Nûçeyên Iraqê
Aborî

Îraq dest bi programekê dike bo avakrina tiwanayên bêwaran

Xalid Ta´î

Berpirsyarên parêzgeha Selahedînê çavdêrîya xerckirina qerzan dikin. [Wêne ji Birêveberîya Rahînan û Karmendkirinê li parêzgeha Selahedînê hatiye wergirtin]

Berpirsyarên parêzgeha Selahedînê çavdêrîya xerckirina qerzan dikin. [Wêne ji Birêveberîya Rahînan û Karmendkirinê li parêzgeha Selahedînê hatiye wergirtin]

Hikûmeta Îraqî amadekarîya destpêkirina programeke xizmetguzarîyan a berfereh dike, programa ku dê jêderên dahatê ji bêwarên ku dêvegerin re dabîn bike.

Di rêya programa Heqdest li hember kar, hikûmet hewl dide ku rola niştecîyan di avakirin û pêşxistina navçeyên wan de hêzdar bike piştî têkbirina "Dewleta Îslamî".

Program hemû kesên bêwar ên vedigerin bajarên Enbar, Nînewa, Selahedîn, Kerkûk, Diyala û Bexdad armanc dike, kesên ku di databasên Wezareta Kar de hatine qeydkirin, peyvdarê wezaretê Emar Munim got..

"Bîroke ew e ku karin demkî ji kesên vedigerin re werin dabînbikin û enerjîya wan bikar bînin di jinûveavakirina bajarên wan de," wî ji Diyaruna re got.

Bêwarên Îraqî xwe amade dikin li basekê siwar werin ji bo ji kampa xwe derkevin û vegerin malên xwe ber bi bajarokê rojavayê Enbarê yê sinorî ve Qaim. [Wêne ji Birêveberîya Rahînan û Karmendkirinê li parêzgeha Selahedînê hatiye wergirtin]

Bêwarên Îraqî xwe amade dikin li basekê siwar werin ji bo ji kampa xwe derkevin û vegerin malên xwe ber bi bajarokê rojavayê Enbarê yê sinorî ve Qaim. [Wêne ji Birêveberîya Rahînan û Karmendkirinê li parêzgeha Selahedînê hatiye wergirtin]

Wî got ku kesên vedigerin dê karibin ku qerzên sivik bidin da ku alîkarîyê bi wan re bikin ku malên xwe ji nû ve ava bikin û kargehên xwe ji nû ve saz bikin, ev yek dê abora xwecihî geş bike.

Barê kesên vedigerin sivik dikin

Programa ku lêçûna wî 200 $ ji alîyê Banka Cihanî ve tê temwîlkirin û dê ji alîyê Wezareta Kar ve were cîbicîkirin bi alîkarîya Wezareta Plankirinê û Darayî û bi beşdarbûna rêxistinên ne kihikûmî

Wezaretê hemû amadekarî û pêdivîyên lojistî temam kirine, Munim got û "ew li benda ku temwîl ji wezareta me re were guhaztin da ku dest bi program bike".

"Em hêvîdar in ku ev program bar ji ser milê niştecîyên vedigerin sivik bike û şert û mercên jîyana wan xweştir bike, wan di xebatên nûavakirina bajarên wan de beşdar bike û aramîyê ji wan re peyda bike," wî got.

Munim got ku armanceke din ji programê ew e ku em bêwarên Îraqî yên din han din ku vegerin.

Ji bo vê yekê, wî anî ziman, hikûmet alîkarîya darayî ji Îraqîyên bêwar re dabîn dike û rahênana pîşeyî û kar ji wan re pêşkêş dike.

Pêşkêşkirina alîkarî û piştgirîyê

Wî da zanîn ku Wezareta Kar çarekirina derûnî û xizmetguzarîyên nûtahîlkirinê ji van niştecîyan re pêşkêş dike, daku alîkarîyê bi wan re bike ku ji êşên ew rastî wan hatin xilas bibin û careke di tevlî civakê bibin.

"Xizmetguzarîyên me berdest in ji hemû bêwaran re heta piştî ew vegerihane mala xwe jî," Munim got.

Munim got ku Wezareta Kar dest bi projeyekî kiriye da ku malbatên di tora parastina civakî de hatine qeydkirin han bide ku sûdê ji xizmetguzarîyên perwerde û tendirustîyê wergirin.

"Proje lêçûna mûçeyeke mehane bo malbatan dihundirîne li ser şert û mercê ku ew wan pereyan tenê ji bo perwerde û guhdana tendirustîya zarokên xwe xerc bikin," wî got, bo malbatên ku 25,000 dînaran werdigirin (21$) ji her zarokekî re.

Wî got ku aniha program li Bajarê Sedir ê Bexdayê tê tecrîbkirin, û anî ziman ku wezaret hêvî dike ku vî programî li gelek deverên hejar pêşkêş bike, bi taybet li wan deverên ku berî vê li jêr kontrola DAIŞê bûn.

Vegera ji xweber hat handan

"Hemû xizmetguzarîyên me bêwaran armanc dikin," Xalid Ebdul Kerîm, birêveberê ofîşa Nînewayê ya girêdayî Wezareta Koç û Koçberîyê, got.

Kesên bêwar tên handan ku ji xweber vegerin deverên xwe û hemû astengîyên ku dibe nihêlin vegerin dê werin careserkirin, wî ji Diyaruna re got.

"Weke beşekî ji erkên me, em malbatên bêwar bi alîkarîyên xwarinê dabîn dikin û di rêya programên piştgirîya derûnî re em guh didin wan û perwerde, tendirustî û xizmetguzarîyên mirovî ji wan re dabîn dikin ," Ebdul Kerîm got.

"Xizmetguzarîyên me digihin van hemû malbatan û em rewşa wan dişopînin heta piştî ew vedigerin jî bi alîkarîya rêxistin û sazemenîyên têkildar," wî anî ziman.

Nêzîkî 200,000 niştecîyên Nînewayê yên bêwar li 14 kampan li seranserî parêzgehê dimînin, ji ber ku hikûmet kar dike bo bidawîkirina krîza bêwaran.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ez çalakekî sivîl im bi tîmekî xwebeşan re di rêxitineke nehikûmî de kar dikim. Em hêvî dikin em bi we re kar bikin da em bihêlin ev kar bi ser bikeve.

BERSIV BIDE

Bêwar!

BERSIV BIDE