Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Çekdarên opozîsyonê û malbat ji Deraayê ber bi Idlibê ve derdikevin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Karwaneke ku çekarên opozîsyonê yên red kirin ku lihevhatinekê bi rejîma Sûrî re bipejirînin li derveyî parêzgeha Deraayê ye. [Wêne ji Cuma Mesalma hatiye wergertin]

Karwaneke ku çekarên opozîsyonê yên red kirin ku lihevhatinekê bi rejîma Sûrî re bipejirînin li derveyî parêzgeha Deraayê ye. [Wêne ji Cuma Mesalma hatiye wergertin]

Rejîma Sûrî berdewam e di bicihkirina hêzên xwwe de li parêzgeha Deraayê di dawîya heftîyê de piştî vekişîna komên opozîsyonê yên çekdar, çalakvanekî xwecihî îro Duşemê (16ê Tîrmehê) got.

Di heman demê de, herwiha derkirina çekdarên opozîsyonê û malbatên wan ên red kirin ku li parêzgehê bimînin dest pê kir, li gor peymana lihevhatina bi rejîmê re, çalakvanê ku niştecîyê Deraayê ye, Cuma Mesalma, got.

"Bêtirî 500 kesên red kirin ku li parêzgeha başûrî bimînin piştî peymana lihevhatinê ya ku kete rojevê de tênê veguheztin ber bi parêzgeha Îdlibê ya bakurî," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku di nav wan de 50 leşkerên rejîmê yên berê, yên ku di salên berê de veqetiyan, 300 çekdar ji komên opozîsyonê, endamên malbatên wan û "perpirsyarên şerîetê" yên hin komên Îslamî.

Leşkerên rejîma Sûrî û sivîl li rex basan rawestiyane, basên ku dê wan ji navçeya Sajnayê ya Deraa el- Beled derxin berî ku karwan bi rê bikeve ber bi parêzgeha Idlibê ve di 15ê Tîrmehê de. [Wêne ji Cuma Mesalma hatiye wergertin]

Leşkerên rejîma Sûrî û sivîl li rex basan rawestiyane, basên ku dê wan ji navçeya Sajnayê ya Deraa el- Beled derxin berî ku karwan bi rê bikeve ber bi parêzgeha Idlibê ve di 15ê Tîrmehê de. [Wêne ji Cuma Mesalma hatiye wergertin]

Herwiha serokê Dadgeha Dedwerîyê li Deraayê, Usmet Ebsî, ji herêmê derket.

Piranîya endamên opozîsyonê yên bijartin ku ji herêmê derkevin destûr dane wan ku çekên xwe yên kesane û hin cebirxane bi xwe re bibin , wî got û piranîya wan ji el-Bunyan el- Mersûsê bûn.

El-Bunyan el-Mersûs beşeke ji odeya opersyonên Artêşa Başûr ya nû hatiye damezrandin ya ku destpêka vê mehê ji 11 komên opozîsyonê yên dixwazin êrîşa ji alîyê rejîmê red bikin, Mesalma got.

Derkirin çêbû piştî wan bijart ku ji parêzgehê derkevin, ew li navçeya Sajnayê li Deraa el Beledê civiyan û li 15 basan siwar hatin, wî anî ser ziman.

Polîsê serbazî yê Rûsî bas kifş kirin û navên kesên ku dê derkevin li gor lîsteyên navan ên ku komîteya gotûbêjan pêşkêş kiriye û bagaj jî seh kirin da misoger bikin ku tu çekên bê destûr ligel wan nînin.

"Hêzên rejîma Sûrî berdewam kirin li seranserî parêzgehê û li çeperên ku komên opozîsyonê vala kirin belav bûn, komên ku çekên giran û cebirxane yên li gel wan radest kirin," wî got.

"Pêşketineke lezgîn" li rojavayê Deraayê.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku îro Duşemê yekîneyên rejîmê û çekdarên hevbedên wê "pêşketineke lezgîn" li dijî çekdarên opozîsyonê li beşê rojavayê Deraayê pêk anîn, AFP ragihand

"Hêzên rejîma Sûrî dest danîn ser bajarokê Hara, herwiha Samlîn, Tiha û Zimrînê," birêveberê Rewangehê Ramî Ebdil Rehman, gpt.

Wî got ku hêzên rejîmê çekdarên opozîsyonê di pêşketineke serbazî de ji Tihayê Derxistin, lê hêzên opozîsyonê li Harayê rêkeftina radestkirinê qebûl kirin.

Wî anî ziman ku bajarokê Newayê yê nêzîk, rekeftineke mîna wê giftûgo dikir.

Li gor rêkeftineke mîna vê, hêzên opozîsyonê erd herwiha çekên giran û yên navîn radestî hêzên hikûmetê kirin li hember ku ew bombebarandinê rawestîne.

Lê tundrewên ku girekî nêzîkî Harayê red kirin ku xwe radest bikin, Rewangehê got.

Rejîm û Rûsîya bi awayekî giran vegerandin û gir bombebaran kirin, 30 çekdarên hevbendîya Tehrîr el-Şam kuştin.

Hêzên rejîmê demeke kin girtine ser gir îro Duşemê lê kemîna Tehrîr Şam 12 ji hêzên rejîmê kuştin û zor li wan kir ku vekişin, Ebdil Rehman got.

Li parêzgeha Qunêtrayê ya hevtixûb, hin bajarok rastî bombebarankirina giran a ji alîyê rejîmê tên, û hêzên rejîmê dikevin bajarokê Meşarayê de roja Yekşemê (15ê Tîrmehê) piştî ku çekdarên opozîsyonê vekişîyan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500