanîngeha Nehrênê hîn dike, got.

Rêxistinê tenê xwest ku hevjînên serkirdeyê xwe azad bike, wî ji Diyaruna re got, "lê yên din korîma wan kirî".

"Ew durû ne û tenê guh didin berjewendîyên xwe yên berteng," wî got. "Xapandin ola wan e."

Di nav girtîyan de DAIŞê xwest Mûna Xelfawî azad bike, hevjîna Semîr Ebû Mihemed Xelfawî, fermandarekî DAIŞê yê payebilind ê ku nêzîkî Ebû Bekir Bexdadî bû, lêkolîner Hîşam Haşimî ji Diyaruna re got.

Piştî ku term hatin dîtin, hêzên Îraqî di 4ê Hezêranê dedest bi operesyoneke mezin kir, "Tolhildana bo şehîdan", da ku bidin dûv şanên DAIŞê û wan hejmareke tundrewan girt û veşartgeh û malên vehesînê wêran kirin.

Hikûmeta Îraqî dest bi lêgerîna xwe bo her şeş mêran kir yekser dema wê nas kir ku ew hatine revandin û wê eşkere kir ew dê giftûgoyan bi tundrewan re neke.

"Wan biryar dabû ku bi DAIŞê re giftûgo nekin ji ber ew rêxistineke terorîst e mirov nikare lê ewle be, herweke ku ji encamên berayî yên peygerîna derbarê kuştina her şeş kesên revandî hatiye dîyarkirin," Haşimî got.

"Bê nirxên mirovahî ne"

Pisporê ewlekarî Maen Cibûrî got normal e ku rêxistineke mîna DAIŞê propegandaya çewt û xapînok belav bike, mîna vîdyoya derbarê her şeş kesên ravandî.

"Tawanên vê rêxistinê yên hovane û dîroka wê ya xirab li Îraqê nahêlin ku tu kes lê ewle bibe û asta herî kêm bawerîya wan pê were," wî ji Diyaruna re got.

"Îraqî bi awayekî tam hayê wan ji vê yekê heye û ji bo vê yekê ew piştgirîya xebatên hikûmetê dikin da ku bi kulmeke hesinî li bermayîyên terorê bixin yekser dema wan nûçeya derbarê kesên revandî agadar bûn," wî got.

"DAIŞ ne rêxistineke ku exlaq û nirxên mirovahî wê hukim dikin, ne jî ew alîgirîya qanûnûsîstemên navdewletî dike da ku mirov karibe gitûgoyan bi wan re bike," wî got. "Ew komeke hovan e yên ku tenê armanca ew e ku kuştin û terorê bikin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500