Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Îraqê dest bi lêgerîna li kesên wendayî li Mûsilê dike

Xalid Ta'î

Pisporine Îraqî goreke komî ya sivîlên bi destê "Dewleta Îslamî" hatine kuştin li rojavayê Mûsikê vedidin. [Wêne ji Sazîya Şehîdên Îraqî hatiye wergirtin]

Pisporine Îraqî goreke komî ya sivîlên bi destê "Dewleta Îslamî" hatine kuştin li rojavayê Mûsikê vedidin. [Wêne ji Sazîya Şehîdên Îraqî hatiye wergirtin]

Desthilatên Îraqî îroj Înê (13ê Tîrmehê) dest bi lêgerînê dikin li çarenivîsa şênîyên Mûsilê yên ku wenda bûn di pevçûnên derxistina bajar de ji destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

Ji dema rizgarkirina Mûsilê de di Tîrmeha sala par de, encumena parêzgeha Nînewayê gelek raport ji şênîyan wergirtin derbarê wendabûyîna kes û xizmên wan berî pêngava rizgarkirinê û piştî wê, endamê komîteya xizmetguzarîyan a encumrna parêzgeha Nînewa, Husam Edîn Ebar ji Diyaruna re got.

"Gelek ji kesên wendayî di zindanên raz de û girtîgehan de ne ji ber sedemên cuda, bi piranî ji ber dijberîkirina îdyolojîya DAIŞê û kiryarên hovane," wî got.

"Me odeyeke operasyonan li Nînewayê pêk anîye bo komkirina hemû agahîyên têkildarî nasnameyên kesên wendayî, di nav de, temen û dîroka pêjinwendabûnê," wî got.

"Heta aniha me agahîyên temam li dor 1,400 kesên wendayî kom kirine," Ebar eşkere kir.

"Me haletên wan bi sê nifşan şiyandin ji himkûmetê, Komîsyona Bilind a Mafên Mirov [a Îraqî] û komîte û sazîyên din ên mafên mirov, û me ji pêşî ve ew pir bi wan re gengeşe kiriye," wî daxuyand.

"Desthilatên hikûmî û ewlekarî yên pêwendîdar îroj em xeberdar kirin ku wan dest bi lêgerîna li çarenivîsa wan kesên wendabûyî kiriye," wî got.

Wî da zanîn jî ku encamên lêgerînan divê di nava du heftîyan de bên eşkerekirin.

Bi hezarên qurbanî hene

Berî destpêkirina şerê Mûsilê, DAIŞê kesên li dijî hebûna xwe di zindanên raz de digirtin, û ew bi nifşan kuştin, û hinek caran navên kuştîyan radigandin.

Ev kampanyayên bidarvekirinê bûn sedema kuştina bi hezarên sivîlan, kevine xebatkarên serbazî û karmendên hikûmetê, yên ku bêserûber di gorên komîde hatin binaxkirin.

Gora Xefsayê li navçeya Hemam el-Elîl li başûrê Mûsilê mezintirîn gor ku heta aniha hatiye dîtin.

Xefsa heta aniha yek ji gorên bi kom ên herî mezin, û payînên nefermî dibêjin ku paşmahîyên dora 25,000 laşan dihundirîne.

"Ev gor di koncaleke bi kûrahîya 180 metran de ye û terorîstan carê termên qurbanîyan diavêjtinê," Ebar got.

"Em texmîn dikin ku bi hezarên qurbanîyan li wê derê hatine veşartin," wî got, bi bîr xist jî ku zehmet e ku gor vê vedan ji ber DAIŞê qurbanî li li jêr tonên kavil û ax û qirêjê hiştine.

Piştî şer bi dawî hat, tîmên berevanîya sivîl ên Îraqî bi sedên laşan ji bin kavilên avahîyên wêranbûyî li rojavayê Mûsilê derxistine, nemaze li Bajarê Kevin.

Derxistin li ser bingeha raportên şênîyên ku hezkirîyên xwe wenda kirine yan jî dizanin ku kesek wendabûye dihatin pêkanîn.

Ebar got ku ji destpêka 2018 de, şênîyan pêşkêşkirina raportan li dor kesên wendayî bi dawî kiriy. Her laş li jêr kavilan hat dîtin piştî vê dîrokê, ku ne tomarkirî baye di raportên kesên wendayî de, wekî "nenaskirî" tê corekirin.

"Zehmetî di naskirina van bi sedên laşên derxistî yên nenaskirî de ye," wî got. "Gelo ew sivîlên wendabûyî ne yan jî çekdarên DAIŞê ne yan jî endamên malbatên wan in?"

"Ev pirseke din e ku divê em bi lez wê yekalî bikin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500