Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî navçeyên Ferata Jorîn ji paşmahîyên DAIŞê paqij dikin

Xalid Ta'î

Leşkerên Îraqî li çavdêrgehan cih girtine li ser sînorê Îraqî-Sûrî. [Wêne ji Fermandarîya Zîrevanên Sînor ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî li çavdêrgehan cih girtine li ser sînorê Îraqî-Sûrî. [Wêne ji Fermandarîya Zîrevanên Sînor ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî dest bi operasyoneke ewlekarî kir roja Şemîyê (14ê Tîrmehê) bo paqijkirina navçeyên Ferata Jorîn ji molgehên "Dewleta Îslamî" DAIŞ).

Li jêr sernavê "Şêrên Cezîrê", operasyon armanc dike ku li paşmahîyên rêxistinê bigere li navçeyên ku ji rêya Hedîsa- Bêjî heta bi rêya digihe sînorê bi Sûrîyayê re dirêj dibe, rêya ku di nava Enbarê û Nînewarê re derbas bibe.

Yekîneyên mezin ji Fermandarîya Operasyonên Cezîrê, Firqeya 8ê ya artêşê, yekîneyên Hewarîyê û şervanên êlan, bi piştgirîya balefirên şer ên hevpeymanîya navdewletî, beşdarî operasyonê dibin, şaredarê Qaimê Ehmed Dulêmî ji Diyaruna îroj Çarşemê (18ê Tîrmehê) ragihand.

Wî got ku operasyone heta aniha bûye encama kifşkirina kampa DAIŞê ya ku karevan tê de hebûn, û ew bi temamî wêrankirî bû.

"Hêzên me berdewam in di teftîşkirina deverê de bo lêgerîna li asêgehên dijmin û nehiştina paşmahîyên wî."

Operasyoneke beşeke ji xebatên parastina sînorê bi Sûrîyayê re, cihê ku hêzên Îraqî ewlehî qayimtir kirine bo rêgirtin li ber derbasbûyîna bi dizî ya endamên DAIŞê bo xaka Îraqê.

Pagerên raserîdarîyê û çavdêrîkirinê bi dirêjahîya zincîra sînorî dewam dikin.

"Xebateke mezin tê encamdayîn bo ewlekirina sînorên rojavayî û deverên biyabanî yên welat," Dulêmî got.

Têkildarî rewşa ewlehî li Qaimê, Dulêmî got ku rewş aniha aram e "û hertişt li jêr kontrolê ye".

Wî got ku seqamgîrîya ewlehî û baştirbûna rewşa xizmetguzarîyan vegera bêwarên bêhtir hêsan kirin, û da zanîn ku vê heftîyê 23 malbat vegerîyane bajêr.

"Vegera bi vîndarî ya malbatên bêwar her diçe zêde dibe û bi hezarên bêwaran ji kampan û wargehên li Remadî, Feluja û Hebaniyayê vegerîyane di çend mehên borî de," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500