Nûçeyên Iraqê
Aborî

Nûavakirina Bajarê Kevin ê Mûsilê karekî giran e

Xalid Ta'î

Şaredarîya Mûsilê 300 buldozer xistin tevgerê bo hilandina mozelan ji malan li Bajarê Kevin. [Wêne ji Şaredarîya Mûsilê hatiye wergirtin]

Şaredarîya Mûsilê 300 buldozer xistin tevgerê bo hilandina mozelan ji malan li Bajarê Kevin. [Wêne ji Şaredarîya Mûsilê hatiye wergirtin]

Xebatên nûavakirinê li Bajarê Kevin ê Mûsilê rastî berengarîyên mezin tên ji ber wêranbûyîna mezin a ji encama şerê li hember "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), berpirsyarê xwecihî ji Diyaruna re ragihandin.

Hikûmeta Îraqî di dawîya Hezîranê de ragihand ku wê 20 milyon dînar ($17 milyon) bo pêgehandina Bajarê Kevin terxan kiriye.

Desthilatdarîyên Mûsilê kampanyaya 28ê Hezîranê dest pê kirin bi hevkarî ligel şênîyên bajêr bo rakirina mozel û kavilan ji kolanan, û "pilan kirin ku rûyê dîrokî û geş ê Mûsila kevin vegerînin", Durêd Hikmet, şêwirmendekî parêzgarê Nînewayê ragihand.

"Komît hatin pêkanîn bo serpereştîkirina nûavakirinê, û cerda ziyanan jî hatiye amadekirin," wî ji Diyaruna re got.

Karkerine Şaredarîya Mûsilê sikakan li Bajarê Kevin paqij dikin di çarçoveya pêgehandina rêyên bajêr de. [Wêne ji Şaredarîya Mûsilê hatiye wergirtin]

Karkerine Şaredarîya Mûsilê sikakan li Bajarê Kevin paqij dikin di çarçoveya pêgehandina rêyên bajêr de. [Wêne ji Şaredarîya Mûsilê hatiye wergirtin]

Wî got ku kar li dar e bo ramaliştina mozelan ji avahîyên wêranbûyî di encama pevçûnên kolan bi kolan ên ku li sikakên teng ên bajar qewimîn.

Hikmet got ku şaredarîya Mûsilê 300 bildozer xistine tevgerê bo paqijkirina bajar bi alîkarîyeke dîrekt a xelkê deverê, û da zanîn ku lê pereyên terxankirî bo qedandina karê pêwîst têr nakin.

Nûavakirina malên malbatan

Xanî li Bajarê Kevin ê Mûsilê gelekî tûşî ziyanê bûne, û 2700 yekîneyên niştecihbûnê rastî ziyanê astcuda hatine, endamê komîteya xizmetguzarîyan a encumena parêzgeha Nînewayê Husam Edîn Ebar ji Diyaruna re eşkere kir.

"Hiştina van xanîyan bi vî halî tê wateya ku dê xwedanên wan bêmal bimînin û dê azarên wan di kampên bêwarîyê de dewam bikin," wî ji Diyaruna re got.

Herî kêm 120,000 bêwar ji Bajarê Kevin ê Mûsilê ne, bajarê ku bi qasî neh kîlometrên ducar e û li beşê rojavayî yê Mûsilê ye.

"Gemar hatiye ramaliştin û hejmarek ji kolanan û sikakan aniha vekirî ne," wî got, êdî xizmetguzarîyên mîna av û kehrebeyê li hinek taxan berdest in.

"Rêya li pêş me hîna dirêj û zehmet e, ji ber ku karînên hikûmetê sînordar in û xebatên rêxistinên navdewletî ne li gorî gerekdarîyan in," Ebar got.

Kar hêdî bi pêş ve diçe

Bajarê Kevin ê Mûsilê bi hewcedarê "nûavakirineke gelemperî ye bo hemû taxên wê", Şêrwan Doberdanî yê ku di hilbijartinên parlemanî yên dawî de li parêzgeha Nînewayê bi ser ket, lê hîna nehatiye ser kar, wiha got.

Mûsila Kevin xwedan heft dergeh e û her yek ji wan navçeyeke niştecihbûnê ye: Bab el-Tob, Bab Sincar, Bab LekaŞ, Bab el-Beyd, Babel-Şems, Bab el-Saray û Bab al-Cedîd. Serçaxana, Farûq, Şîfa û Zenjîlî weke taxên kevin ên herî girîng tên naskirin.

"Salekê paş rizgarkirina Mûsilê, piranîya van taxan hîna mişt gemar in û ji ber nebûna xizmetguzarîyên giştî dinalin," Doberdanî got.

"Kar pir hêdî û lawaz e, ji ber berhengarî qerase ne û bi hewcedarê planeke kar in û hevawazîyeke di navbera Îraqê û civaka navdewletî de ne bo werin çareserkirin," wî got.

Programa Pêşxistinê ya NY yek ji ajansên ku piştgirîya xebatên nûavakirina jêrxaneyê û malan dikin.

Wî got ku lê ligel mal û jêrxaneya ziyandar, cihên dîrokî bi hewcedarê guhlêdanê ne, û bi bîr anî ku Îraqê rêkeftinek bi UNESCO û Îmarat re wajû kir roja 23yê Nîsanê bo nûavakirina Mizgefta Nûrî.

Doberdanî got ku DAIŞ berpirsyarê vê wêranîya giştî ye, û wiha dewam kir "ne hêsan w ku jîyan, bi hemû hûrahîyên xwe, dîsan dest pê bike".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500